Bilbil û Împaratorê Çînê (Beşa Duyem)

Di beşa yekemîn de, bilbilê binavûdeng ê daristanê, ku ji her derê dinyayê mirov dihatin li dengê wî guhdarî dikirin û li ser wî pirtûk dinivîsandin, li ser daxwaza împaratorê mezin ê Çînê li serayê, di qefeseke taybet de hat bicihkirin. Dema ku bilbil bi wî dengê xwe yê xweş stran digotin, împarator û tebayên wî hemû mest dibûn, ji xwe ve diçûn. Em binêrin bilbilê me wê li serayê bi çi awayî bijî.

Rojekê, ji împarator re qutiyek anîn. Li ser qutî “Bilbil” hatibû nivîsandin.

Împarator got qey ev jî li ser bilbilê wî yê navdar pirtûkeke nû ye. Lê belê tiştê di nav qutî de ne pirtûkek bû; berhemeke hunerî, yanî bilbilekî mekanîk bû. Ev bilbilê mekanîk bi yaqût û almastan hatibû xemilandin û dengê wî jî mîna dengê çivîkekî zindî bû. Dema ku mirov bilbilê mekanîk bar dikir, wî wekî çivikekî zindî stran digotin, piştre dûvê xwe dihejand û rengorengo dibiriqî.

Dema ku bilbilê mekanîk dest bi stranê kir, herkesî got: “Oh! Ev muhteşem e. Wê çaxê ev herdu bilbil dikarin bi hev re bistrin!”

Û bilbilê rastîn mecbûr ma, tevî bilbilê mekanîk bistre, lê belê ev qet baş çênebû. Ji ber ku bilbilê rastîn bi awayekî xwezahî distrî, bilbilê mekanîk jî li gorî terza valsê ku berê lê hatibû barkirin, stran digot. Îca ji ber cudabûna awayên wan, muzîk pir tevlîhev bû. Lê hosteyê muzîkê got: “Bilbilê mekanîk pir rast distre, qet xeletî tune, hetta, tam li gorî terza perwerdeya min e!”

Îca bilbilê rastîn sekinandin û bilbilê mekanîk tenê strî. Wî bi dengê xwe, bi qasî bilbilê rastîn, guhdar kêfxweş kirin, lê bi reng û tevgerîna xwe, jê eleqeyeke zêdetir dît. Ew bêwestan, li ser hev, sîhûsê caran eynî muzîk strî. Guhdaran dixwest ku ew hê jî bidome, lê belê împarator got ku bila vê carê bilbilê rastîn bistre.

Lê bilbilê rastîn ka li ku derê bû? Kesî ferq nekiribû ku ew ji paceyê firiyaye, çûye daristana xwe ya hêşîn.

Împarator pirsî got: “Ka çi qewimî, çi bû bi çivîkê rastîn?” Hemû qeşmerên serayê bilebil kir û gotin ku bilbilê rastîn ji ber nankorî û hesûdiya xwe ji serayê çûye. Û di ser de jî gotin ku hema ew bila here, çawa be êdî çivîkê herî delal û dengxweş, yanî bilbilê wan ê mekanîk heye.

Piştre bilbilê mekanîk dîsa dest bi strînê kir. Hosteyê muzîkê gelek pesnê bilbilê mekanîk da û got ku ev bilbil, ne tenê ji aliyê şikl û şemala xwe ve, lê belê ji aliyê mekanîzmaya hundirîn ve jî ji yê rastîn pir baştir e. Û wî gotina xwe wiha domand: “Împaratorê min î mezin! Ez benî, mirov nizanibû ka çi deng wê bi çi awayî ji bilbilê rastîn derketa, lê belê mirov pir baş dizane ku bilbilê mekanîk wê kengê, çi deng derxe. Û mirov dikare bilbilê çêkirî ji hev bixe, sîstema şixulîna wî fam bike û binêre ka ew çawa dilîze û distre!”.

Herkesî got: “Em jî bi heman awayî difikirin împaratorê me!”, û hosteyê muzîkê destûr girt ku ew wî bilbilê mekanîk rojekê nîşanî gel bide. Helbet diviyabû gel jî lê guhdarî bikira. Dema ku gel li bilbilê mekanîk guhdarî kir, herkes ji xwe ve çû û bû heyrana wî. Tenê masîgirên feqîr, yên ku berê li bilbilê rastîn guhdarî kiribûn, gotin: “Ev bilbilê mekanîk xweş distre, awazên wî mîna rastiyê ne, lê belê wekî ku tiştek jê kêm be û em nizanin ew çi ye!”

Bilbilê rastîn hem ji împaratoriyê hem jî ji welêt hat qewirandin. Bilbilê mekanîk jî li nêzî nivîna împarator hat bicihkirin û hemû diyariyên ji bo wî şandî, ango zêr û zîv û kevirên nirxbiha, li dora wî hatin danîn. Û çivîkê mekanîk wek “Stranbêjê Herî Payebilind ê Împaratoriyê” hat binavkirin.

Tam salek derbas bû. Êdî împarator, mirovên li serayê û hemû Çînî melodiyên bilbilê mekanîk ji ber dizanibûn. Hemû Çînî êdî li kolanan distrîn, digotin: “Cîq cîq, cîq cîq, cîq cîq, cîq ! Klukluk klukluk klukluk luk!” Erê, bi rastî jî ev tiştekî muhteşem bû!

Lê belê rojekê, dema ku çîvîkê mekanîk wekî her tim distrî û împarator li ser nivîna xwe dirêjkirî lê guhdarî dikir, bi carekê dengek ji nav bilbilê mekanîk derket got “çerq!”; piştre tiştek ji navê firiya got: “çîrq!” Mekanîzmaya bilbilê mekanîk bi carekê ji hev belav bû û muzîk sekinî.

Împarator ji nav cihê xwe hilpekiya û gazî bijîşkê xwe kir. Ma bijîşk dikaribû çi bi mekîneyê bikira? Îca gazî saetçêkerê hoste kirin; piştî gelek ceribandin û xebatan, saetçêker got divê êdî çivîk zêde neyê bikaranîn, ji ber ku çerxên di nav mekîneyê de kevn bûne û ne mumkun e yên nû jî bixin şûna wan. Îca ev çi xemgîniyek bû ji bo împarator û hemû Çîniyan! Piştî wê bûyerê, êdî bilbilê mekanîk tenê salê carek dihat barkirin û stran pê didan gotin.

Ji ser wê bûyerê, pênc sal derbas bûn û li wî welatî xemgîniyeke pir mezin çêbû. Çimkî împaratorê ku di dilê hemû Çîniyan de cihekî mezin girtibû, nexweş ketibû û di nêz de ew ê bimira. Lê hê beriya ku împarator bimire, împaratorekî nû hatibû bijartin û hemû gel li derve, li kolanan disekinî, û ji serokwezîr dipirsîn ka împaratorê pîr di çi halî de ye.

Serokwezîr wekî her tim digot “P!”, û serê xwe dihejand, diçû.

Împarator di nav nivîna xwe ya muhteşem de, bi rûyekî çilmisî û cemidî dirêjkirî bû û qet nedilebitî. Hemû seray wisa bawer dikir ku ew ê di nêz de bimire, û ew li bendê bûn herin împaratorê nû pêşwazî bikin.

Împaratorê feqîr, wekî ku tiştek an jî kesek li ser singê wî rûniştî be, bi zorê bêhn dida distand. Împarator bi carekê çavên xwe vekirin û dît ku Mirin li kêleka wî disekine. Niha ku Mirin li ser dilê împarator rûniştibû, li ser perdeya dora nivîna împarator, qoqên miriyan bi carekê xuya dibûn û winda dibûn. Rûyê hin ji wan qoqan pir kirêt, hin ji wan jî delal û şîrîn bû. Ev, tevgerên baş û xirab ên împarator bûn û li wî dinihêrtin.

“Ev tevgerên te tên bîra te?” got Mirinê ji împarator re. Piştre, wê jê re hemû kirinên wî yên borî vegotin û împarator ji ber wan kirinên xwe di nav xwêdanê de ma.

Îca împarator qîriya got: “Li muzîkê bidin! Li daholê mezin bidin ji bo ku ez van gotinên Mirinê nebihîzim!”

Lê belê Mirinê gotinên xwe domand û bi ser de zêdetir qîriya.

Împarator got: “Muzîîîk, li muzîkê bidin! Tu, çivîkê delal ê zêrîn, qet nebe tu bistre! Min zêr û êşyayên giranbuha dan te, qet nebe tu bistre!” Lê belê ji ber ku tu kes tunebû çivîkê mekanîk bar bike, ew jî nestrî.

Lê ji nişka ve, ji nêzî paceyê, strana herî delal hat bihîstin: ev, bilbilê me yê rastîn bû. Ji ber ku bilbil bihîstibû ku împarator di rewşeke ne baş de ye, ew hatibû ku bi stranên xwe hêvî û teseliyan bide împarator. Û dema ku bilbil strî, rûyên xeyalî yên li ser perdeyê winda bûn, xwîn di canê împarator de zûtir geriya û hetta, Mirin bi xwe jî li bilbil guhdarî kir û got: “Dewam bike bilbilê biçûk! Dewam bike!”

Û bilbil stranên xwe domandin. Wî her carê stranek li ser goristana bêdeng got, ku li goristanê ji kulîlkan bêhnên xweş difûriyan û hêstirên mirovan dibariyan ser şînahiyan. Îca bi saya stranên bilbil, Mirinê bêriya goristanê kir û hêdî hêdî wek mij û dûmaneke spî, ji paceyê derket çû, winda bû.

“Gelek spas, gelek spas!” got împarator. “Çivîkê biçûk î xwedayî, ez te baş nas dikim! Min tu ji welat û împaratoriya xwe sirgûn kiribûyî, lê te ew xeyalên xirab winda kirin û te Mirin ji dilê min derxist! Ka bibêje, ez dikarim te çawa bixelat bikim?”

Bilbil got: “Te berê ez bi xelat kiribûm, împaratorê mezin! Cara pêşîn dema te ez guhdar kirim, min dît çawa hêstir ji çavên te hatin xwarê. Ez ê vê tu caran ji bîr nekim; ancax tiştekî wisa dikare dilê stranbêjekî xweş bike! Ev ji bo min wek mucewhereke bêhempa bû! Lê ji bo ku tu dîsa bi hêz û qewet bî, tu niha razê, ez ê jî ji bo te bistrim!”

Bilbil strî û împarator ket xeweke şîrîn. Serê sibê roj derket û derdor ronî û germ bû. Împarator jî bi siheteke baştir ji xew rabû. Ji xizmetkaran yek tenê jî hê nehatibû, çimkî wan wisa bawer dikir ku împarator êdî miriye. Lê belê bilbil hê jî li ser dara ber paceya wî bû û ji bo wî distrî.

“Tu ê her tim li cem min bî û bistrî”, got împarator. “Ez ê wî çivîkê mekanîk jî bişkînim, perçe bikim.”

Bilbilê dengxweş got: “Na, wisa neke. Heta ku jê hat, wî ev der pir şên kir; ew bila li vir bimîne. Ez nikarim li serayê bijîm. Bihêle, dilê min kengê bixwaze, ez wê demê werim. Êvaran, her carê ez ê ji bo te bistrim, ji bo ku hem kêfa te were, hem jî tu bikaribî bifikirî. Ez ê li ser bextewarî û xizaniyê, li ser qencî û xirabiyê, li ser tiştên ku li derdora te diqewimin lê ji te tên veşartin, ez ê li ser wan hemûyan bistrim!”

“Tu çawa bixwazî, bila wisa be!” got împarator ji bilbil re. Imparator li ser piyan di nav cilên xwe yên împaratoriyê de amade bû derkeve derve.

Bilbil berî ku bifire here, ji împarator re got:

“Ji bo te wê pir baştir be, ku tu ji tu kesî re aşkere nekî ku çivîkekî te yê biçûk heye û her tişt ji te re vedibêje!”

Împarator got “baş e”.

Tam di wê kêliyê de xizmetkar ketin hundir ji bo ku împaratorê xwe yê mirî bibînin, lê ew di cihê xwe de cemidîn û şaş û metel man.

Împarator jî ji wan re bişirî û got: “Roj baş!”

Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply