Bihêlin Bila Zarok Bigirîn

Ji çend cihan yek jê jî pol e ku zarok, hesta kesayetiyê bi pêş dixin, têkiliyê datînin û bi kesên din re bi hev re mezin dibin. Her perwerdekar dê erê bike ku ev kar ne hêsan e. Zarokên ku nakokî û sanciyên mezinbûnê dikişînin ji bo mamosteyekî ku bixwaze hînbûnên takekesî û dînamîkên komî hevseng bike dijwariyan pêk tînin. Her hefte di karê xwe yê di qada perwedehiyê de bi gelek xwendekar û mamosteyan re dicivim û li ser bi rêya hunerê ve hînbûnê dixebitim. Bi xêra vê di navbera xwendekar û mamosteyan de keysa lêkolîna dînamîka gelek polan kete dest min.

Çima em digirîn?

Çendekek berê ez bi poleke ku di asta dibistana serateyî de bû re dixebitim, dema ku di navbera zarokekî û hevalê/a wî/ê de dûbendiyek qewimî zarok dest bi girî kir. Min bihîst ku mamoste li ber hemû polê jê xwest ku giriyê xwe qut bike. Hemû pol vegeriya û li zarok mêze kir, di wê esnayê de mamsote bi awayekî ji xwe bawer got: “Êdî tu ne pitik î”. Kurikê biçûk hewl da ji bo ku rondikên xwe bisekinîne lewra êdî hem cihekî ewle ku rondikên wî werin pejirandin nemabû û hem jî sedema giriyê wî yan jî girîngiya rondikên wî dihat pirsyar kirin. Ev bûyer, bûyerên ku bi heman awayî hest bi min re çêkiribûn anîn bîra min. Dibê qey piştî temenekî ew tiştê ku dibû sedema rondik û giriyê zarokan divê têxin bin kontrolê yan jî rondik tenê elametên xweser yên pitikan bûn. Dema tê fikirîn ku rondik di hemû jiyana me de ji bo qenciya me ya hestî û zîhnî xwediyê erkekê çawa ye, hînga ev bendeweriyên navborî zirarê digihînin zarokan.

Li gor lêkolînên ku hatine kirin derket holê ku cûreyên binyadî yên biyolojîk û derûnî yên rondikan hene. Çend heb jê li jêr tên rêzkirin.

  1. Dibe ku rondik şêweyê dilsoziyê nîşan bidin. Bo nimûne, kesên ku hestên xwe bi rihetî dikarin îfade bikin, bêtir bi awayê ku jirêzê û bijûnder tên nirxandin meyildarê girî ne lê yên ku di dilsoziyê de pirsgirêka ewlehiyê dikişînin dibe ku bi awayeke ne normal bigirîn.
  2. Rondik dikevin dewsa amûreke girîng ya têkiliyê û eşkere dike ku pêdiviya mirov bi piştgiriyê heye.
  3. Rondik pêvajoyeke derveyî ya derkirinê ye û kîmyasalên ji ber stresê derdikevin ku dibe potansiyela wan a xisarê hebe, ji laşê mirov dûr dixe û stresê kêm dike.

Ku divêtî bi rondikan hebe çima giriyê li pêşberî polê dijwar e? Rondik her tim wek tiştekî ne baş tên dîtin û ev jî tê wateya pirsgirêkeke mezin ya sîstematîk. Ji vir dikarim bibêjim, girî di civakekê de ku bertekên dijûnde nîşanî hestan nadin wek elameteke qelsiyê û xeydokiyê biçûk tê dîtin. Dibe ku rondik di heman demê de hestên bîngehîn yên wek xemgînî û toqandîbûna kesên dîtir jî derxe holê û her mamoste bi hişmendî yan jî ne bi hişmendî, dibe bitirse ku giriyê yekî/ê, yên din jî ber bi aloziya hestî ve bikişîne, nemaze jî ji xwe. Hînkirina tiştekî pergaleke nazik e ku xwedî gelek perçeyên bi hareket e û zarokekî ku digirî jî dibe ku were wateya pergaleke ku hildiweşe.

4 Rêyên Devjêberdana Xweragirtinê bo Girînê

Beyî kuji bo aşkirina yekî bixebite meriv destûr bide ku bigirî, pişgiriya wî/wê kesî dike ku helwesta xwe hestî îfade bike. Bi vî awayî ew hest di dewra xwe ya xwezayî de dikare tevbigere. Ev helwest ji ber ku girîngiyê dide her cûre hestê merivan, hem ew kes hem dînamîkên polê û bi gelemperî jî ji aliyê hemû civakê hêja tê nirxandin. Tevgera bi vî awayî, di heman demê de nîşan dide ku ji bo mirov serpêhatiyeke hestî temam bikin qadeke ewle heq dikin û herwiha bi dilsozî destnîşan dike meriv heyînên hestyar in. Di vê mijarê de çar pêşniyazên min hene.

  1. Cî vekin.

Pêdiviya zarokan bi dem û qadê heye bo ku berteka hîsên xwe tecrûbe bikin û hest bikin. Di vê pêvajoyê de wan bêhnteng nekin, di mijara derbaskirina demê de eşkere bin.

  1. Pejirandin ji daxwazkirinê baştir e.

Xwestina qutkirina girî ji zarokan dijraberê pêvajoya xwezayî ya derbarê agahdarbûna zarokan e. Ji dêvila vê hûn hewl bidin û van hestên bingehîn wek bingehîneke hînbûnê ya zarokan bipejirînin.

  1. Dilovan û rastgo bin.

Zarokekî/ê ku digirî dibe ku carina bixwaze sedema giriyê xwe bi we re parve bike, carina jî dibe ku qet wisa neke lewra hesteke ku ji ber tecrûbeyekê hatibe hînbûnê dema ku dibe girî piştî çend xulakan dibe ku tevlî hesteke din bibe. Guhdarkirina wan bi awayekî dilovan lê bi bidîqet, divêtî bi baldariya ku li hember tiştên jiyane û rondikên wan ku dibe gelek tevlîhev bin, heye.

  1. Bi hev re şêwirîn û bi rêya bagera mêjî ji aliyê hestî ve qadeke ewle ya polê biafirînin.

Mamoste li gor asta polê dibe bixwaze ku xwendekarên ku li hember dijwariyên cuda hestên ku derdikevin holê pênase bikin û îfade bikin ku qebûl kirine. Ger ku her tişt li gor dil be, ev hest wek têgihîn û empatiyê derdikeve holê.


Çavkanî: https://www.egitimpedia.com/birakin-cocuklar-aglasin-gozyaslari-sosyal-ve-duygusal-gelismeyi-nasil-destekler/ 

Nivîskar: Diana Riveria

Werger: Ahmet Subaşı

Derbar Çand Name

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply