Bidlîsî bi şimitandinê zehmetiya zivistanê ji bîra xwe dibin
Bi destpêkirina werza zivistanê re li gellek bajar û deverên Kurdistanê zorî û zehmetî zêde dibin lê kêfxweşiya zivistanê jî nayê jibîrkirin.
Li bajarê Bidlîsê yê Bakûrê Kurdistanê dema berf zêde dikeve mirov xwe li ser dişiqitînin û kêfxweşiyê dikin.
Li bajarê Bidlîsê, cihek taybet ê bi navê Çîtkaya bo xweşimitandinê hatiye çêkirin, dema berfek zêde dikeve zarok, kal û pîr, qîz û xort diçin wir û xwe li ser berfê dişimitînin. [Rûdaw]