Bîra netewekî di helbesta wî de veşartiye

“Xewn ji hêla wateya çi ferhengî çi hêmayî xwedî çend wateya ne. Min bi zanebûn ev sernav bi kar anî lew, wek şexs ez insanekî pîr im. Pîr bûn rê nade ku wek ciwanekî çend xewnan bi hev re bihizirî, bifikirî û ji bo wan têkevî hewldanê. Bi vê hêz û şiyana xwe encax dikarî barê xewnekê ragirî. Roja xatirxwestina ji vê dinyayê jî nêzîk e. Nexwe; xewna dawî!”

Xwedî peyvên xwerû û naîf, helbestvanê kurd ê navdar Berken Bereh di derbarê rabirûya helbestvaniya xwe, hûnera xwe û pirtûka xwe ya nû Xewna Dawî de ji BasNûçe’yê re axivî.

Hûn dikarin bi kurtasî qala pirtûka xwe ya nû Xewna Dawî bikin?

Em baş zanin ku helbestkar yek ji endamê civatê ye. Li gel civata xwe dijî, dibihîse, dibine, hîs dike, hêrs dibe… Helbestkar bi vê têkiliya bi civatê re hem xwe hem jî civatê dixwaze binase. Helbestkar û civat û rastiya wê wek şûrê her du serî jî tuj ji hev dixwin û hev diêşînin û her wiha li hev zede jî dikin. Ev têkiliya dualî ji bo helbestkar gelek caran dibe av,xwê û arvanê hevîrê helbestê. Aha helbestkar bi van hemû taybetmendiyên însanî helbestekê an helbestan dinivîse. Xewna Dawî encama vê têkiliya demdirêj ya jiyana min e. 

Xewna Dawî, hewldan û helwesteke lixwemikurhatinê ye. Hewldane ke, lew di her helbestekê de çendîn pirs û bersivên li rabirdûya jiyayî tê kirin hene. Bi van pirsan dixwazim kil û kêmasiyên çi takekesî, çi civakî destnîşan bikim da ez/em bikaribin ji bo têkiliyek dûrist bi jiyanê re saz bikin. Helwesteke, lew bi her helbestê hêvîyek ji pola tê ristin, peyamek tê bercestekirin ku daxwaz û xwesteka pêkanîna xewna ez/em tê de dide lotikan. Ev xewn, têgeheke bergeh fireh, pirr wate û tişteke razber û nîgaşî ye. Bêguman xewna ku min di helbesta xwe de neqişandî li ba min jî xwedî çend wateya ne. Helbet ferheng, deng û reng û hêmayên wê divê li gor naverokê be û li hev bikin. Ji ber hindê ta ji min hat min hewl da peyvên bi teql, wate kûr û henûn û ber bi jibîrbûnê ve diçin bi kar bînim. Bi min ev ferheng bi têgeha Xewna Dawî jî li hev digunce.

Çima Xewna Dawî?

Wek min li jor vegotî xewn ji hêla wateya çi ferhengî çi hêmayî xwedî çend wateya ne. Min bi zanebûn ev sernav bi kar anî lew, wek şexs ez insanekî pîr im. Pîr bûn rê nade ku wek ciwanekî çend xewnan bi hev re bihizirî, bifikirî û ji bo wan têkevî hewldanê. Bi vê hêz û şiyana xwe encax dikarî barê xewnekê ragirî. Roja xatirxwestina ji vê dinyayê jî nêzîk e. Nexwe; xewna dawî. Ya din wek netew em hê nebûne xwedî serweriyekê. Di gel vê kêmasiyê aşê mêtinkariyê xweş dişixule, li gel zilm û stemkariyê dolaba bişavtinê bilez digere. Hiş, giyan û mêjiyê civakê her kêlîk bi tiştên pûçkirin û dûrkirina ji rastiya xwe tê dagirtin. Helbet ev netewa ber bi pûçkirinê ve tê dehfdan, wek pîrekî ji dest û lep ketiye. Xewna dawî, aşkerekirina vê rastiyê ye. 

Hûn di pirtûka xwe ya bi navê Xewna Dawî de bi hevokek fîlozofê navdar yê Elman Adorno ku dibêje, “Ji bo vegerê jî û ji bo mayînê jî, mal nîn e” destpê dikin. Ev hevok ji bo kurdan tê wateya bê dewletbûnê?

Ev gotina Adorno wek şûrê bindestiyê ku di nav laşê me de dizivire bi derb e. Wek kesê sere wî li kevirê hedê bikeve û xwe û rastiya xwe fêr bibe bi bandor e. Ev hevok dike ku em li rastiya xwe vegerin; çi tiştên me jiyayî yek bi yek wek filmekê ji nû ve raçav bikin. Hê di wêneyê ewil de em dê bibinin ku em ji her tiştê xwe hatine dûr xistin. Hiş û giyanê me hatiye pûç kirin. Çi tiştê ku me bi jiyanê ve gire bide û hawirdora xwe re li hev bikin nîvco,genî û bi toz e. Ji xwe tişta di van çil salan de hatî sere vê civak û xakê tam jî vê hevoka Adorno diselmîne. Gelo kesek ma ye ku ji ser axa xwe koç nebûyî-çi ji gund ber bi bajêr, çi ji bajêr ber bi bajarek din (niha jî ev koçberiya bi darê zorê berdewam e). Ma kî ji me dikare vegere gund,bajarok,bajarê xwe yê berê, an xortanî, zarokatiya xwe. Bê guman ev talan, serobinbûn, dûrketina ji rastiya xwe, giş encama zilm û stemkariya mêtingehkariyê ye. Ev jî teqabilî bêdewletbûnê dike. Çawa Xanî gotî; “Ger dê me jî hebûya xudanek, alîkeremek, letîfedanek.” 

Di pirtûka we ya nû de hêma zarok gelek in. Herwiha hûn ji zarokên kurd re jî dibêjin ‘tenê ji bo çekhilgirtinê hatine dinê.’ Ev ji zarokên kurdan re qeder e an ji ber siyaseta şaş ya kurdan e?

Netewek ku ji her mafê xwe yê rewa hatibe dûrxistin di ser de jî ketibin ber pêla bişavtinê û her cure rêyên bidestxweveanîna mafên rewa hatibin girtin ma ji bilî berxwedanê pê ve çi dimîne di destê kurdan de. Ev sedan sal in kurd ji bo mafên xwe yê rewa têdikoşin. Tu cara rê nedane kar û barên dijmirovahiyê. Her xwestine bi rêyên aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê ev destê qencî û yê maqûl her rastî zordariyê hatiye. Dîroka kurdan bi nimûneyên vî awayî dagirtiye û her tûşî zilm û zordariyê hatiye. Îro ro li Başûr û Rojava gel di bin metirsiya terora DAIŞ’ê de ye. Li Bakur û Rojhilat kurd ji mafên xwe yê rewa bê par in. Şengal, Kobanê hê birînên necebirîne,bi sedan keç, kur û jinên êzdî hatin revandin, firotin, kuştin. Vêca tişta ku min ji dîroka xwe xwendî û dîtî her ev rastiye. Hêvî dikim ku zarokên me hew ji bo çekhilgirtinê lê ji bo bibin Silhedînê Kurd ê karî bi edaleta xwe cîhanê ji nû ve saz bike. An bibin Mestûre Xanima Lorî, Baba Tahirê Hemedanî an Melayê Cizîrî… Ku bi hûner û ciwankariya xwe bûne nirxên mirovahiyê.

Di salên dawî de ew bûyer û karesatên ku di nava civaka kurdan de qewimîne we bi zimanekî sîtemkarî ew bûyer û êş anîne ziman. Gelo wê wêje û civaka kurdan çawa ji van êşan xilas be?

Çarînek Cegerxwîn heye dibêje; “Berê her tiştî kurd im.” Bi min ev rist rêya çareseriyê nîşanî me dide. Çaresernebûn û çaresernekirina êşa netewî piçek jî durketina ji vê rastiyê ye. Ger tu xwe nekî navenda çareseriyê û rastiya xwe çi dîrok, çi kultur-fêr nebî, vê rastiyê bi perwerdehiyê dewrî nifşên nû nekî, tu nikarî hiş û mêjiyeke azad biafirînî. Civaka ji rastiya xwe dur ketî, zimanê xwe ji bîrkirî,bav û kalên xwe neyîne bîra xwe nikare bibe hêzeke xurt. Ger li welatekî ji ber axaftin û nivîsandina bi zimanê xwe, kes xwe qure bikin û bibe cihê rêzgirtinê li wir şaşiyek heye. Çawa axaftina bi zimanê dayîkê dibe cihê serbilindiyê? Ma tiştek ji vê normaltir heye. Lê tu dibînî ku em ketine çi rewşê. Ger em bi heman zimanî neaxifîn em ê çawa bikaribin hevkarî û yekitiya xwe saz bikin, gengeşiyên di navbera xwe de çareser bikin, tehemula hev bikin,li hember hev bi tolerans bin? Em baş zanin wêje di avakirina ruh û giyanê netewî de rola sereke dilîze. Çîroka ku em giş xwe tê de bibinin diafirîne. Ji ber vê ya herî bi imtiyaz divê wêje û ziman be. 

We forma taybet a helbesta japonî ku jê re ‘Haiku’ dibêjin, gelek helbest nivîsandin. Lê ez dixwazim vê pirs bikim; ji aliyê form û teknîkî ve û ji aliyê naverok û mijarê ve Haiku çi qas li helbesta kurdî tê?

Kurd û xwezaya kurdan hê jî sirûştî ye, hê reseniya xwe dijî. Di çand û kultura me ya devkî û jiyana rojane de gelek mînakên dişibin Haikuyan hene. Em ji nûkte û gotinê hez dikin. Li ser rewşa kêlîka dijîn bi çend peyvên balkêş diaxivin. Derbirîna bi çend peyvên bi derb awayek xweşgotinê ye. Ji xwe Haiku jî ev tişt e. Bi hefdeh kîteyên bi derb vegotina kêlîkê, xweza û rewşa heyî ye. Wekî din Haiku li her deverê dinya yê tê ceribandin, çima kurdiya wan tune be. 

Pêwendiyên kurdan bi wêje û taybet jî helbestê re çawa ye?

Ji ber ku helbest delala li ber dilê xwînerên xwedî bingehekê ye zêde bala gel nakêşe. Ya din nezanîna kurmancî û tênegihîştina ji helbestê xwîneran xemsar dike. Helbet helbestkar nikare behreya xwe ya ciwankairiyê bike qurbana dîdaktîkê,ji bo bê fêm kirin. Çîrok û roman ji ber asayiya zimanê wê zêdetir bala gel dikêşe. Wekî din gelek kes -bêtirî çîroknûs û romanûs- dibêjin ‘dewra helbestê bûriye.’ Lê ev hişmendiyeke şaş e. Nemaze ji bo me ku ji zimanê xwe dûr ketiye. Em baş zanin ku hişmendî, feraset û bîra netewekê di helbesta wan de veşartiye. Ew dikare civakê temsil bike. Wek çîroka hirç û hingivê em her li destpêkê vedigerin. Qedirdayîn û axaftina bi zimanê dayîkê dikare van gengeşeyan çareser bike. Ziman, ziman, ziman û bi axaftina wê. 

Hûn ji bo ciwanên ku bi kurdî helbestan dinivîsin, çi pêşniyar dikin?

Nivîskarên ciwan beriya her tiştî divê bi baldarî wêjeya me bixwînin, analîz bikin û wê bidine beramberî wêjeya cîhanê. Sedemên nivîsandinê û ya nivîsandina xwe bi dilsozî ji xwe bipirsin û ger bersiva van nivîsandin be bila gelek binivîsin lê kêm biweşînin. Divê neyê ji bîrin ko her serkeftin encama kar û xebateke dûr û dirêj e. Her wiha divê neye ji bîr kirin “her giya li ser koka xwe şîn dibe.”

Xewna we ya herî dawî çi ye?

Welatekî azad, serbixwe û demokratîk. 

Çavkanî: basnuce.com (bitikîne)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply