“Bila bazirgan li welatê xwe kargehan vekin”

Pêşketina derfetên çûnûhatinê, înternet û şiyarbûna bazirganên Kurd ên bi normên cîhanê re, bazirgan dest bi hilberandinên din ên bazirganiyê dikin. Piştî salên 2010an Kurdên Bakur ku bi taybetî jî di salên 90î de terka welatê xwe kiribûn, berê xwe careke din dan welêt û dest bi karkirin û bazirganiyên cuda dikin. Yek ji wan bazirganan jî Weysi Dermirhanê ji Batmanê ye ku piştî 15 salên xebata di tekstîl û dikanên li Stenbolê de, berê xwe daye axa bav û kalên xwe. Weysi, di sala 2016an de tekstîla xwe li gundê Dirbêsa ku girêdayî Batmanê ye ava dike. Weysi, li gundê xwe tekstîla xwe vedike û dest bi pakêt û ûtîkirina markayên navdar ên Tirkiyeyê dike. Em weke Heftenameya Basê bi bazirganê tekstîlê Weysi Demirhan re di derbarê karê tekstîlê û tekstîlvaniyê de axivîn.

“Xebatkarên me yên xwedî dîplomaya zaningehê jî hene”

Weysi, çîroka vekirina tekstîla xwe ji me re vedibêje û wiha didomîne: “Di sala 2016an de me tekstîla xwe vekir û niha 30 xebatkarên me hene. Dema me dest pê kir tenê endamên malbata me hosteyên vî karî bûn. Ji bilî me hemû xebatkar ne xwedî tecrûbe bûn. Me bi dilekî fireh ew fêrî karê ûtîkirin û pakêtkirinê kirin. Îro hemû xebatkarên me jî bûne hoste. Çend xebatkarên me yên ku zanîngeh qedandine jî hene. Zanîngeha xwe bidawî kirine û li benda bicihbûna di karê xwe de ne. Naxwazin betal bimînin û em jî li gund in, ji bo van ciwanan dibin derfeteke baş. Piraniya xebatkarên me jî jin in.” Demirhan ji me re qala armancên xwe di vî karî de dike. Demirhan; “Em niha ji markayên mezin re dixebitin. Em niha tenê ûtî û paketê dikin. Armanca me ew e ku em dest bi hilberandina cil û bergan bikin. Hedef û daxwaza me ew e ku em di demeke kin de dest bi hilberandinê bikin. Eger em dest bi hilberandinê bikin dê hejmara xebatkarên me bigihîje 70-75an Wê demê dê karê me berfirehtir bibe û em ê him hilberînin him jî ûtî û pakêtê bikin û bifiroşin. Eger em dest bi hilberandinê bikin, ev, dê tesîreke gelek erênî li gund û gundiyan bike.”

“Xebatkarên me bi giştî jin in”

Tekstîla Baran Groupê di 19ê Nîsana 2012an de li gundê Kaniya Henê ya girêdayî navçeya Hezoya Batmanê hatiye ava kirin. Cîo’yê Baran Groupê Seyfettîn Kılıç ji Basê re qala karê xwe, bazirganî û rewşa xebata tekstîlvaniyê dike. Kılıç dibêje, “Me di sala 2012an de tekstîla xwe vekir. Beriya em vegerin welêt me li bajarên Tirkiyeyê heman kar dikir. Me biryar da ku em li welatê xwe karê xwe bikin, da ku fêdeya me bigihîje welatiyên me. Niha 280 xebatkarên me hene û piraniya xebatkarên me jin in. Zaftirîn xebatkarên me lîse qedandine û çend xebatkarên me jî zankoya du salane (Önlisans) qedandine. Bi rastî jî vegera me bo welatê me kêfxweşiyek çêkir. Em li vir dirûtina kot û penyayan dikin.”

“Em kincan didirûn û dişînin Stenbolê”

Kılıç di derbarê karên xwe de ji me re wiha diaxive: “Em ji fîrmayên mezin ên Stenbolê kar digirin û karê wan li vir, li Batmanê amade dikin û dîsa dişînin Stenbolê. Li gor zehmetî û hêsaniya cil û bergan mehane karkiriya me diguhere lê em dikarin bibêjin bi giştî mehane 45 hezar kar ji tekstîla me derdikeve. Niha em karê dirûtin, şûştin, ûtî û pakêtkirinê dikin.” Kılıç dema ji me re qala xeyalên xwe dike dibêje, em dixwazin bi marqaya xwe, bi navê xwe û karê xwe derkevin bazarê û wiha didomîne; “Di dahatûyê de em ê hejmara xebatkarên xwe bikin 500-600 û dest bi afirandina marqaya xwe bikin. Wê demê ez bawer im ku dê kar û fêdeya me zaftir bigihîje welatê me.”

“Werin bila Kurd jî kar bikin”

Kılıç jî weke Weysi Demirhan bangî karsazên Kurd ku li derveyî welat kar dikin, dike û wiha pê de diçe: “Ez bangî hemû bazirganên Kurd dikim, bila werin li welatê xwe kargehan vekin û welatiyên xwe bixebitînin. Him xebatkar dê neçar nemînin ji welatê xwe dûr nekevin û him jî hûn wê li ser axa xwe karê xwe bikin. Piştgiriya dewletê jî, teşwîqên aborî jî hene ji bo ku hûn vegerin welatê xwe. Yek kargeha ku li welat tê ava kirin ji bo 40–50 malbatî dibe cihê kar û xebatê. Niha Batman ji bo karsazên bi tekstîlê re mijûl in gelekî guncaw e.”

“Ez bangî Bazirganên Kurd dikim; vegerin!”

Eger bazirganên Kurd berê xwe bidin welatê xwe dê Batman jî bikeve nav rêjeya sereke. Weysi di derheqê xebata xwe ku bi salan li Stenbol û bajarên Tirkiyeyê kiriye dike û dibêje: “Îro li Batmanê bingeha karê tekstîl û bazirganiyê gelek baş e. Ew Kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dixebitin jî giştî bi vî karî mijûl in. Ez bangî wan dikim da ku vegerin welêt û li vir karsaz û tesîsên hilberandinê vekin. Bila werin di nav mirovên xwe de van karan bikin. Herêma me gelek paşdamayî ye. Divê em hemû berpirsyariya xwe bicih bînin. Eger ew karsaz jî vegerin welêt û karê xwe li vir bikin, dê tesîreke baş li welêt bikin. Îro li Batmanê bingeha tekstîlê heye. Bila werin û biyaniyan jî bi xwe re bînin û werin. Karê tekstîl û bazirganiya hilberîneriyê li Batmanê gelek pêşketiye. Eger em li vî gundî, li serê van çiyayan dikaribin karê xwe bimeşînin, ev tê wê wateyê ku Batman û herêma me ji bo tekstîlê gelek baş e. Ez di wê baweriyê de me ku wê Batman di warê tekstîlê de bibe mînyatûrê Stenbolê.”

HEFTENAMEYA BAS

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply