Bilindahiya Kolesterolê

Kolesterol Çi Ye?

Di parzûna şaneyên mirov û candarên din de heye û di demarên xwînê de tê bar kirin. Madeyeke organîk û pêkhatî ye. Yekem car di sala 1754 an de di kevirên ziravkê de hatiye dîtin. Navê wê di zimanê Yewnanî de chole(ziravk) û steroz(hişk) û digel bi van peyvan re bi qertafa kîmyewî ‘’–ol’’ ve hatiye dariştin.

Kolesterol Ji Bo Laşê Mirovan Hewce Ye?

Ji bo ku di binyada hemû parzûnên şaneyên mirovan de heye, ji bo domandina jiyanê hewce ye. Divê pîvaneke pendî bête standin.

Bilindahîya Kolesterolê (Hîperlîpîdemî) Çi Ye?

Di xwînê de zehf zêdebûna kolesterolê re hîperlîpîdemî tê gotin. (Derketina li ser asta hemû kolesterolê 200 mg/dl û ji bo LDL kolesterolê 130-160 mg/dl) Di nava gel de bikaranîna gotina ”kolesterolê min heye” bi rastî xelet e. Çimkî di laşê mirovan de bi pîvaneke normal heye û ji bo mirovan hewce ye.

Kîjan Nexweşîyan Ji Bo Bilindahîya Kolesterolê Bingeh Çêdike?

Nexweşînên wekî obezîte, diyabet, hîpotîroîdîzm, ducanî, nexweşîyên ziravrawestenî û nefrotîk sendrom ji bo bilindahîya kolesterolê bingeh çêdikin. Jê cuda alqol, hormonên ostrojen û progesteron, darûyên beta bloker, oral kontraseptîf, dîûretîk tîazîd jî dikare bibin sedem.

Gurayîya Hîperlîpîdemî Di Gelê Me De Çi Qas e?

Di nîvê hemû nexweşên ku temenê wan ji 40 salî zêdetiran de, mêjara toatal kolesterolê ser 200 mg/dl deye.

Divê Asta Bilindahîya Kolesterolê Bi Çi Gurayîyê Bête Pîvandin?

Ji bîst salî şunve, divê mirov 5 salê carekê rûnên xwînê xwe bide pîvandin.

Nexweşên ku bilindahîya kolesterolê li wan hene, bi kîjan gazindan serî lê dixin nexweşxanê?

Bilindahîya kolesterolê bi pirahî heta ku alozî çênebe nîşane nade. Dema ku vekolîna xwînê bête kirin, derdikeve holê. Lê kesên ku kezeb bi rûn û bin çermên wan de girikên rûnê û nexweşînên dil û demaran hebe, bilindahîya kolesterolê hîn gurtir tên ditîn.

Çend Tîp Kolesterol Heye? Ji Vana Hemûyan Ji Bo Laşê Mirovan Xirabe?

Ji bo ku bête fêmkirin di bigehê de kolesterolan wekî ên bisûd û ên xirab em dikarin du cure bikin. Di nava xwînê de bi lîpoproteînan tê bar kirin û li gor dansîteya(tîrbûnî) pêkhatiyan hatiye binavkirin.

Kolesterola bisûd, kolesterola HDL ye (high density lipoprotein). Gel kolesterola HDL re, a bi ‘’xêr’’ dibêje. Çimkî bilindahîya kolesterola HDL xêr e, kolesterolê ku zêde di nava xwe de kom dike û digihîne kezebê. Bilindahîya kolesterola HDL, mirovan ji tengezariya dil û nexweşîyên dil û demaran diparêze. Dema ku HDL di bin 35-40 mg/dl bikeve, ji bo tengezariya dil xetere çê dibe.

Kolesterolên xirab jî LDL, VLDL, IDL ne. Vana dema ku derkevin ser mêjerekî eşkere, ji bo mirovan xirabtir dibe. Ev kolesterolan zêde bilind bibin dîwarên demara xwînê de cih digrin û demaran hişk dikin. Ev hişkbûyîn ji bo tengezariya dil û nexweşîyên din ê demaran re xetereyên mezin çê dike. Bi taybetî jî bilinahîya kolesterola LDL li gor tîpên din hîn xirabir e. Ji bo vî sedemî gel navê LDL bi navê ”lenet” navlêkirine.

Çareya Bilindahîya Kolesterolê Heye? Çawa Em Dikarin Ber Li Wê Bigrin?

Îro, ji bo bilindahîya kolesterolê çareyên gelek bibandor hene û tê bi kar anîn. Ligel çareya bi darû hin tiştinan divê bête kirin.
Mirov divê ji zêde xwarina rûnê û bi taybetî ê hişk dûrkeve.
Kesên qelaw, divê xwe kîloyên zêde bifilitînin û sporeke bipergal bikin.
Ji goştan jî divê goştên masîyan tercîh bikin.

Bimînin di afîyet û sihetê de, tenduristîya xwe biparêzin..

Ferhengok

  • Parzûn: membran, zar
  • Şane: cell, hücre
  • Pêkhatî: combined, bileşik
  • Ziravk: bile, safra
  • Pendî: spesific: belirli
  • Ducanî: pregnanancy, gebelik
  • Ziravkrawestandinî: cholestatic, safra durağanlaşması
  • Derû: drug, ilaç
  • Mêjer: account,miktar, değer
  • Gurayî: frequency, sıklık
  • Alozî: complication, komplikasyon
  • Nîşane: symptom, belirti
  • Tengezariya dil: heart attack, kalp krizi

Derbar Nûjiyan Xan

Ji Rihayê ye, Li Îzmîrê perwerdeya tibe dixwêne.

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply