Bila Ew Roj Ne Roja Xweda Ba! -1

                                                                                                                                  Ev nivîsa min dîyarî yê Kesên li Zîndan û Koçbrîye ne.

Hûn ji der ve hatin bûne bela serê me Kurdan û cînarên me. Min di beşa nivîsa li ser hatina Selçuqiyan, hatina Kurdîstanê nivîsandi bû. Vê car jî li ser zordariya li gelê me û li min û Malbata min bûye bînim ziman. Lêborîna xwe ji we xwendevanan dixwazim, ku hûn nebêjin gelo çima? qala xwe dike. Dema ku ez zarok bûm, di mal de cînar û rûsipiyên me diaxivîn, Qala du mijaran dikirin. 1. Dema çibûn leşkeriyê, zordariya ku hatibû serê wan ji hev re digotin. Ku bi Tirkî nizanîbûne, xwendin û nivîsandina wan tunebûye ku bînin ziman. Bi teybetî jî bavê min. 2. Qala Mihaciriyê ( dema li Serhedê ji ber hatina Uris ku reviyabûn, çibûn bajarên derve ) Heya ku çend salan şûnde vegeriyabûn welatê xwe. Bi dehan Zarok , bira, xwişk û xismên xwe winda kiribûn.

Ez di van hîs û maceran de hatim, van gotin û êşa wan min bi zindî dît. Wek qereqol û cendirme hatin herêma me, hemû mirovên me li rasta gund kom kirin û li wan dan. Bavê min jî di nav wan da bû, lê çend kes bi tirkî dizanî bûn. Bi vê awayê min leşkerê Romê nêz ve dît. Min li bal seydayê gund medrese dixwend, seydayê min mirovek zana û welathez bû. Dûre ez çûm gundek mala meta xwe dibistanê xwend. Ew gund li deşta Mûşê gundek mezin û gundê Ermenan bû. Gundê li Muşê bi sedan gundên Ermanan bûn. Li vê gundê dewletê Çaçan, Laz û Tirkan bi cîh kiri bûn. Min li bal medresa wê derê li bal seyda dixwend. Seydayê min û malbata xwe dû re koçberê Avrupayê bûn. Dema ku ez bi betlana dibistanê de dihatim gund, şewqekî bi hîv û sitêrk li serê min bû. Bavê min pir kêf xweş dibû. Lewre hesab û dayîn û stendinê min dizanî bû. Nameyên zarokên gund ji leşkeriyê dihatin min dixwend û divîsand.

Dû re zewicim, çûm leşkeriyê û ketibûm karê dewletê di qadroyê de dişixulîm û di bajêr de bi cîh bûm. Rewşa min a aborî û ya malbata min hal xweş bûn. Ji ber karên rêxistinî siyasetê avîtin ser mala min min girtin zêdeyê mehekî di bin çav de û dû re avîtin zîndanê. Min çewa zarokatiya xwe de ji gundiya û bavê xwe dîtibû wisan jî leşker û polîsan li min dabûn. Êdî leskeriya bavê min an jî serpêhatiya mihacirî û koçberî bala min nedikişand. Zîndan û bajaran geriyam, piştî salan min berdan. Min ji kar avîtibûn em çûne, metropolê Tirkan, li wir jî vê car min û zarokên min ve girtin û îskence û dû re avîtin zindanê piştî bavê min û gundiyan, vê car ji ez bûm şahidê zarokên xwe û qêrin û hewara wan. Dû re min berdan ji neçarî derketim Avrupa. Hîn zarok hatin bal me û hîn jî mane li metropolan. Dayîk û bavê min temenê wan 80 salîne me hev nedîtiye. Lewre piştê salên zindanê ji me re cezayek giran dabûn.

Xortek min Parîsê zewicî bû zarokek wan bibû, çibûn Konsolosa Tirk ji ber ku navê wî Merwan ( W) bû, qeyit nekiribûn. Me dabû Rojnamê û televîzyonan nasnama wî ya Firansî heye, lê nikare here Tirkyê, lewre ew jî wek min li gorê wan ‘Teror e’ Min dît ku li bavê min û dayîka min dan, zarokên min jî li bal min bûn û min wan jî dît û bûm şahid. Û newiyê min jî bê nasname ye. Li benda biharek ku gelo  çi dem û wextî azadî were welatê min? Ez dipirsim Ji oldar –bawermend û mirovên rewşenbîr û adil. Ne camêran di 1071 de hatin me deriyê xwe ji wan re vekir. Ew bûn xwidanê ziman ol û rêxistin lê ka mafê min. Dayik û bavê min, zarokên min û torinên min an jî newiyê min?…

Bê ziman, bê medrese, mizgeft, semah û cem, dergah û laleş, ka em bira û bisilman bûn?.. We şêx, pîr û hemû rêberên me dar ve kir ? Ez dema dia û dilxwazîkî ji Xweda dikim, bi Xweda re bi Kurdî diaxivim û xwe tînim ziman lê lawê Turaniyan û çeteyên… dibên Kurdî qedexe ye. Nizanim gazin û lewmê xwe li kê an kî bikim. Lê destê xwe radikim wiha dibêjim. Bila ew roj ne roja Xwida ba ku hatin welatê min. Lewre ez, dayîk û bavê min, Zarokên min, newiyê min heskiriyên me li bal hev bûna.

Feyzî Mirhesen / Parîs-Çandname

 

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply