Bîhna Axê

Rojek piştî serê salê bû. Nîvê şevê, ji demê deqîqe dixwarin. Bajarê Moskowayê wek bûkeke derengmayî xêliyeke çîlîspî bi ser serê xwe de berdabû. Berfa ku ji serê sibê de dibariya, li ser banan tu nîşan nehîştibûn. Şewqa lambeyên zer ên ku Meydana Sor seranser dorpêç kiribûn, li ser berfa hûrik hûrik dibariya wek çîkên agir diçirîsîn. Bêyî serxweşên li dora xwe zîz dibûn û dixwestin rêya mala xwe bibînin û çend evîndarên ku xwe li hev pêçabûn û dixwestin gavek berê xwe bavêjin odeyeke germ, meydan vikî vala bû. Qubên Qesra Kremlînê yên bi rengên birqok hatibûn boyaxkirin di bin berfê de wenda bûbûn. Avahiyên dora meydanê yên bilind di nav bêdengiyeke bixof de bûn. Rengê sar yê dêra kevnare sermaya meydanê zêdetir dikir. Sermaya vê şeva sala nû, zindî ji meydanê bi dûr dixistin. Keçên çavşîn, porzer û bejinzirav dev ji serê kolanên ku derdiketin meydanê berdabûn û di lobiyên otêlên germ de ji bo qedehên votkayê bi ser xwe de bikin û bedena xwe germ bigrin li hevalên şevê digeriyan.
      Wê şevê gelek sar bû. Nîşana termometroyê li bin sifirê di 35-ê de qerisî bû. Nîjad bi gavên lez ji hêla bakur de ket Meydana Sor û bi hêla başûr ve meşiya. Xwe bi qapûtekî stûr pêçabû. Kolozekî Rusî dabû serê xwe, guhên xwe ji sermayê parastibû lê pozê wî yê piçekî dirêj û serçavê wî dadigirt, bûbû wek gêzereke sor. Herdu dest di bêrîkên qapût de bûn lê ji bo germahiyeke zêdetir, xwe bi bedena xwe ve jidandibûn. Ji meşa wî xuya dikir ku lingên wî ji potînên zexm razî ne. Çavên wî  yên hûrik di kortika çav de wek du zeytûnên reş ên xilorîk dixuyan. Di çavên birqok û gelek zindî de tengezariyek dixuya. Dixwest gavek berê texsiyek bibîne û bi rê bikeve. Li kolanên serê meydanê mêze kir, tu texsî nexuyabûn. Got:
      – «Encax, ez ê bikaribim li ber Stesyonê texsiyekê bibînim» û berê xwe bi wê hêle ve kir.
      Nîjad ji bo pîrozkirina sersalê ji bajarokê Pûşkînê hatibû Moskowayê. Dixwest pîrozkirina sersala Meydana Sor bibîne, dibe ku carek din ev derfet neketa destê wî. Li Batmanê mezin bûbû, paşê li bajarên mezin xwendegehên bilind xwendibûn, lê belê kar bi destê wî neketibû. Ew jî rabibû heta vî welatî hatibû. Xortekî berbiçav bû. Qama wî dirêj, bejna wî zirav bû. Qemeriyê bi awayek sivik û tenik xwe bera ser rûyê wî dabû. Porê wî yê dirêj digihîşt ser milên wî. Xortekî xwîngerm bû, zû diket nav civatê, li derdora xwe dihat hezkirinê. Di demeke kin de zimanê Rûsî ji ber kiribû, di têkiliyên xwe de rastî tu astengiyan nedihat. Ji ber ku Pûşkîn cîhekî biçûk bû di rojên betlaneyan de bi pirranî dihat bajarê Moskowayê.
      Şeva sersalê Nîjad û Sonya ji êvar de li bareke nêzî meydanê rûniştibûn û li vodkayê sor bûbûn. Paşê, wê ji bo şahiya sersalê biçûna meydanê, tevlî kêf û coşa xelkê bûbûna. Sonya sê meh berê li Moskow li vê barê nas kiribû, ji wê rojê de ye, her cara ku bihata vî bajarî dibû mêvanê Sonyayê. Bar tije însan bûn. Te ax biavêta li erdê nediket. Kesên ku li meydanê dicemidîn ji bo xwe germ bikin direviyan baran. Saet di dora deh û nîvê de ew jî rabibûn çûbûn nava qerebalixa Meydana Sor. Di her quncikek meydanê de komên muzîkê yên cûda hebûn. Însanan ew dorpêç kiribûn û bi hev re dans dikirin. Lê koma mezin a muzîkê ji Alamanyayê hatibû û xîtabê hemû meydanê dikir. Muzîka rock’n roll Meydana Sor dihejand, însan jî pê re dihejiyan.
      Di saet 12-yê de wek ku însanên Meydana Sor tevde dîn bibin deng bi xwe xistin û ji bo fîşegên hewayî baş bibînin li valahiya ezman nerîn. Nîjad û Sonya jî tevlî qoroya mezin bûbûn, pêşiyê hevdu hemêz kirin, maç kirin û ketin temaşeya cumbuşa rengan. Fîşeg li dû hev diteqiyan, paşê jî li ezman barana rengan dest pê dikir. Di nav wê coş û şahiyê de saetek zêde derbas bûbû. Hingî li ezman dinerîn stûyên wan qerimî bûn. Vodkaya di nav damarên wan de digeriya bedena wan sist kiribû. Bi zorê li piya disekinîn. Di wî halî de destên xwe avêtin nava hevdu û rêya mala Sonyayê girtin. Wê şevê heta destê sibê bi hev şabûn.
      Divê Nîjad roja piştî sersalê vegeriya Pûşkînê, ser karê xwe lê jixwe pirr dereng ji xewê hişyar bûbûn û ji ber ku destê wî ji Sonyayê jî nebûbû gotibû:
      – «Ma ez rojekê neçim kar wê çi bibe?» Û xwe qet aciz nekiribû. Lê di derengê şevê de jê re telefon kiribûn û gotibûn:
      – «Divê tu serê sibê zû li ser karê xwe bî yan na tu dikarî karê xwe wenda bikî.»
      Gava ji mala Sonyayê derket nîvê şevê bû. Çavên xwe li texsiyekê gerand û heta Meydana Sor meşiya lê ji ber derengiya şevê û sermayê texsî nedîtibû. Ji ber ku nedixwest ji karê xwe bibe bi aliyê Stesyonê ve bi lez meşiya.
      Gava li fetloka dawî ya ku stesyon jê xuya bû fitilî, rûyê wî keniya, texsiyek sekinandîbû û lambeyên hundurê wê vêxistîbûn. Sermayê û qurincokên tevzandinê yên ku di laşê wî de digeriyan ji bîr kir, rasterast berê xwe da texsiyê. Ajovan ji dûr ve ew dîtibû û fam kiribû ku muşteriyek jê re derketiye, hêdîka ji texsiyê daket û li benda wî sekinî.
      Piştî silavê, Nîjad bi zimanê Rûsî daxwaza xwe jê re got:
      – «Ez dixwazim biçim Pûşkînê, tu yê çiqas ji min bistînî?»
      Ajovan serafê însanan bû, dizanibû ku yekî di vê saetê de were mecbûrê çûnê ye. Bersîva wî kin bû:
      – «Ez ê 500 Rûbleyên te bigrim.» 
      500 Rûble ji bo rêya Pûşkînê gelek zêde bû. Nîjad li hember wî derket:
      – «Tu jî dizanî ku ev buha gelek zêde ye.»
      – «Vê şevê çûna Pûşkînê gelek zehmet e, rê tev de cemed e.»
      – «Em hevdu neêşînin, 400 jî pirr e lê ez ê bidim te.»
      – «Bi Xwedê ez rûbleyek jî danakevim.»
      – «Ewqas işk nebe, qene pêncî Rûble dakeve.»
      Ajovan qet xwe aciz nekir:
      – «Vê şevê kêmî 500 Rûbleyî ez nikarim heta Pûşkînê herim.»
      Nîjad pirr hêrs bû, dizanibû ku ajovan ji ber bêgaviya wî vî pereyî dixwaze. Destê xwe avêt deriyê texsiyê bi Kurdî û bi dengekî ku bizorê dihat bihîstinê çêr li dû hevdu rêz kirin:
      – «Min di dêya te kiro, bila yê zêde jî qelenê dêya te be.»
      Rûyê ajovan keniya û bi kurdiyeke durust bersîva wî da:
      – «Kurro qey tu Kurd î?»
      Nîjad ji fedya, cîh tunebû ku pê de bireve, sor û şîn bû, ji rengekî diket rengekî din. Lêvên wî dilerizîn, bi zorê axifî:
      – «Bibore, min nizanibû….» 
      Ajovan bi dengekî bilind keniya û destê xwe li pişta Nîjad xist:
      – «Li ber nekeve, bavê min her roj wî karî bi dêya min dike, ez Ermenî me, bavê min ji Qamîşloyê hatiye vira, hîna jî em li malê bi Kurdî diaxivin.» 
      Ajovan texsiya xwe sererast kir û bi rê ket, hêdî hêdî xemgîniyek li ser rûyê wî rûnişt, çavên wî şil bûn. Paşê li xwe varqilî û bi ser Nîjad de vegeriya :
      – «Kalên we gelek ji kalên me kuştin û bazdan ser pîrikên me lê bîhna axa me ji we tê.»  Wecê wî ji nû ve keniya:
      – «Te min bir axa bav û kalên min, te bîhna axa wan gîhand min, ez Rûblekî jî ji te nastînim.» Ajovan dengê xwe hinekî din jî bilind kir:
      – «Kî Rûblekî jî ji te bistîne, bila dêya wî jina wî be, lo…»

Receb Dildar

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply