Bihar li cem Kurdan bi helbestan tê vejandin

Bihara Kurdistanê bihareke rengîn û xweş e. Kurd ku heta niha negihîştine bihara azadî û rizgariya xwe, çavê wan herdem li hatina biharê ye. Hem bihara siruştê ya bedew û hem jî bihara serbestî û azadiyê. Ji demên kevin ve, mijara biharê û hatina wê cihê xwe di edebiyata kurdî de girtiye.

Helbestvanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî bi helbestên xwe behsa bihara Kurdistanê kirine. Karmendê Rûdawê û nivîskar Besam Mistefa çend mînakan ji van helbestan amade kirine.

Gelê Kurd bi giştî û kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jiyaneke tije çile û zivistanên sar û seqem derbas kirine û dikin. Lewma jî çavê wan timî li hatina bihara xweza û azadiya Kurdistanê ye.

Bihara Kurdistanê ya qeşeng di edebiyata kurdî ya klasîk de jî cih girtiye û gelek helbestvanan bi beyt û helbestên xwe yên qeşeng dabaşa bedewiya wê kirine.

Mele Mensûrê Girgaşî ku di sedsala 16an de wefat kiriye, di helbesta xwe ya Beyta Biharê de dibêje: Subhan ji şahê bêçûn. Çi biharek keskûn e. Qadirê Kun fe Yekûn. Ji erdan derbûn uyûne. Kûhîsarê di mehzûn. Bi îzna wî vebûne. Mineqeş bûn cîbal e. Ji palal û beybûn e. Ji dengê reidê biharê. Wê hilat kêrestûn e. Wê nazil bûyî xelat e. Biyaban  tezeyyûn bûne. Beybûnokêt nîhala. Jê têt bêhna muenber. Gerden ji reng piyalan.

Ji bo vîdeo

Dirêjin miskê ezfer. Nezer daye bi cîbalan. Mikemil bûn sor û zer. Seydayê Cegerxwîn di gelek helbestên xwe de behsa xeml û ciwaniya bihara Kurdistanê dike û hatina biharê dişibîne hatina roja nû ya azadiya Kurdistanê: Bihar xweş e çaxê gulan. Çaxê kulîlk û sinbilan. Nûroz û sersala dilan. Kengî bi xêr bêtin bihar? Ba bê û sinbil bên sema. Pêlan bidin avên çema. Talan dikin derd û xema.

Kengî bi xêr bêtin bihar? Xwezka bihar bêtin bilez. Ferman kî serdarê nebez. Em  herne dijmin tev bi bez. Kengî bi xêr bêtin bihar? Bilind dibî ala me jî. Ba lê bidî xweş rahejî. Millet hemî serbest bijî. Kengî bi xêr bêtin bihar? Zanim bihar azadî ye.

Serbestî û dilşadî ye. Doza me cejna madî ye. Kengî bi xêr bêtin bihar?

Seydayê Tîrêj bi peyv û hestên xwe yên nazik demsala biharê dipesinîne û dibêje: 

Keyo rabe binêre, dinya îro bihar e. Guhê xwe tu bidêre, barîna berx û kar e. Qadê kirasekî şîn, wergirtiye bejna xwe. Kulîlk bi sed reng û bîn, li ser qadê siwar e. Mirxe bi kewt û ref tên, ji zozana ber bi xwar. Silav dikin li deştê, bi perwaz û bi par e.

Sazbendê wan e bilbil, bi dengê xwe dinale. Derman dikî dilê kul, biharê xweş bihar e. Her dem ji bo we Tîrêj, dikî kar û xebatê. Ji bo we bûye dengbêj, bi gazî û hewar e.

Jêder: Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply