- Dilemin bi tîtina te bu dîn û har
- Zivistan çu vaye hat bihar
- Dar û çiya bejna xwe xemilandin
- Kulilkê jiyana min behn barandin
- Bi gulekê nabê bihar
- Bi gotinekê nayê yar
- Bi sosin û nergiza reng reng
- Li cîhanê evîna min bu bideng
- Bihar tu çiqas xweş û delalî
- Wek ava zemzem pir zelalî
- Gul vedibin bi renge xwînê
- Hiş ji serê min diçê bi vê evînê
- Yar bi bejn û bal û gerdenîye
- Ronî dikê dilê min ji tenîyê
- Bayê bihare min serxweş dikê
- Dîtina evînê birîne min derman dikê.