Bill Gates Ji Bo Zarokan Kêmtirîn ‘Temenê Ewle’ yê Kirîna Telefona Aqilmend Eşkere Kir

Çanda hingofiya (obsession) teknolojiyê evqas pêşve çûye ku heta ew afirînerê endustriya kompîtura modern jî dibêje hewce ye ku em zarokên xwe ji ekranan dûr bixînin.

Bill Gates, di hevpeyvîneke xwe destnîşan kir ku zarokên heta temenê wan nebin 14 lazim e ku nebin xwediyê telefona aqilmend. Ev şîrove, ji hêla pisporên teknolojî û dêûbavtiyê ve maqûl hate dîtin, ji ber ku ev demek dirêj bû wan nîqaş dikir ku divê dêûbav bi rêya alavên teknolojiyê şûmîkirina zarokên xwe berdin.

Bill Gates û jina wê Melînda ku çar sal e di cîhanê de wekî dewlementir kes tên hesibandin, heta 14 saliya wan ji sê zarokên xwe re jî telefona aqilmend qedexe kirine. Bîll û Melînda dibêjin ji bo ku li malê bêhtir sohbet çêbe me sînor xistiye wextên ekranan jî.

Bill Gates di hevpeyvîna xwe de, wiha qala tetbîqkirina koma rêzikan û dîsiplînê kir: “Wexta em nan dixwin li ser masê telefonên me yên berikê li cem me nînin, heta ku 14 salî nebin  bo kirîna telefona berikê destûra zarokên me jî tuneye û berdewamî gazindan dikin û dibêjin ‘yên zarokên din berîya me hebû’. Bi gelemperî em wexta bêekran diyar dikin, ev jî alîkariya wan dike ku di saeteke maqûl de razên.”

Meriv herdem jî bo baştirîn rêyê lê dikole -spartekên malê û têkildarbûna bi hevalan re- û di heman demî de di ku de zêdegavî heye. Dibe ku ev rewşeke pirr kêm jî be, di gel vê yekê ji bo zarokên Awistiryayî dibe ku pirr dereng be.

childrenusingphone (1).png

Her sal rêjeya zarokên ku teknolojiyê bikartînin her diçe zêde dibe. Malbat carna dudilî ne di derbarê bikaranîna telefonên akilmend de.

Li gor lêkolîneke li Awistralyayê dema ku zarok bûn 10 salî, ji her 5 zarokan yekê wan xwediyê telefona aqilmend e. Lê wexta zarok temenê wan dibe 12 ev jimar difire, ji vê şûndetir ciwanên di vê temenê de jî ji çaran sisêyê wan êdî dibin xwediyê telefona aqilmend.

Xebatên bazargeriya teknolojiyê ya digel mirovên ciwan,wexta ku mesele tê ser zarokên wan kesên afirinerê teknolojiyê,hizra derbarê alavên wan di rastiya xwe de gelek tiştan eşkere dike.

Steve Jops damezrênerê Apple beriya mirina xwe bi nûçegihanekekî New York Times’ê re “Zarokên we derbarê îPadê de çi difikirin?” bersiva ku dabû ev bû: “Qet hîna jî bi kar naynin. Ji ber ku me şixulandina teknolojiya di malê de ji zarokan re sînordar kiriye.”

Çavkanî:https://tenplay.com.au/news/national/april-2017/bill-gates-reveals-the-safe-minimum-age-for-kids-to-get-a-smartphone

Çavkanî:http://www.egitimpedia.com/bill-gates-cocuklara-akilli-telefon-almanin-guvenli-yas-sinirini-acikladi/

Werger: Eylem Akıncı

https://perwerdia.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

“Min nekin qurbana teknolojiyê”

Berî her tiştî, ez dixwazim vê yekê bibêjim, ez li hember Instagram, Facebook an torên …

Leave a Reply