Bilbil û Împaratorê Çînê (Beşa Yekem)

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran…

Hûn dizanin ku li Çînê, împarator Çînî ye, hemû kesên di bin xizmeta wî de jî Çînî ne.

Berî gelek û gelek salan, seraya împarator, seraya herî delal a dinyayê bû, her derê wê bi porsêlenên pir tenik hatibû çêkirin, ji ber wê diviyabû mirov li hundir pir bidîqat bimeşiya.

Li bexçeyê serayê kulîlkên muhteşem hêşîn dibûn; îca ji bo ku tu kes nikaribe bêyî ku li wan kulîlkan binêre, ji wir derbas bibe, zengilên biçûçik ên ji zîv bi wan ve hatibûn danîn û wan zengilan jî her tim dikir çingeçing. Bi rastî jî her tişt pir delal bû li wî bexçeyî, û ev bexçe wisa mezin bû ku bexçevan bi xwe jî nizanibû dawiya wî digihîje ku derê. Dema mirov demeke dûv û dirêj di bexçe re dimeşiya, mirov digihîşt daristaneke muhteşem ku li wir jî darên mezin û golên pir kûr hebûn. Û ev daristan jî digihîşt heta deryayekê, deryaya şîn û kûr. Îca keştiyên pir mezin dikaribû werin binê wan darên mezin, û li ser yek ji wan daran jî bilbilek dijiya.

Ew bilbil wisa xweş distrî ku masîgir bi xwe jî, ku gelek kar li benda wan bû, dema nîvê şevê diçûn torên xwe ji deryayê bikişînin, wan nikaribû ji wir rasterast derbas bibin. Û ew disekinîn, li wî bilbilî guhdarî dikirin. Wan her carê digot, “Xwedêyo! Çiqas delal distre! Mirov mest dibe!”

Ji her derê dinyayê, ji hemû welatan, gerok dihatin bajarê împaratorê Çînê û dibûn heyranên bexçe û serayê; lê dema ku ew dawiyê digihîştin cem wî bilbilî, wan hemûyan digot: “Li vê împaratoriyê, tiştê herî delal, ha ev deng e!”

Wextê ku vedigeriyan welatê xwe jî, gerokan hemû tiştên dîtibûn ji derdora xwe re vedigotin, û mirovên zane jî derbarê bajar, seray û bexçeyê împarator de gelek pirtûk dinivîsandin. Lê belê wan ew bilbil jî ji bîr nedikir û pesnê wî gelek didan. Helbestvan jî di pirtûkên xwe yên helbestan de rêzên herî delal ji bo bilbilê ku li daristanê, li nêzî deryayê dijiya, saz dikirin.

Piştî demekê, ew pirtûk li her derê dinyayê belav bûn, û rojekê çend heb ji wan gihîşt ber destê împarator. Împarator li ser textê xwe yê zêrîn rûnişt û dest bi xwendina yek ji wan pirtûkan kir. Kêfa împarator gelek hat ji ber ku pesnê bajar, seray û bexçeyê wî dihat kirin. Li cihekî wê pirtûkê ev hatibû nivîsîn: “Bi rastî jî li wê împaratoriyê, ew bilbil ji her tiştî delaltir bû!”

–“Çi?!! Bilbil?!!”, got împarator ji xwe re. “Ê ez wî nas nakim! Di împaratoriya min de, bi rastî jî bilbilekî wisa heye gelo? Lê min qet nebihîstiye jê hatiye behskirin!”

Îca împarator rabû gazî serokwezîrê xwe kir. Serokwezîr, mirovekî wisa pozbilind bû ku, dema kesek ji rutbeya biçûk pê re biaxiviya û jê tiştek bipirsiya, wî jî digot: “P!” Û ev bersiv jî nedihat tu wateyê.

Împarator ji serokwezîr re got:

–“Li gorî gotinan, li vê derê çivîkekî pir balkêş heye, yanî bilbilek! Tê gotin ku di împaratoriya min de tiştê herî delal ew bilbil e. Heta niha li ser wî çima tu tişt ji min re nehat gotin?”

Serokwezîr got:

–“Qet haya min jê çênebû împaratorê min! Ew qet nehatiye van deran!”

Împarator got:

–“Ez dixwazim ku vê êvarê bila ew were vir û ji bo min bistre! Dinya tev dizane ku li vir bilbilek heye, lê qet haya min jê tuneye!”

Serokwezîr dîsa got:

–“Heta niha qet haya min jê çênebû, lê ez ê lê bigerim û wî bibînim!”

Serokwezîr heta jêrê ji derenceyan daket û li hemû salon û korîdoran geriya, û ji her kesê ku rastî wî dihat pirsî, lê belê haya tu kesî ji wî bilbilî tunebû. Îca serokwezîr vegeriya cem împarator û jê re got:

–“Divê Majesteyê min baweriya xwe bi her tiştê ku dixwîne neyne. Herhal tiştên di pirtûkê de nivîsandî, tiştên xeyalî ne, majesteyê min!”

Împarator got: “Lê belê pirtûka ku min xwend, ji aliyê împaratorê mezin ê Japonyayê ve ji min re hatiye şandin; ji ber wê yekê ne mumkun e şaşiyeke wiha çêbe. Ez dixwazim dengê wî bilbilî bibihîzim; hem jî vê êvarê û li vê derê! Eger ew neyê peydekirin, ez ê piştî xwarina êvarê, laşê we hemû mirovên serayê raxim erdê.”

“Ba ba baş e!”, got serokwezîr, û bilezûbez dîsa ji derenceyan daket û hilkişiya, û li hemû salon û korîdoran geriya. Nîvê mirovên ku li serayê dijiyan, tevî serokwezîr virde wirde li derdorê li bilbil geriyan, ji ber ku ew jî pir tirsiyan ku laşê wan ji aliyê qral ve bi rastî jî li erdê bê raxistin.

Dawiyê, wan ji keçeke xizmetkar ku li mitbexê dixebitî pirsî. Keçikê got: “Erê, ez wî bilbilî nas dikim. Ew gelek delal distre. Her êvar, ez destûrê digirim û diçim ji diya xwe ya nexweş re xwarinê dibim. Mala diya min li keviya deryayê ye. Û di vegerê de, ji bo ku hinek bêhna xwe vedim, li daristanê rûdinim. Tam wê demê ew bilbil dest bi stranan dike. Û wekî ku diya min ez hembêz kiribim, hêstirên çavên min wisa tên xwarê!”

Serokwezîr ji keçikê re got: “Ew bilbil divê vê êvarê li vê derê bistre. Eger tu me bibî cem wî, ez ê destûrê bidim te ku tu li mitbexê daîmî bixebitî û bi taybetî jî bi xwarina împarator re eleqedar bibî.”

Îca keçika xizmetkar, serokwezîr û gelek kesên ji serayê, tev ketin rê ji bo herin wê daristana ku bilbil lê dijiya. Dema ku ew bilezûbez dimeşiyan, di rê de çêlekekê oreor kir.

Xebatkarekî serayê got: “Aha! Me peyde kir. Lê li gorî bejna xwe ya biçûk, ev çi bihêz deng derdixe! Ez bawer im min ev deng berê jî bihîstibû!”

Keçika xizmetkar a mitbexê got: “Na, ew ne dengê bilbil e, dengê çêlekan e. Em hê pir dûrî bilbil in.”

Piştî demekê, ji nav avzêlkan beqan kir waqewaq. Serbazekî serayê got: “Ha aniha ez dibihîzim, çi muhteşem e! Ev deng dişibe dengê zengilên biçûk ên perestgehan.”

Keçika xizmetkar got: “Naa, ev beq in wisa deng derdixin. Lê ez bawer im em êdî pir nêzî bilbil in.”

Tam di wê kêliyê de, bilbil dest bi stranan kir. “Hah, ew e, lê guhdarî bikin! Ha li wê derê ye!” got keçikê, û bi tiliya xwe çivîkekî biçûk î gewr nîşanî wan da. Bilbil li ser darekê veniştibû û distrî.

Serokwezîr bi şaş û metel ji xwe re got: “Ez qet nefikirîbûm ku ev bilbil çivîkekî wisa jirêzê ye. Herhal ji ber ku ewqas mirov lê temaşe kirine, ew jî çilmisiye û reng lê nemaye”

Keçika xizmetkar bi dengekî bilind, ji bilbil re got: “Bilbilê delal, împaratorê me yê mezin dixwaze ku tu li ber wî bistrî!”

“Ez ê bi kêfxweşî bistrim”, got bilbil û dest bi stranekê kir. Ew wisa delal strî ku herkes li ber dengê wî mest bû. Serokwezîr got: “Ev deng, mîna dengê zengilên ji camê ye. Ka lê binêrin qirika wî ya biçûk çi bi hêz e! Pir balkêş e, me berê ev çawa qet ferq nekiriye?!”

Bilbil pirsî got: “Ez strana xwe hê jî bidomînim ji bo împarator?”

Bilbil wisa got, ji ber ku ew wisa difikirî ku împarator jî li wir hazir e û lê guhdarî dike.

Serokwezîr got: “Bilbilê min î bêhempa, ez ê pir kêfxweş bim ku tu vê êvarê li serayê tevlî şahiyekê bibî û ji bo împaratorê me yê mezin, bi wî dengê xwe yê muhteşem stranan bibêjî!”

Bilbil got: “Dengê min li nav xwezayê baştir derdikeve! Lê madem împarator dixwaze, bila be, ez ê werim.”. Û bilbil bi dilekî xweş bi wan mirovan re çû serayê.

Li serayê, her tişt hatibû paqijkirin û şûştin. Hemû dîwar û erd, ku ji porsêlenan hatibûn çêkirin, di bin bi hezaran lampeyên zêrîn de dibiriqîn. Kulîlkên herî delal û muhteşem li salon û korîdoran hatibûn danîn. Û li ser wan kulîlkan jî zengilên biçûk hatibûn girêdan. Dema ji derî û paceyan bayê hênik dihat, ew zengil tev bi hev re dihejiyan û dengên pir xweş derdixistin.

Li orteya salona mezin, ku împarator li wir rûniştibû, lîsekî zêrîn ji bo bilbil hatibû danîn. Çi kesên li serayê diman, hemû hatibûn dîtina bilbil. Keçika biçûk jî, ku piştre ew ê bibûya aşpêja serayê, destûr girtibû ku li pişt derî bisekine û li bilbil guhdarî bike. Herkesî cilên xwe yên herî delal li xwe kiribûn û hemûyan li bilbilê binavûdeng dinihêrt.

Û bilbil dest bi stranê kir. Ew wisa delal distrî ku çavên împarator tijî hêstir bûn. Piştre hêstiran xwe berda jêr, herikîn, û bilbil hê xweştir strî. Împaratorê mezin li ber dengê bilbil mest bû û ferman da bila zû cotek şimikên zêrîn ji bilbil re bînin û lê bikin. Bilbil gelek spasiya wî kir û got ku ew xelateke wisa naxwaze. Û bilbil gotina xwe wiha domand: “Min hêstirên çavên împarator dîtin, ev ji bo min xezîneya herî giranbiha bû! Erê! Ez ji xwe pir bi camêrî hatim bixelatkirin, tiştekî din naxwazim!” Piştî wan gotinan, bilbil bi dengê xwe yê nerm û delal strana xwe domand û herkes zêdetir bû heyrana wî.

Piştî wê şahiyê, li ser daxwaza împarator, bilbil mecbûr ma li serayê, di nav qefeseke taybet de bimîne. Lê destûr hatibû dayîn ku ew bi roj du caran, bi şev jî tenê carek karibe derkeve derve bigere. Û diwanzdeh xizmetkar ji bo wî hatin wezîfedarkirin. Piştî ku wextê gera derve yê bilbil diqediya, wan xizmetkaran ji şerîdên ji hevrîşim ên bi piyên bilbil ve girêdayî dikişandin û ew dîsa dixistin nav qefesê. Helbet ev ji bo bilbil qet ne tiştekî xweş bû.

(Berdewam dike)

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply