Bijîşkekî Jêhatî û Dengxweş: Diljen Ronî

Li vê jîyanê hin kes hene bi pir alîya xwe ji civaka xwe re dibin ronahî, ji ciwanên gelê xwe re dibin rêber û bi xebatan xwe asta gelê xwe derdixin asta şaristanîyê. Yek ji wan camêrên serkeftî û hêja Diljen Ronî bi xwe ye. Diljen Ronî mirovek pir alî ye. Alîyekî wî bijîşk e û alîyê din jî muzîsyen e. Van her du karên xwe jî bi awayekî serkeftî dike. Bi bijîşkîya xwe pirsgirêkên alîyê fizîkî û bi muzîka xwe pirsgirêkên manevî û ruhanîya gelê xwe derman dike. Me pirsên xwe ji canabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me. De ka kerem bikin em hunermendê dilezîz Diljen Ronî ji nêz ve nas bikin.

Jîyana te bala gelek mirovan dikşîne. Tu hem bijîşk î û hem jî muzîsyen î. Tu van her du karan jî bi awayekî serkeftî dike. Jîyana te jîyanek serkeftî û mînakek bê hempa ye. Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Diljen Ronî kî ye?

Ez di sala 1981ê de li Cizîra Botan ji dayîk bûme. Zarokatîya min li Cizîrê derbas bû. Di sala 1993an jî mala me hat Amedê. Min li vê derê dest bi lêdana tembûrê kir. Piştî xewndina lîseyê min li zanîngeha Yuzuncu Yilê Bijişkî xwend. Di wan salan de fêrbûna gitarê û gav bi gav di ber avakirina muzîk û helbestan ve diçûm. Bi hinek komên zaningehê re min xebatên xwe çêdikir. Piştî zanîngehê ez dîsa hatim Cizîrê, hatim welatê bav û kalan min xizmeta Bijişkîyê kir. Her wiha li ser muzîkê jî xebatên min hebûn û di sala 2008an de min albûma xweya yekem ya bi navê “Çend Gotinên Evînê” derxist. Bi rastî gelek hat ecibandin. Di nav albûmê de stranên Nesrîn, Kanî û Awîrên Esmeran bi serket. Piştî çend salan 2012an de albûma min ya duyemîn “Du Demsal” derket. Piştî van herdu albûman min navbeynek da muzîkê. 2017an bi tevahî ku ji stranên klasîk pêktên albûma “Çile – Klasîkên Kurdî” ji aliyê Kom Mûzîkê derket. Paşê 2018an albûma min ya dawî “Xewna Derew” derket.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Ez bawerim 12 salî bûm fêrî temburê bûm. Lê belê hê ez zarok bûm tembûr bala min dikişand. 12 salî heta îro ev 27 sal e lê bi aweyekî profesyonelî ev bû 11 sal ez karê muzîkê dikim.

 

Di vê rê de kîjan mirov û kîjan sazî ji te re bûne alîkar?

Ez dikarim bibêjim ez bi xwe bi xwe ferî tembûrê bûm. Lê belê di çêkirina albûma yekê de hevalê min Seyîthan Kizil bû alikar û rê li pêşîya min vekir. Û her wiha aranjorê min Ayhan Orhuntaş jî kedek mezin daye û hevaltîya min kirîye. Heta îro tu sazî ji min re nebûne alîkar kû ez bi serê xwe bi qeweta xwe hatime heta îro.

 

Dema te biryar da tu yê albuma xwe derxînî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albuman de ji te re bûne alîkar?

Yanî hin kes bûne alîkar lê belê malbata min çêtîr dixwest ez di karê bijişkîyê de bi serkevim. Di derxistina albûmê de ji aliyê aborîya albûma yekem birayê min alîkarî da min û wekî din min hemû albûmên xwe bi qewet û keda xwe çêkir.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî? Bêhtir kijan muzîsyen li ser te bandor çêkirine?

Ez ji rockê hez dikim. Ciwan Haco, Leonard Cohen, Bryan Adams, John lennon, Santana û Jimi Hendrix.

Muzîka tu îcra dikî bi temamî ne klasîk û ne jî modern e; te hem ji rengên klasîk û hem jî ji rengên modern li muzîka xwe zêde kirîye. Van her du rengan jî bi awayekî serkeftî îcra dikî. Tu dikarî ji me re behsa terza muzîka xwe bikî?

Zor spas dikim. Herdem dibêjim jîyana mirov û serpêhatîyên mirov rêya muzîka klasîk û modern vedike. Bandora Cizîra Botan gelek li ser muzîka min heye ku ez bi stranên M. Arif Cizîrî mezin bûme. her wiha Meryemxan, Mihemed Şêxo, Miradê Kinê û hwd. Aliyekê min jî bajarîye. Yanî bandora jîyana bajarî jî li ser muzîk û helbestên min hene. Di albûma min ya “Xewna Derew” de hûn dikarin vê bandorê hîs bikin (bîbînin).

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Ez dikarim bibêjim ku tu dikarî pê muzikê bigihêje zarokek 3 salî heta mirovek 70 salî. Belavbûna wê ji hemû cureyên çandê zêdetir e. Ji ber ku melodî diçê mala wan hemû kesan. Helbest siyasî be jî wê helbestê zarokek 3 salî jî guhdardike. Minak gelek efsaneyên me bi rêya dengbêji hatine heta îro. Dengbêj ji bo çand, huner û hebûna zimanê kurdî re bûne pir û parastîna wêje û dîrokê.

Her stran xwedî çîrokek e. Starana “Diltolaz” çawa derket meydanê? Tu dikarî ji me re qala çîroka wê bikî?

Ciwantîya mirov di eşq û hevaltî û çarna jî di diltolazîyê de derbas dibe. Carna gelek mirov dil dişkîne ji ber diltolazî 🙂 lê paşê aqlê mirov tê serê mirov wê demê jî dereng dibe. Strana Diltolaz min ji bo ciwanan nivisandîye.

Herkes dikare starnan bibêje û bibe hunermend?

Herkes dikare stranan bibêje lê hunermendî tiştekî din e. Afirandina stran û helbestên xurt ne tişteke hêsanî ye.

Bi te muzîka Kurdî niha di çi astê de ye?

Mixabin hê ji me re wext lazim e. Ji ber ku gelek sedem hene. Azadîya muzîkê, azadîya rihnasî, serbestîya ziman, şert û mercên sîyasî, aborî, kêmasîya çapemenî û reklamê. Kêmasîyên her alîyekî pêşveçûna muzîkê girantir dike. Ez bawerim fêr bûna muzîkê û bikaranîna ziman çiqas pêşve biçe ew qas wê hemû cureyên hunerê pêşbixe. Belavbûna bikaranîna ziman pirr muhîm e.

Di nava albumên muzîka kurdî de ya herî bêtir li ser te bandor kirî kîjan bû? Hemû albumên te serkeftî ne lê dîsa jî dixwazim pirs bikim: kîjan albuma te berdilka dilê te ye?

Albûma Ciwan Haco Dûrî, Bilûramin û Sî û Sê Gule. Ya dilê min klasîk M. Arîf Cizirî Yar Gewrê ye.

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Dibêjin ku ji bo ji hev veqetinê hebûna koma heye. Wek min gotî muzîka kurdî aborî jêre lazim e. Çêkirina albûman ne hêsan e û konser kêm in. Bazara muzîka kurdî kêm e. Ji bo vê yekê jî afirandina koman û berdewamîya koman pirr zor e.

Te ji gelek helbestan re beste çêkirîye û ew kirine stran. Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye?

Helbest jîyan e muzîk jî dêngê jîyanê ye. Carna peyvek bi serê xwe çi tişt îfade nake lê bêlê bi melodîk wê peyvê bistrênin wateya wê û tesîra wê mezintir dibe. Ez bawer im newa vê vedike ji bo hestan û peyv jî li serê wê rê rehetî dimeşin.

Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Ji bo guhdarvanan deng, hest û bikaranîna amurên klasîk ez bawerim çêtir bala wan dikişîne. Lê belê her dem mirov dikare bibêje bikaranîna amûran, bingeha muzîkê bi aranjeyeke serkeftî û profesyonelî û herwiha bi helbesteke xurt ez bawerim wê ne xirab be. Lê belê muzîka xirab ji bo hin kesan başî ye.

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Ji ber ku em tiştên nû diafirînin; berhemên nû û modern. Jê re wext lazim e ku bigihêje herkesî û em muzîka rojavayî çêdikin ez bawerim yên vê muzîkê hez dikin kêm in. Ez bawerim ew demê bê ku kurd wê gelek ji muzîka modern hez bikin. Stila Rock, pop, reggae, jazz û hwd.

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Na. Mixabin nikare. Hin kes hene diçin dawetan belkî ew tişteke qezenc dikin. lê ez dizanim kû heçîyê ku armanca wî hiş û hizrê wî li ser muzîka baş be yanî derdê wî muzîk be ew qezenc nake lê belê feydeke mezin ji bo muzîka kurdî dide.

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Ya herî pêwist ew e ku pêşketin û bikaranîna ziman û fêr bûna ziman e. Eger em zimanê xwe çêtir di jîyana xwe de bikarbînîn em ê çetirtir guhdarîya muzîka kurdî bikin û jêhezkirin wê baştir bibe. Ji xeynî vê yekê divê berhemên profesyonel û cûda bê çêkirin. Yek din jî aborî ye. Mixabin hê jêre wext lazim e. Ez jî li ser vê fikrê me ku muzîkeke bi qelite û profesyonelî bi kar bînin wê çetirtir bibe. Mirov di muzîka cihanê de jî vê dibîne û muzîkên amator sernakevin klîbên xurt û muzîkjenên xurt serdikevin. Helbet muzîk divê ji dil be û tesîrekê bide û jê hest kêm nebe.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply