Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Dema mirov zimanan, ji aliyê binyadê ve cuda cuda dike hin komên wekî Hind-Ewropî, Hamî-Samî, Ûral-Altay û hwd. derdikevin holê. Di nav wan koman de, koma herî mezin a zimanan koma Hînd-Ewropî ye. Zimanê Kurdî jî di nav vê kome de, di beşa zimanên îranî de ye. Tabloya malbatên zimanan ji aliyê binyadî ve li jêr e û cihê zimanê kurdî hatiye diyarkirin.

Niha jî em hin peyvên hevpar ên di zimanên Hînd-Evropî de bînerin û bala xwe bidin dirûvtiya wan;

Mîna hûn jî dibînin dirûvtiya van 5 peyvan di van zimanan de aşîkar e. Lê mirov dikare van peyvan zêdetir bike.

Zaravayên Kurdî

Mîna her zimanî, zimanê kurdî jî xwediyê hin zaravayan e. Di dîroka kurdan de, mirovê herî pêşîn ku senifandina zaravayên Kurdi kiriye, Şerefxanê Bedlîsî ye. Şerefxanê Bedlîsî, di pirtûka xwe ya bi navê Şerefname de gotiye çar zaravayên Kurdî hene; Kurmancî Lorî, Kelhûrî û Goranî.

Di pirtûka zimannasê Kurd  Samî Tan a li ser rêzimana Kurdî de zimanê me ji aliyê zaravayan ve dibe pênc beş;

  • Kurmanciya Jorîn(Kurmancî)
  • Kurmanciya Jêrîn(Soranî)
  • Kirmanckî (Dimilî – Zazakî)
  • Goranî
  • Lorî

Zaravayê Goranî û kirmancî, zaravayên herî kewn ên Kurdiyê ne. Zaravayê herî nû jî Soranî (Kurmanciya Jêrîn) ye.

Bi hin mînakan em cudahiya navberan hin zaravayan de diyar bikin;

Mîna li jor jî bi hêsanî tê ditîn, hin caran peyvên zaravayê Kirmanckî wekî peyvên zaravayê Soranî ne, ên kurmancî cuda ne û hin caran jî peyvên zaravayê kurmancî wekî peyvên Soranî ne, ên kirmanckî cuda ne. Lê bi giştî hemû nêzî hev in.

Ger xeletiyek hebe ji kerema xwe bi şîrovekê me agahdar bikin…

Bimînin di nav xeran û xweşiyan de:)

Blog: cardemsalseqem

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply