Bihar Xweş e Li Kurdistanê

Bihar xemla siruştê ye, ferş û mafûrê rengîn ê cîhanê ye.

Gerîyana çol û çiyayan derman e bo mirovan, taybetî jî li bihara Kurdistanê. Bêhna gul û kulîlkan, dengê teyr û tilûran, qebeqeba kewan û ji nişkê da firîna wan di nav giyayê bor da, şireşira avên kanî, dolik, kewî û rûbaran, hewayê pak û paqij…

Wextê mirov pancarî dike, destê xwe dide binê lûşî, rêwas, karî, stirkê û bêhna axa baranê lê dide, çend xweş e!
Çend xweş e, dema ku mirov kuwarkan dibîne! Dîtina kuwarkan gelekî ji xwarina wan xweştir e bawer bikin.

Görüntünün olası içeriği: bitki, ağaç, açık hava ve doğaZewqa agirhelkirinê zor xweş e pê gûnî, dar û darikên hişk. Di bin darên ter da çiq û liqên hişk digerî û hindek kaşê par, dikî destik. Agirê xwe heldikî di kuçikî sêber da. Gava mirov bo çaydanka xwe ya reş kuçikî çêdike, li berên goreyî kuçikî digere û wan li cîyê xwe radike û dibîne ku di binî da mûrî û kêzikan xwe mat kiriye.

Agirê di baranê da duqat xweştir e ji yê dî. Hem sar dibî, hem germ dibî. Rexekî daran kom dikî da agirê te venemire, rexekî cilik û pêlavên xwe didî ber germa agirî, rexekî jî kuwarkên te kom kirî, temîz dikî û xê pêwerdikî didanêye ser polan. Dibine kebab û digel biraderên xwe dixwî. Îca çend tam jê tên! Pif dikî agirî, çavên te tejî kadû û xolî dibe. Kizekiza darên terbûne li ber baranê, serikên wan kefê derdixin ji ber agirî. Nan û çawên ber baranê, çend zehmet jî be xwarin û vexwarina wan jî ji ber serma û teratîyê tamtir dibin.

Görüntünün olası içeriği: yiyecekHeke hewa xweş be jî, dîsa çaw(y)a xwe dem bike û nan û penîrê xwe bîne derê di cantikê/ratibê xwe da. Mêdeya xwe rayêxe ser şînkatîyê. Digel biraderê xwe. Heke kendal be pêyên xwe dirêj bike û heke rast be cîyê runiştinê bi çarmêrkanî rûne ser sifreya xwe ya bi hezar caran ji sifreya qesr û koşkan dewlemendtir.

Hindî lê digerî têr nabî. Li kendalan, li dol û nihalan, li devrûbar û şûwan, li ser zinar û tetan, di nav dar û rêl û dehl teraşan da, di nav gûnî û tewrîyan da, li rexûçanên helalok û bayîlokên kulîlkdayî, li serê çiya û giran… Hindî ku mirov digere, mirov dibêje tebî biçime wê dera hanê jî, wê derê jî, ka wê derê çi heye.

Digerî û digehijiye nav şûnwarên zomeyên berê, kawilên qedîm ên bab û bapîran, rêkên war û zozanên ku êdî çi kes naçe, tejî ber û xîz bûne, hindek cî bezir bûne. Tejî bîrînanên berê yên piçûkatî û ciwanîyê yan jî yên keçînî û xortanîyê tê da ne.

Digerî û dibînî ku şivanekî, pezê xwe yê 5-6 mangan li zivistana sir û seqem di helê da maye, derxistiye înaye nav mêrg û çîmenên biharê bo çerê. Dibêjiyê “dewlet bît şowan!” Ew jî li ser tebîetê biharê, cewabeka xweş û aza dide te: “Ser çawa ser sera bira, tu xêr hati.” Hêj çend meh Bihara Başûrê Kurdistanê - Amîda Kurdmane bo awêrkirina berxik û karikên sewa û şirîn. Ji ber hindê ew jî di nav kerê pezî da ne digel dayîkên xwe. Rexekî diçerin, rexê dî dayîkên xwe dimêjin berxik û karik. Û ji nişkê ve mihîyeka awis dizê, berxê wê dikeve ser çîmenî, di bin darekê an jî berekî da. Berxekî sereş, qule, çîl an jî kej e. Dayîka berxî, vedilûse berxê xwe bi zimanê xwe. Şivan digehe berxî û wî firçik dike. Berx hêdî hêdî hewlê dide ku rabe ser pêyan, her carê bo rexekî dipeşe. Piştî bîstekê radibe ser pêyan û dikeve, radibe û dikeve xarê. Dema hate firçikkirin, hişên wî têne serî û xwe radigire. Hêdî hêdî diçe bin zikê dayîka xwe û devê xwe dirêjî guhanên wê dike da bimêje. Pez qederekî dûr ketiye, feqet dayîka berxî her çend çavên xwe li derdorê digerîne û tê da bigehe kerê xwe, ji ber rehma dayîkatîyê dilê wê nagire ku berxê xwe lêrê bihêle. Piştî ku şivan berxî dide ber milê xwe dayîka wî jî dikeve dû şivanî û digehine nav kerê pezî. Heta ku şivan bo şevê digere malê û pezê xwe dadike helê, çavê wî he li wî berxî ye.

Piştî ku berxik û karikên di nav kerê pezî da hem şînkatî dixwin û hem jî dayîkên xwe dimêjin, têr dibin û li ser mêrg û çîmenan xwe dihelawêjin û gelêk dikevine reqsê. Ev keyf jî her ya biharê ye.

Gelek caran qeza têne serê mirov li geriyana çol û çiyayan. Hindek caran mirov dixuşe û li erdî dikeve, hindek caran ber dibabin û li pêyên mirov dikevin, qelema gûnîyê yan ya gûvîşkê di dest û pêyên mirov ra diçin, mirov di nav dehlî ra derbaz dibe û darek dipeşe û li nav çavên mirov dikeve an jî pêyê mirov li ser berekî şûvê dileze û mirov dike şeppp, di nav avê dikeve, hemû cilikên mirov ter dibin. Bes dîsa jî, ji ber hizûr û keyfxweşîya wê, mirov wan tiştan zû ji bîr dike. Qet hay jê nîne hindek caran.

Görüntünün olası içeriği: bitki, ağaç, açık hava ve doğaMirov hind dilniya û rehet dibe li biharên çol û çiyayên xwe, gelek derd û kul û keserên xwe li wêrê dihêle. Hemû tiştên nexweş heta çend wextekî têne binaxkirin di nav xweşîyên biharê da.

Piştî ku mirov vedigere malê, her biraderek, dê li yê dî bipirsae ka kê çend pancar kiriye an çend kuwark peyda kirine.

Çi gotar û helbest têra cowanîya biharên me nakin. Ne çi kamera têrê dikin ku vîdeo û resmên çiyayên biheybet û xemilandî bikêşin, ne jî çi derhêner têrê dikin ku fîlman çêkin bo delalîyên van biharan. Qet şola çi resaman nîne ku gul û kulîlkên rengîn xêz bikine ser kaxizên xwe. Çi hunermend jî neşên deng û awazên xweş yên çiyayên me yên biharê wek bilbil, kew û kewbaran, bistrên. Heta sibe binivîsim jî, karê min nîne ku ez jî têra xwe behsê siruşta bihara delal a welatê xwe, a Kurdistanê bikim.

Miradxan Şemzînî
12ê Nîsanê 2020/Şemzînan

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply