Bila xwarina we jî jiyana we jî rengîn be

Diyetîsyen İpek Ağaca Özger dibêje him xwarina ji her tiştî him jî zeîfbûn mimkun e. Ozger kitêbeke bi navê Bi Rengan Diyet nivîsandiye. Di vê kitêbê de rê û rêbazên tîmarbûnê û jiyaneke bi sihet vedibêje. Di kitêbê de dibêje, “Di fêkî û zebzeyên rengîn de antîoksîdan û vîtamînên cur bi cur he ne. Ev antîoksîdan û vîtamînên cuda ji bo tenduristiya mirovan pir baş in.”

Li gorî diyetîsyen İpek Ağaca Özger xwarin û vexwarina insanên me yekreng e û xwarina fêkiyan jî pir kêm e. Ozger di vê mijarê de wiha dibêje, “Zivistanan, em tenê porteqal û mandalînan dixwin. Kesên ku tên cem min ez jê dipirsim, di rojekê de tu çi qas fêkî dixwe. Ez dibînim ku hinek kes pir caran qet fêkiyan jî naxwin. Lê lazim e ku dengeya karbonhîdrat, rûn û proteînan baş were parastin.”

İpek Ağaca Özger destnîşan dike ku her tim xwarina fêkiyekê jî ne rast e. Lewra bi xwarina yek fêkiyê yek antîoksîdan û yek vîtamîn tê girtin.” Ozger wiha dewam dike, “Rengên fêkiyan pir girîng e. Gava xwarinên me yek reng be dibe ku mirov ji wê xwarinê aciz bibe. Loma di nava rojê de lazim e mirov fêkî û zebzeyên bi rengên ji hev cuda bixwe.”

Ozger di derheqê şekirê fêkiyan de jî wiha dibêje, “Hinek pispor dibêjin ‘şekirê fêkiyan dibe sebeba nexweşiya diyabetê’ Ev agahiyeke xelet e. Piştî vê gotinê insanên me ji xwarina fêkiyan dûr disekinin. Kesên ku ji ber şekirê di fêkiyan de fêkiyan naxwin em dibînin ku şîraniyê dixwin, çîqolatan dixwin. Loma em dibêjin ku lazim e mirov di nava rojekê de 4-5 fêkiyên cudareng bixwe.”

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply