Bihayê berhemên gulê çend e?

Bajarê gula yê Anedolê bajarê Îsparta ye. Li bajêr debara piraniya xelkê bi çandina gula ye. Gul di gelek tiştan de tên bikaranîn. Jê parfûm çêdibe, rîçala wê gelek xweşe hem ji bo bêhna bin çengê mirov jê bibe, tê bikaranîn. Ava gulê û kolonya gulê berhemên bi serê xwe ne ku xelk gelek ji wan hezdike. Ji ber din ava wan de alkol tine ye. Hem dikeve nava şampûanê jî.

Bihayê kîloya dohnê gulê (rose oil) 12 hezar Ewro ye. Konkrîta wê yek kîloyek hezar û 350 Ewro ye. Ev jimarên fermî ne yên dewleta Tirkiyê ne. Lê kalîteya wan ferq dike. Texmînî ji 4 ton çîçekên gulê yek kîloyek dohn tê bidestxistin lê ji 350 kîlo çîçekên gulê 1 kîloyek konkrît tê bidestxistin. Ji 1 mîlyon û 400 hezar bişkokên gulan 1 kîlo dohnê gulê tê bidestxistin.

Çandina gulê kareke gelek bi zahmet e. Jê re kedeke baş pêwiste. Weke bi serê derziyê mirov bîrê bikole, ewqas zahmet e. Li dora Îspartayê, di salê de li dora hezar û 500 kîlo dohnê gulê tê hilberîn. Li dora 20 tonê jî kokrît tê bidestxistin. Ev hemû tên firotin bo welatên derve.

Di nava van welatan de, di serî de Amerîka, Kanada, Japonya, Hindistan û welatên Kendavê hene.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply