Bihûşt û Taybetmendiyên Ehlê Wê

 

وَسَارِعُوا إِلَى مَغْفِرَةٍ مِنْ رَبِّكُمْ وَجَنَّةٍ عَرْضُهَا السَّمَاوَاتُ وَالْأَرْضُ أُعِدَّتْ لِلْمُتَّقِينَ (133) آل عمران

                                               

Bawermendên birûmet!

Xudayê mezin, bihişt ji bo bendeyên xwe yên bawermend amade kiriye û bi nîmetên cûrbicûr jî xemilandiye. Ew Xudayê ku di mehkema kubra de xwediyê edaleta mezîn e wan kesên ku di îmtihana dinyayê de bi ser ketin bi bihiştê xelat dike û çi qenciya ku hatî kirin jî bêberamber nahêle. Xudayê mezin wan bawermendên ku daxwaziya bihiştê dikin wiha hişyar dike: “(Gelî bawermendan!) Ber bi lêborîna Xudayê xwe û bihişteke ku firehiya wê  weke erd û asîmanan ve bibezin ku ew ji bo parêzgara (teqwadara) re hatiye amadekirin.[1]Ewên ku bawerî anîn û karê qenc kirin, em dê wan bêxin bihiştên ku di binê wan de çem diherikin û wê her û her tê de bimînin. Soza Xuda rast e. Ma gotina kê ji ya Xuda Teala rasttir e.[2]

Misilmanên birûmet!

Agahiyên di der barê roja dûmahiyê û jiyana bihiştê de di Qurana pîroz û hedîsên pêxember de hene. Xuda Teala di Qurana pîroz û ayetên cûrbicûr de di der barê bihiştê û taybetmendiyên ehlê wê de wiha dibêje: “Me kîn û hesûdiya ku di dilên wan de heyî rakir, di bin wan re çem diherikin. Gotin ku: Pesn û spasî her ji Xuda Teala re bin ku ew bi vê yekê serwext kirin, eger Xuda Teala em pê serwext nekirina, em tu car jî tênedigihîştin. Sond be qasidê Xudayê me digel heqiyê hatine. Gazî li wan hate kirin; ev bihişta ku hûn tê de, ya ku we bi kar û kiryarên xwe bi dest xistiye.”[3] Di sureyê Re’d de pesnên ehlê bihiştê wiha hatine rêzkirin: “Ewên ku peymana bi Xuda re dayîn bi cih tînin û peymana xwe qet naşikînin. Ewên xwe digihînin a ku bi gihandina wê Xuda ferman kirî, ji Xudayê xwe ditirsin û ji pîsiya hesabê dibizdin. Ewên ku razîbûna Xudayê xwe dixwazin, tehliyê dadiqurtînin, bi berdewamî nimêj dikin, ji wî rizqê ku me daye wan bi dizî û eşkere (di rêya Xuda de) didin û neqenciyê bi qenciyê ji ser xwe radikin. (Ew encama xêrê); Bihiştên ‘Adnê ne, ewên ku ew û yên qenc ji dê û bav, jin û dundeha xwe diçine tê de. Milyaket jî ji her dergehî ve diçine ser wan de. Silav li we be! We bi sebra xwe ev xelat heq kiriye, vêca çi xweş encam e.”[4] Di sureyê Mumînun de bawermendên ku ehlê bihiştê ne wiha dide nasîn: “Bi rastî bawermend rizgar bûne, ewên ku di nimêja xwe de di nav tirsê de ne, ewên ku ji tiştên pûç berê xwe vedigerînin ewên ku zekatê didin, ewên ku namûsa xwe diparêzin lê belê pîrekên wan û yên ku milkê wan in ew cuda ne. Gazind ji wan nayê kirin. Nexwe kî bixwaze ji vê wir de here, ha ew in, ên ku sînorê helaliyê derbas kirine. Ewên ku ji emanet û peymanên xwe re parêzvan in. Ewên ku nimêjên xwe bi berdewamî û di wextê de bê kêmasî dikin. Ha ewên ku dibin warisê bihişta firdewsê û ew li wir her û her dimînin.[5]

Misilmanên birûmet!

Çûyîna bihiştê û temaşekirina li cemala Xuda Teala nîmeteke pir mezin e. Xuda di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Wê rojê hin rû geşin. Ew dê li Xudayê xwe binêrin.”[6] Lê razîbûna Xuda Teala ji hemûyan jî mezintir e. Çawa ku Xuda Teala di Qurana pîroz de ferman dike: “Ya ji hemûyan mezintir jî razîbûna Xuda ye. Serfiraziya mezin jî ev e.”[7] Çiqas tişteke xweş e ku di roja mehşerê de bi hisabekî hindik û rûyekî spî mirov bikeve bihiştê û li cemala Xudayê xwe yê mezin temaşe bike.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  Alî-Îmran 133.

[2]  En-Nîsa 122.

[3]  A’RAF 43.

[4]  Er-Re’d 20,21,22,23,24.

[5]  El-Mu’mînun 1-11.

[6]  El-Qiyamet 22,23.

[7]  Et-Tewbe 72.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply