Bilal Çelik: Roleke wergerê jî ew e ku ziman dîsa vegerîne ser ruhê xwe

Wergernasî wek zanist kengî ket nav akademiyê?

Karê wergerê jixwe ji berê de hebû. Lê di 1972yan de wergernasekî bi navê James Holmes di konferansekê de teqdîmek bi navê Nav û Siruşta Xebatên Wergerê pêşkêş kir. Holmes di wir de karê wergerê dabeş dikir wek wergera sepandî û wergera xwerû ku di bin banê xwe de ya teorîk û ya salixder dihewand. Roja îroyîn jî, dema em dimeyzînin, bêtir xebatên wergera salixder (descriptive) pêş ketine bi teorîyên Gideon Toury û Even Zohar . Vêca fêdeya vê çi ye, em dikarin li ser vê bifikirin. Çima ev pêdivî pêk hat û wan xwest ku wergerê bikin zanisteke serbixwe û li gor hin teorîyan nêzîkî tiştên nivîskî bibin? Bi rastî dema mirov bi çavê wergerê li hin metnên olî, wêjeyî yan zanistî dimeyzîne, mirov dibîne ku tiştekî din derdikeve. Li ser meseleyê, Gideon Toury dema werger rave kiriye gotiye “çandek çi wek werger qebûl bike ew werger e.” Yanî qada wergerê berfireh kiriye.

Nexwe werger li her dem û li her şûnê ne heman tişt bûye. Di nav sal û zemanan re şêwaz, bizav yan maneya wergerê çawa guheriye?

Eger tu bi çavê wergernasiyê lê bimeyzînî, wexta te got ‘werger’ divê li gora dema wê û çanda nivîskî a wê demê wê binirxînî. Em bibêjin di kurdî de jî, di tirkî de jî, di çandên rojhilata navîn yan di çandên dî de jî –çi îngilîzî, çi fransizî, ferq nake –çiqas tu bi berê de diçî sînorên wergerê berfireh dibin û carina dikevin nava hev jî. Bo nimûne, îro dema dibêjin ‘berhemên telîf’ em tiştekî fêm dikin, dema dibêjin ‘werger’ em tiştekî dî fêm dikin, em dizanin çavkaniyek heye û nivîskarekî vê çavkaniyê heye û em wê çavkaniyê ji wî zimanî bi temamî werdigerînin zimanekî dî. Lê dema tu bi demên berê de diçî, tu dikarî li rewşeke cuda jî rast werî. Em bibêjin di sedsala şanzdehan yan hivdehan de helbestek bo kurdî hat wergerandin, belkî yê ku ev kar kirî fikrên xwe jî tevlê kiribin. Wê çaxê tu yê ji vê berhemê re bibêjî ‘telîf’ an ‘werger’? Eger tu bi çavê wergernasiyê lê bimeyzînî tiştekî ku derheqê wergerê de ji te re bibêje heye. Di vê mijarê de xebat û nivîsarên wergernasa hêja prof. Saliha Paker hene. Em dikarin ji bo kurdî jî ji wan sûdê wergirin.

Dema ji alî tesîr û guherînê de lê dinêrim wergerên kitêbên pîroz û wergerên metnên felsefeya antîk tên bîra min. Rola van wergeran di geşedanên dîrokî de çawa bû?

Em bibêjin Rojava, welatên rojava ên wan serdeman, pirranî bi zimanê latînî dinivîsandin. Ji aliyê çand û zanistê ve –zanistên ezmanî, ên bijîşkî –ji aliyê mantiqê ve, gelek pêşketî bûn heta sedsala heftan-heştan. Pêşdeçûyî bûn, berhemdayî bûn. Lê serdema navbera sedsala heştan û sedsala dehan wek ‘serdema zêrîn’ tê hesibandin ji bo Rojhilat, ne ji bo Rojava. Wê çaxê, di dema Ebbasiyan de, gelek tişt ji aliyê tibbê, ji aliyê zanistên ezmanî, ji alî mantiqê, cografyayê û hetta tiştên edebiyatê ve jî hatin wergerandin. Vê piştre ji Rojhilat re û vê gavê dikarî bibêjî ji Îslamiyetê re jî bingeheke zanistî çêkir. Lê mirov tenê wiha bibêje û di ser re derbas bibe, mirov dê heqê wergêran bixwe. Kê ew werger kirin? Bi rastî rola wergêrên Suryanî gelek e di veguheztina zanistê di navbera çandên Rojava û Rojhilat de. Li ser meseleyê, Hûneyn bîn Îshaq û kurê wî û derdora wî gelek ked xwarine.  Ew bi xwe bijîşk bû. Lê tiştên li ser mantiqê jî wergerandin. Arîsto jî wan wergerand, bo nimûne. Suryanî pêşketî bûn, ji bilî zimanê xwe bi yewnanî jî zanibûn û bi erebî jî zanibûn. Û dema mirov di wê serdemê de dibêje Ereb jî divê tenê kesên nijada wan Ereb fêm neke. Ew jî di nav çanda Ereban de dihatin hesibandin.

Wê demê çima dixwestin van wergeran bikin?

Bi rastî gelek sedemên vê hene, wan jî dixwest çanda xwe xurt bikin û hwd lê ev di wergerê de me dibe ser xaleke pirr girîng: hebûna ‘hamî’yan (piştgiran). Wê çaxê rêvebirên Ebbasiyan ji bo ku werger were kirin gelek destekên madî jî dan wergêran û li wan û kar û xebatên wan xwedî derketin û bi vî rengî zanista Rojava derbasî Rojhilat kirin. Rêvebirên wê demê zanibûn ku li Rojava ilm û zanist pêşketî ye û tenê rêyek heye ku xwe bigihînin wê: Diviya ew zanist wergerandana erebî. Helbet rasterast wernegerandin erebî, pêşî wergerandin suryanî û ji suryanî wergerandin erebî. Piştre xwestin rasterast wergerînin erebî yan erebîya wê xurt bikin, carina di ser wergerê re çûn wergerên din sererast kirin. Vê çi kir, vê zimanê erebî jî pêş xist. Ne tenê zanist, ziman jî xurt bû. Tu dibînî ku ew wek xelekekê ye. Çanda zanistê û çanda nivîskî a pêşketî ji Rojava hat veguhestin bo Rojhilat û piştre şaristaniya Rojava pê hesiya ku çandeke wan a wusa xurt û qedîm heye. Lê dê çawa bikirana? Di destê wan de berhemên ‘esil nebûn. Îcar çûn ew berhem cardin ji erebî wergerandin zimanên xwe. Piştî vê, di sedsala dozdehan de êdî li Rojava pêşketinê dest pê kir.

Wergerên ku em ji zimanên biyanî dikin dê xwedî tesîr bin li ser rewş û qedera kurdî?

Tesîra wergerê berê jî hebû, îro jî heye û sibê jî dê her hebe. Tiştekî wiha heye, Even-Zohar dibêje: “Eger çandek di ciyê xwe de sekinîbe, êdî nikaribe tiştekî biafirîne yan jî di qeyranê de be yan jî pir ciwan be ew çand serî li wergerê dide û gelekî tesîra wergerê li wêjeya wê çandê dibe.” Kurdan heta niha gelek kar kirine ku naye înkarkirin, lê ev têrê nake. Niha em dixwazin gelek tiştan bi zimanê xwe bikin. Em dixwazin fîlman jî bikişînin, em dixwazin cûreyên nû ên edebiyatê jî binivîsin. Ên ku bê asteng di van waran de pêşde çûne û xurt bûne hene. Lê ev kêmanî ne tenê tiştekî ji bo kurdî ye, berê îngilîzan jî ji fransîyan tişt wergirtine, fransiyan jî ji elmanan wergirtine. Ev ne tiştekî nû ye ku çandek bi riya wergerê ji yeke dî tiştekî wergire. Werger ji bo kurdî jî pêwîst e ji bo ku zimanê kurdî xurt bibe, eger tu mirovekî afirîner bî dema romanekê dinivîsî da ku karibî qet nebe bê kelem binivîsî. Her wiha pêdivî bi tesîra wergerê heye ne tenê ji bo ziman û edebiyatê, ji bo tiştên zanistî û perwerdehiyê jî pêdivî bi wergerê heye. Ji aliyê din de, werger tiştekî zindî ye, dînamîk e, ji her çandê tiştên pêşketî bi xwe re tîne û derbasî çanda te dike. Lê bêguman ne her tiştê wergerandî…

Tecrûbeya te ya wergerê jî çêbû û te kitêbek ji îngilîzî wergerand kurdî. Di pratîkê de zehmetiyên wergerê çi bûn ji bo te?

Bi rastî min dît ku werger tiştekî bi jan e. Ez gelekî ji wergerê hez dikim lê gelekî bi jan e. Wexta hevokekê ji îngilîzî werdigerînî, tu wê hevokê têdigihêjî, tu dizanî ku bi kurdî jî ew çi ye û tu dixwazî wê bi ruhê kurdî bidî fêmkirin. Lê di vir de tiştên dî jî hene, tiştên berî te ku heta dema te wek goga berfê hatine û tiştên ku tu ji wan re tiştekî nabînî. Li ser meseleyê dema min Girava Gencîneyê werdigerand tiştên derbarê keştiyan û deryageriyê de hebûn. Belkî ew peyv di kurdî de jî hebûn, ne ku nebûn, lê zêde nehatine bikaranîn.

Mînaka peyva ‘naxuda’ tê bîra min di reşnivîsa pêşî a wergera te de…

Bo nimûne, ew… Min di wir de dîsa xwe dispart kurdî. Dibe ku peyvçêkirin jî stratejiyek bûya lê min got tiştekî di çandê de heyî peyda bikim. Ew peyv di teksteke C. A. Bedirxan de derbas bûbû. Min got ez bibêjim ‘kaptan’ jî rast e, lê min xwest peyveke kurdî ku di daldeyê de maye dîsa vejînim. Roleke wergerê jî ew e ku dîsa ziman vegerîne ser ruhê xwe. Peyvên ku di qunc û daldeyan de mane dîsa bixe meriyetê. Min ‘naxuda’ bi kar anî, lê te dî werger pêvajoyek e, piştî ku tu diqedînî diçe ber destên din…

Welhasil ‘naxuda’ di edîtoryalê re derbas nebû, ne wisa?       

Na, derbas nebû.

Tiştekî ku tu werdigerînî yan dixwazî wergerînî heye?        

Piştî Girava Gencîneyê min xwest wergera kitêbên polîsiye bikim. Min dest bi romaneke Agatha Christie, The Murder on the Orient Express, kir, ez hinekî pêşde jî çûm lê karê akademiyê dest pê kir û ez bêgav mam wê bidim aliyekî. Piştî wê min dest bi wergereke din kir, ez dixwazim demildest wê biqedînim. Pirtûkeke farisî ye. Navê wê چشمهایش /Çeşmhayeş e (Çavên Wê) . Ev romaneke Bozorg Alewî ye. Ez hinekî pê de çûm, lê hîn jî maye.

Berê bêtir çi dihatin wergerandin?    

Ji bo kurdî em lê bimeyzînîn, têkiliya kurdî bi farisî û erebî re hebû û tiştên olî, edebî, zanistî dihatin wergerandin. Tabiî mirov bi giştî lê bimeyzîne, her demê tiştên pêşdetir hebûn. Em bibêjin demekê Omer Xeyam di rewacê de bû, wê hingê bêtir rûbaîyatên wî dihatin wergerandin. Piştre dema îroyîn wek mînak romanên polîsîye li pêş in û reng e bêtir ew bên wergerandin. Di wergerê de faktoreke girîng heye, divê mirov li ser wê bisekine, ew jî agent (ajan, kiryar) in ku bi saya wan têkiliya navbera ziman û çandan xurt dibû.

Kî ne ev agent?

Ew têgeh ji aliyê Even-Zohar û Toury ve hatiye berpêşkirin. Agent ew kes in ku meqsedeke wan heye, dixwazin di çanda xwe de guherînekê pêk bînin, ji bo wê bi zanebûn diçin ji çandên din berheman werdigerînin bo çanda xwe û li gora wergera ku wan kirî jî çanda wan diguhere û pêşketinek encam dide.         

Wê çaxê her wergêr agentek e?

Na, her wergêr ne agentek e. Gelek werger tên kirin, tu dibînî, lê ti tesîra wan li ser çanda wan jî nabe. Divê li vê bê nêrîn: werger bûye lê ti guherînek bi xwe re aniye? Yan jî tiştek veguhestiye? Yan jî tiştê ku veguhestiye ji alî çandê ve hatiye qebûlkirin û cardin hatiye hilberîn? Evana jî muhîm in.

 

Li Endulusê karên muhîm hatin kirin…

Li Endulusê ne tenê misilman, cihû jî hebûn û mesîhî jî hebûn. Di nava çandan de têkilî çêbûn. Bi rastî werger kengî dest pê dike? Dema çand li hev biqelipin, têkilî xurt bibin, li wê derê werger jî xurt dibe û rola wergerê jî derdikeve holê. Bo nimûne, çima îro li Îsraîlê teorîyên wergerê pêşketin? Wextê ku xwestin çanda xwe xurt bikin, dîtin ku gelek mirovên wan, ên ku ji Rûsyayê hatin ji çanda rûsî, ên ku ji Elmanyayê hatin ji çanda elmanî, gelek tişt bi xwe re anîne. Ji bo ku zimanê xwe yê ibranî pêşde bibin ji berhemên di zimanên rûsî, elmanî û hwd de sûd wergirtin. Di wan de mirovên şareza jî rabûn li ser van karên ku dihatin kirin û li ser vê dînamîzmê difikirîn jî teorî ava kirin. Li ser meseleyê, Even Zohar teoriya polysystem (pirpergalî) pêş xist. Vê teoriyê şanî me da ku li gor serdeman hin tişt populer in û li navendê ne, hin tiştên dî jî li qiraxê, li qunc û daldeyan dimînin, lê van tiştên di quncan de her tim tiştên nûjen di hundirê xwe de dihundirînin û bi guhertina mercan re dikarin bên navendê û bibin xwedî bandor.         

Biyografi: Bilal Çelik di 2009an de, dema kitêbeke ku 134 sal berê bi îngilîzî hatibû nivîsandin (Girava Gencîneyê/ R. L. Stevenson) werdigerand kurdî, dît ku kêfa wî gelekî ji karê wergerê re tê û meraq kir ku gelo zanisteke vê mijarê hebû ku li serê bixebitiya. Piştre li Zanîngeha Okanê di warê wergernasiyê de mastera xwe temam kir û aniha li Zanîngeha Boğaziçiyê di heman beşê de doktorayê dike. Dema min li konferanseke wergernasiyê a li vê zanîngehê dît ku metnên kevn ên kurdî ji girseyeke nijad-têvêl re pêşkêş dike, ez şa bûm ku kurdiya xerîb û birîndar li nav salonên akademiyê bejna xwe bilind dikir. Ez pê re li pey serpêhatiya dûdirêj a wergerê çûm û li ser yek ji têkoşînên herî girîng ên zimanê kurdî, bizava wergerê, ketim guftûgoyê.

Heftenameya BAS – Ciwanmerd Kulek

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply