Bira Kose – İslim Doğan

“Ev çîrokek devokî ye çawa hatiye guhdarkirin wîha hatiye nivîsîn.”

 

Çi hebûye çi tune bûye. Mêrîkek hebûye sê lovikê xwe hebûye. Ji lovikên xwe re gotiye: “Kurê min, rona dimrim sê kesên merî kosera azatî mekin. Werhasil wext pir dere hindik dere bevê van dimire.Vona divin em ê çir bikinî ? Dive emî herin derekî azatî bikinî. Birayê terî mezin dere gundekî azatiye bike. Di nav gund de digerin divê ;

-Hûn kî ne?

Divîn:

-Em kose ne.

Xwe xwe re divê no nove, bavê mi go merî kose ra azatî mekin dere. Dere j kê re pirs dike divîn “em kose ne.” Divê demekkî vo gunde gî kose ne çî bikêni em î birçîbin mecbûr vona re azatî bikinî. Bi kurtî dere ba merî kose, divê;

– Azatî digerime ba we heye? Merîk dîvê;

-Heye ama şarteke me heye. Divê;

-Çi ye ? Divê;

-Kuro here me re spêde cot. Ezî te re waxtî nîvro non bişînime. Non perçe meke, mêst meşkeyne têr bixwe fedî meke. Te re jî tejîkî bişînim, tejî çû ku derî rûnuşt wî derî cot bikê. Divê neqarî eger buqerîse tetikek çerm pîşte da rakînî. Eger ezî buqerimse ti tetikek çerm rakî pişte mi da.

Wî Gotiye “Temam.”

Sibe dibe azat, dere erd cot bike. Mezî dike tajî çû ser zinarî rûnişt. Ma ser zinarê tê ajotin,non tê gotiyekî îşte; ‘Non parçe meke, mêst meşkeyne têr bixwe fedî meke.’ Ku non parçe neke, ku mêst meşkeyne dîke çutul bixwe? Ew qariye û hatiye. Merkî Kose divê;

-Te xêr e hat ? Dîvê;

-Te got ‘tajî çû kuderê wî derî cot bike tajî çû ser zinarê rûnuşt dike çutul ser zinarê cot bikim? Non hat te got non perçe meke, mêst meşkeyne têr bixwe fedî meke.’ Non perçe nekim, mêst neşkeynim dike cutul neqarîm ? Merî kose, divê;

-Te qarî ? Divê;

-Erî ez qariya me. Divê;

-Vere te qariye dike tatikek çerm pîşte da rakime merîk radike Azat dimre.

Birayê orte divê ez î ve carî herime birayê mi çû nehat hele ka me re pere ne anî çîma çû nehat ezî herim xêr e nehat ? Dere gund pirs dikê;

-Hûn kî ne?

Divî

– Em kose ne.

Xwe xwe re divê no nove bavê mi go merî kose ra azatî mekin dere. Dere kê re pirs dike divîn em kose ne. Divê demek kî vo gunde gî kose ne çî bikêni em î birçîbin mecbûr vona re azatî bikinî. welhasil dere eynî merkî kosera diqelive merî kose ra divê;

-Azatî digerime ba ve heye mi ? Merîk dîvê;

-Heye ama şarteke me heye. Divê;

-Çi ye ? Divê

– Kuro, here me re spêde cot. Ez î te re waxtî nîvro non bişînime. Non perçe meke, mêst meşkeyne têr bixwe fedî meke. Te re jî tejîkî bişînim tejî çû ku derî rûnuşt wî derî cot bikê. Dike neqarî dike buqorîse tetikek çerm pîşte da rakînî. Eger ez î buqerimse ti tetikek çerm rakî piştemi da.

Wî gotiye “Temam.” Min îşe xwe kir şude çima biqarim.

Welhasil we jî eynî dişîne cot. Mezî dike tajî dîsa çûye ser zinarî rûnişt. Ma ser zinare tê ajotin vo jî diqore, non tê gotiyekî îşte; ‘non parçe meke, mêst meşkeyne têr bixwe fedî meke’. Ku non parçe neke, ku mêst meşkeyne dîke çutul bixwe ? We qariye hatiye. Merkî Kose divê;

-Were te çutul kir ? Dîvê;

-Te got ‘tajî çû kudere wî derî cot bike,’ tajî çu ser zinare runuşt dike çutul ser zinare cot bikim? Non hat te got non perçe meke,mêst meşkeyne têr bixwe fedî meke. Non perçe nekim,mêst neşkeynim dike cutul neqarîm ? Merî kose Divê;

– Te qarî ? Divê;

-Erî ez qariya me. Divê;

-Vere te qariye dike tatikek çerm pîşte da rakime merîk radike ew jî dimre.

Welhasil birayê çuk tê ev jî digere digere ev merî rast tê dîvê;

-Azatî digerime ba ve heye mi ? Merîk dîvê;

-Heye ama edetek me heye. Divê;

-Çi ye ? Divê

-Kuro, here me re spêde cot. Ez î te re waxtî nîvro non bişînime. Non perçe meke, mêst meşkeyne têr bixwe fedî meke. Te re jî tejîkî bişînim tejî çû ku derî rûnuşt wî derî cot bikê. Dike neqarî dike buqerîse tetikek çerm pîşte da rakînî. Eger ezî buqerimse ti tetikek çerm rakî piştemi da.

Wî gotiye “temam.”

Azat dere cot. Tajî dere ser zinare rudine. Kevirek ra dike diaveje tajî divê gum dere binê nalê dimire cote xwe dike. Non tê binê satile qul dike mêst dixwe dere mal merî kose divê;

-Te çutul kir ? divê;

-Tajî çu ser zinare rûnuşt mi kevirek avit çu bin nale mir. Merê kose divê;

-Kuro te qarî ? Divê;

-No ez naqarîme. Divê;

-Nonle te çutul kir ? divê;

-Min ha ha kir. Merî kose divê;

-Te qarî ? dîvê;

-No ez naqarîme. Dizane ku biqare dike pişte vî de çermek rake seve vî divê ez naqarîme.

Şev dibe lovikekî axa hebuye gotiye mîzemi tê azat lovikê biriye mîze tim tim divê ez ditirsime azat kevîrek radike lêdîxe lovik dimire dere ba axa. Axa divê;

-Ka lokê mi ? divê;

-Lokê te tim tim go ‘ez ditirsime’ kevirek min rakir lêxist mir. Axa ra divê;

-Axa te qarî ? divê;

-No ez naqarîme. Dizane ku biqare dike pişte vî de çermek rake seve vî divê ez naqarîme.

Sive dibe azat dere cot. Mezî kiriye ga cot nakine,rabûye her du ga li vîr şerşî kiriye. Çûye mal merî kose divê;

-Te hatî ? divê;

-Erî hatim. dîvê;

-Te çir kir ? dive;

-Ga cot nekir mî jî ga her du şerjî kir, divê;

-Axa te qarî ? Divê;

-No ez naqarîme. Dizane ku biqare dike pişte vîde çermek rake seve vî divê ez naqarîme.

Azat dere, vana divên vo me xelas ke yê baş em gund derinî. Em gund dernenî vo me gî xelaske. Bi kurtî azat dibize. Azat dere dikeve çuvalekî derî ser xwe de digre.Vana tişt gî bardikin dike ber azat birevine. Vana derin mezî dikin ku kuçuk tene, divên “ax ax ! azatê me, meraye ne dihilişt kî kuçik verin ba me.” Azat, di çuvale de derdikeve dive ;

-Ez li vir im axa, divê tekarî mi axa? Divê;

-No ez naqarîme.

Şev dibe. Merî kose divê em ku dere rakevin ? Azat divê;

-Em herin ser pire rakevin. Ser pire selamete divên temam. Derin ser pire

Azat divê;

-Ez,orte ve rakevim ez azatim.Orte radikeve. Xwe hildike merî hîle pî raste de ser pirê de difirine, dimire. Dîsa xwe hil dike merî koseyî ser pirede difirine. Merî kose dimre. Heyfe biraye xwe heldigre…

ÇÎROKÊ ME ÇÛ LAQETÊ RIHMET BARKIR SER CIMATÊ……

ÎSLÎM DOGAN

Herem; SEMSÛR

Çandname

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Şiroveyek

  1. Her bijî Îslîn. Aa çîrok wuha têne nivîsandin, bi devoka herêma xwe ve. Yên din ne çîrok in, çimkî zimanê wê standart kirine.

Leave a Reply to AliCancel reply