Bingeha çîrokên min çanda me ye

“Çîrokên min ne yên berhevkirî ne. Ez bixwe çîrokên xwe diafirînim û dinivîsim. Çavkanî ziman û welatê min e. xwezaya bajarê min e, Deşta Mûşê ye, Behra Wanê ye û zimanê şîrîn ê dayika min e.”

Di demên 90’î de ku dema em hêj zarok bûn daxwaziya me ya herî mezin guhdarkirina çîrok û lorînên dayîkan bûn. Taybet jî di şevên dirêj yê zivistanan de li ber germahiya sobê serî li ser çokên dayikan li ber van çîrok û lorînan em radiketin. Ew çîrok û lorîn di xewn û xeyalên me de dibûn jîngeha zarokatiya me. Bi van çîrokan xewn û xeyalê zaroktiya me hertim ronî û zindî dibûn. Carcaran bi tirsekê xwezayî û carcaran jî bi çoş û bi dilekî kelecanî li gotinên van çîrokên ji dayîk û dapîran xwe me zaroktiya xwe derbas dikir.

Belê, dem û dewran diguhere. Zarok êdî di qonaxeke din de zaroktiyê dijîn. Dayîk, dapîr û çîrokbêj êdî çîrokan nabêjin an jî ji ber asmîlasyona tundî ya li ser çand û civaka kurd ew çîrokên ku dihatin gotin êdî nayên ser lêvan. Ya dîtir jî ku îro di warê çîrokên ji bo zarokan an jî xebatên li ser zarokan pir kêm in. Di vî warî de îro ji bo fêrbûn û perwerdehiya zarokan hewldanekî girîng ji aliyê hîn kesan ve tên meşandin.

Yek ji wan wêjevanan jî Berfin Ayşe Öğüt e. Berfin bi temenê xwe ya ciwan ji bo zarokan gelek kar û xebat kirine. Herçiqas ew ciwan jî be mirov dikare ji re bêje dayîk û mamosteya zimanê zarokan e. Öğüt di derbarê pêşeroja zarokan de dibêje, “Divê ji bo siberojê em deriyek ji zarokên xwe re vekin. Ji ber wê jî min got zarok û min dest bi nivîsandina çîrokên zarokan kir.” Berfîn Ayşe Öğüt li ser jiyan, berheem û xebatên xwe ya ku li ser zarokan kiriye ji BasNûçe’yê eşkere kir.

Tu dikarî ji xwînerên me re xwe bidî nasîn?

Di sala 1992’yan de li Qizilxaça ya li ser Mûşê hatime dinyê. Li Mûşê dijîm û jiyana xwe li wê derê didomînim. Beşa sosyolojî dixwînim, niha di pola duyem de me.Heta niha sê berhemên min wek çîrok çap bûne û ji aliyê Weşanxaneya Hîvayê ve hatine belavkirin.Kewên Gozel, Xezal û Qertel û Şînmorîka Zînê wekî din jî carcaran wergerê jî dikim. Min çîrokeke bi navê “Qehremanên ku çîrokên xwe terikandine” wergerandiye kurdî û hatiye çapkirin. Mijara vê berhemê jî li ser zarok û îstîsmarkirina wan e. Û demeke ku em çend heval kovara Bar amade dikin û belav dikin.

Gelo çi bû sedem ku tu berê bide edebiyata zarokan?

Zarok pêşeroja netewen e. Perwerde bi zarokan destpê dike. Kurdolog û zimannas Michael Chyet dibêje, siberoja zimanên ku zarok pê nepeyivin tuneye. Wekî din jî ez ji çand û folklora kurdî, zimanê kurdî gelek hez dikim. Lewra bi lorînên dayika xwe mezin bûm. Ez dixwazim ev çanda ji kûrahiya dîroka Mezopotamyayê heta îro nisiliye bigihîje zarokan. Divê ji bo siberojê em deriyek ji zarokên xwe re vekin. Ji ber wê jî min got zarok û dest bi nivîsandina çîrokên zarokan kir. Bi awayek jî xebatên li ser zarokan gelek kêm e. Divê ji bo zarokan xebatên xurtir bên çêkirin.

Tu di berhemên xwe de cih dide kîjan mijaran?

Di pirtûkên min de mijar û hêma hemû xwezayî ne, mirovahî ne. ez di çîrokan de hevkariyê, biratiyê, alîkariyê, hezkirinê derdixim pêş. Lewra dizanim zarokên di nav şîdetê de mezin dibin, heta dawiya emrê xwe nikarin ji travmayan xelas bibin. Ji ber wê ez dixwazim zarok ji hev hez bikin, alîkariya hev bikin, ji jîngeha lê dijîn hez bikin. Lewra zarok parçeyekî wê jîngehê ne.

Mijara Şînmorîka Zînê çi ye?

Ev çîrok bibîranîna berhemên helbestvanê navdar yê kurd Feqiyê Teyran e. Zînê keçikekî piçûk e. Wek Feqiyê Teyran evîndarê xwezayê ye. Zînê morika xwe wenda dike û li dû morika xwe digere. Di vê heyamê de digihîje Feqiyê Teyran. Pirtûk sînorên helbestvanî ya zimanê kurdî venêrîne. Bi xweza, ajal, mirov, dar, gul û avê yekbûnî ye.

Çavkanî an jî îlhamgirtinên çîrokên te çi û kî ne?

Çîrokên min ne yên berhevkirî ne. Ez bixwe çîrokên xwe diafirînim û dinivîsim. Çavkanî ziman û welatê min e. Xwezaya bajarê min e, Deşta Mûşê ye, Behra Wanê ye Û zimanê şêrîn ê dayika min e. Ez li vê derê ji dayika xwe re spas dikim ku min bi vî zimanê şêrîn mezin kir. Û derfet da min ku ez çanda kurdî nas bikim. Bingeha hemû çîrokên min çanda kurdî ye. Zargotina kurdî ye. Helbet ez dixwazim xizmeta xwe ya ji bo zarokan bidomînim. Ez hem ji zarokan hem jî ji zimanê kurdî gelek hez dikim. Bawer im wê jiyana min di nav zarokan û zimanê kurdî de derbas bibe. Hêvîdar im ez ê di siberojê de bi berhemên xurtir derkevim pêşberî zarokên kurd.

Çi daxwaziyên te ji zarok û malbatên kurdan hene?

Daxwaza min ew e ku zarokên kurd bi zimanê xwe mezin bibin û qada jîngeha xwe bi vî zimanê ava bikin. Bi rastî pêşeroja jimanê an jî zindîbûna zimanê girêdayî zarokan e. Belê, îro li Bakûrê Kurdistanê perwerde ne bi kurdî ye. Ji ber vî rewşê barê kurdî dikeve ser milê malbatan. Divê di nav malê de hertim bi kurdî bi zarokan re biaxivin. Û çîrokên kurdî ji wan re bixwînin.

Li aliyê din hûn govareke bi navê Bar derdixin. Tu dikarî qala wê jî bikî?

Govargeriya kurdî heta niha bi giranî li metropolên wek Stenbolê û bajarên wek Amedê dihatin meşandin. Em çend heval, me xwest em vê rêçûnê hinek biguherînin û me xwest em li Serhedê li bajarê Mûşê ji bo govargeriya kurdî bingehekê ava bikin. Me jimara yekem derxist û belav kir. Em ji karê xwe bextewar in. Hêvîdar im wê ev kovar li Serhedê ji bo govargeriya kurdî bibe mînakeke gelek baş.

Wek ku herkes dizane li Bakur pêla asîmîlasyonê gelek xurt e. Armanca me ew e ku em bi qasî qirşikek be jî, bi qasî hêza xwe pêşî li ber asîmîlasyonê bigrin. çand huner û edebiyata kurdî bi ciwanan bidin naskirin. Berê xort û keçan bidin zimanê kurdî û wan ji asîmîlasyonê biparêzin. Ku em di vêya de piçek be jî bi ser bikevin em ê dilşad bin.

30.04.2016
Ercan Ekinci / K24

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply