Hûn ji der ve hatin bûne bela serê me, Kurdan û cînarên me. Min di beşa nivîsa li ser hatina Selçuqî ya, hatina Kurdistanê nivîsandî bû. Vê car jî li ser zordariya li gelê me û li min û malbata min bûye divê bînim ziman. Lê borîna xwe ji we xwendevanan dixwazim, ku hûn nebêjin gelo çima? qala xwe dike. Dema ku ez zarok bûm, di mal de cînar û rûsipiyên me diaxivîn, Qala du mijaran dikirin.
Dema çibûn leşkeriyê, zordariya ku hatibû serê wan ji hev re digotin. Ku bi Tirkî nizanîbûne, xwendin û nivîsandina wan tunebûye ku bînin ziman. Bi teybetî jî bavê min. Qala Mihaciriyê ( dema li Serhedê ji ber hatina Uris ku reviyabûn, çibûn bajarên der ve ) heya ku çend salan şûnde vegeriyabûn welatê xwe. Bi dehan zarok, bira, xwişk û xismên xwe winda kiribûn.
Ez di van hîs û maceran de hatim, ev gotin û êşa wan min bi zindî dît. Wek qereqol û cendirme hatin herêma me, hemû mirovên me li rasta gund kom kirin û li wa da . Bavê min jî di nav wan da bû, lê çend kes bi tirkî dizanî bûn. Bi vê awa yê min leşkerê Romê nêz ve dît. Min li bal seyda yê gund medrese dixwend. Seydayê min mirovek zana û welathez bû. Duv re ez çûm gundê mala meta xwe dibistanê bixwênim. Ew gund li Deşta Muşê gundek mezin û gundê Ermena bû. Gundê li Muşê bi sedan gundên Ermana hebûn. Li vî gundî dewletê Çaçan, Laz û Tirk bi cîh kiri bûn. Min li bal medresa wê derê li bal Seyda dixwend. Seydayê min û malbata xwe duv re koçberê Avrupayê bûn. Dema ku ez bi betlana Dibistanê dihatim gund, Şewqekî bi hiv û sitêrk li serê min bû. Bavê min pir kêf xweş dibû. Lewre hesab û dayîn û stendinê min dizanîbû. Nameyên zarokên gund ji leşkeriyê dihatin min dixwend û divîsandin.
Duv re zewicim, çûm leşkeriyê û ketibum karê dewletê di qadroyê de dişixulîm û di bajêr de bi cîh bûm. Rewşa min a aborî û ya malbata min hal xweş bûn. Ji ber karên rêxistinî û siyasetê avîtin ser mala min, min girtin, zêdeyê mehek di bin çav de û duv re avîtin zîndanê. Min çawan zarokatiya xwe de ji gundiya û bavê xwe dîtibû, wisan jî leşker û polîsan li min da bû. Êdî leskeriya bavê min an jî serpêhatiya mihacirî û koçberî bala min nedikişand. Zindan û bajaran geriyam. Piştî salan min berdan. Min ji kar avîtibûn em çûne metropolê Tirkî, li wir jî vê car min û zarokên min ve girtin û îskence û duv re avêtin zindanê. Piştî bavê min û gundiya, vê car ji ez bûm şahidê zarokên xwe û qêrin û hewara wan. Duv re min berdan ji neçarî derketim Avrupa. Hîn zarok hatin bal me û hîn jî mane li Metropolan. Dayîk û bavê min temenê wan 80 salî ne me hev nedîtiye. Lewre piştî salên zindanê ji me re cezayek giran dabûn.
Xortek min Parîsê zewicî bû zarokek wan bibû, çibûn konsolosa Tirkî ji ber ku navê wî Merwan (W) bû, qeyit nekiribûn. Me dabû rojnamê û Tv yan nasnama wî ya Firansî heye, lê nikare here Tirkî, lewre ew jî wek min li gorê wan ‘Terore’ Min dît ku li bavê min û dayîka min dan, zarokên min jî li bal min bûn, min wan jî dît û bûm şahid. Newiyê min jî bê nasname ye. Li benda biharek bûm, ku gelo çi dem û wext Azadî were Welatê min? Ez dipirsim ji oldar – bawermend û mirovên rewşenbîr û adil. Ne camêran Di 1071 de hatin me deriyê xwe ji wan re vekir. Ew bûn xwadan ziman ol û rêxistin. Lê ka mafê min. Dayik û bavê min, zarokên min û neviyên min?
Bêziman, bêmedrese, mizgevt, semah û Cem. Dergah û Laleş. Ka em birayên misulman bûn ? We şêx , pîr û hemû rêberên me darvekirin ? Ez dema dia û dilxwazîkî ji Xwida dikim, bi Xwada re bi Kurdî diaxivim û xwe tînim ziman lê lawê Turaniyan, dibên “Kurdî qedexe ye.” Nizanim gazin û Lewmê xwe li kê an kî bikim. Lê destê xwe ra dikim wiha dibêjim” Bila ew roj ne roja Xweda ba! ku hatin welatê min. Lewre ez, dayîk û bavê min, zarokên min. Newiyê min heskiriyên me li bal hev bûna.
Vê nivîsa xwe diyariye yê Kesên li Zînda û Koçberiye ne
Feyzî Mirhesen / Parîs