Bînaya Sê Qat

Min egal avêt stuyê xwe, qapûtê reş xwekir. Nifteyek, qutiyek titûna Mûşê, kêreke pola , pênç TL yê hesîn, telefona Nokîa Lumîa, destmaleke kevin, nasnameyeke derew, du wêneyên wesîqayî…

Gorên rîs û sapokên gewr min pêkirin. Derîyê malê yê paxir min zirze kir û derketim derve. Hewayeke sar û serma û tarîyeke reş û qîr hebû, ez nişkave cirifîm. Min serê xwe xiste ber xwe û ez aliyê sûka bajar ve meşiyam.

Piştî demekî edî wê şevereşê de lambeyên kûçeyan ên tîrêjzer rêya min ronî dikirin, lê belê min baş dizanibû tav jî nikare şevereşa hiş û hundirê min ronî bîke. Xêncî/bilî min tu evdalê Xwedê nedihate dîtin li wan kuçe û kolanan. Min cixarek vêxist, gulmek jê kişand.
Bajar kesî min rindtir nizanibû. Min her tiştê wî bajarî dizanibû; kanî û xayrat, mizgeft û îbadetxane, tekke û tarîqatxane, meyxane û kerxane…

Kûçik û pişîkên wî bajarî jî min baş dizanibûn, hemûyan re min nav dîtibûn, wan jî ez rind nas dikirin. Lê qet yek jî nedixuya, weke mirovan ew jî ketibûn xewê, xewa mirinê.

Ez kuçeya 71an ve gihîştime kolana Atatûrk, wê demê min qêrînek û hawarek bihîst. Ez lezîyam, min ferq kir ku ew denga ji kuçeya Cananê tê. Ez çiqas nêzî deng dibûm ewqas deng zelal û zêde dibû, nale nal ya keçikekî bû. Keçikê bi Tirkî digot, ‘‘Kîmse yok mû, benî kûrtarin…
Yapmayin lutfen, sîzîn vîcdaniniz yok mû?’’

Bînaya ku dengê keçikê ji dihat min tespît kir, bîna sê qat bû, deng ji qata dudiyan dihat. Binayeke kevin û xirabe bû. Wisa dixuya ku barike kesek lê nedirûnişt. Deriyê bînayê ji daran bû, hema rîziyabû. Min penek derî xist, lê venebû. Ez paşta çûm û hişke hişk pena dudiyan min lêxist û derî vebû.

Min Lûmîa xwe derxist û bi ronahiya wê ketim bînayê. Bêhneke mirarî û gran hebû. Di pêpelîka hêdî hedî û yek û yek derketim. Ez derketim qata diduyan, kêra xwe min derxist û devê wê vekir. Xwehê ser serê min ve avêtibû. Min dilekî tirs û kelecan ve deriyê daîreyê vekir. Ez ketim hundir, sivedereke dirêj derbasbûm û ketime salonê. Kesek tunebû, menzela hemû nihêrî min, lê kesek nedixuya. Ez derketim qata sisiyan û min her cîh û derî nihêrî, lê xêncî çar kêzikên mezin û dû mişkên gewr min dîsa tu kes nedît.
Ez revî revî pêpelîka berjêr bûm, pê min ê rastê şiqitî û ez ketim, milê min herişîbû. Pak bû, tiştek nehate serê Lûmîayê. Ez rabûm, ji wê bînaya neletî derketim. Deng meng jî edî nedihat. Şaş û mehtel, tirs û hêrs min rêya malê girt.

Şeveqa zûtirî ez rabûm, min xwe amade kir û ez çûme kuçeya Cananê: bîna tunebû, di wê deverê bînayeke wîsa tunebû! Min bi kerb got ‘‘Xwedê dibe hişê min bi min re dileyze!’’ Min milê xwe vekir û nihêrî: herişîbû!!!

Serhad BARAN

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply