Bidet û Xurafe (Xutbe)

 

وَأَنَّ هَذَا صِرَاطِي مُسْتَقِيمًا فَاتَّبِعُوهُ وَلَا تَتَّبِعُوا السُّبُلَ فَتَفَرَّقَ بِكُمْ عَنْ سَبِيلِهِ ذَلِكُمْ وَصَّاكُمْ بِهِ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ (153)    

Bawermendên birûmet !

Dînê Îslamê dîneke wisa ye ku temamê jiyana mirovan kiriye di bin venêrînê de. Dînê me temamê baweriya me bi rêk û pêk kiriye. Çiqas tişteke di dîn de pîroz be, çi ji hêla bawerîyê ve be  û çi jî ji hêla îbadetê, her di pirtûkên olî yên bingehîn de cî girtine. Ew tiştên ji bilî wan tiştên ku di pirtûkên olî yên bingehîn de heyîn tev bîdat û xurafe ne. Bîdat ew e ku tişteke di dîn de tune be û pişt re li dîn hatibe zêdekirin. Ew jî çi weke esaseke dînî û çi jî adeteke bi armanc be. Lê heçîkê xurafe ye ew tiştên ku bawerî bi oxirbûn û neoxirbûna wan heye û ji baweriyên çewt in. Kesê misilman carinan di bin bandora wan baweriyên kevin de carinan jî ji nezanî û carînan jî di bin bandora çanda gelên din de dimîne û berê xwe dide wan tiştên ku dînê Îslamê nepejirandiye, bi taybet gava ku neçar û bê hêvî bibe.

Misilmanên birûmet!

Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha ferman dike: “Bi rastî ev rêya min e, rêya rast û dirust e, bidin pey wê û nedin pey rêyên din, vêca ew dê we ji rêya Xuda Teala qut bikin. Bi vêya ha we şîret dike, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.”[1] Xuda Teala bi vê ayeta pîroz bi şêwazeke zelal û eşkere dide xuyakirin ku dînekî rast û dirust daye wan. Pêxemberê me jî di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “ Çi kesê di vî dînê me de tişteke nû ku ne jê ye lê zêde bike ew lê tê  vegerandin.”[2] Ev hedîs dide xuyakirin ku pêwîst e kesê misilman li hember bîdat û xurefayan hişyar be û ku cihê wan jî di dîn de tune ye. Quran û sinet her cûreyên bîdat û xurafayan red dikin. Lewre ji bilî Xuda Teala pê ve kesekî ku xeybê zanibe tune ye. Ji bo vê yekê Xuda Teala fêlbazî û kahinî qedexe kiriye.

Misilmanên birûmet!

Ji wan xurafe û baweriyên çewt dixwazim ji we re çend mînakan bidim: Di rojên diyar de çûyina li ser ziyaretan, maçkirina kevirên tirb û mezelan, serjêkirina heywanan li ser ziyaretan, birina nexweşan li ser ziyaretan hewarxwestina ji miriyan, daleqandina morîkên nezerê bi xanî û erebeyan ve û nezewicandina di navbeyna her du cejnan de. Bila em baş bizanin şîfa derd û derman tev ji Xuda ne û ji wî pê ve jî keseke ku şîfayê jî bide tune ye.

Misilmanên birûmet!

Eger em bixwazin ku dinya û axreta xwe ava bikin bila em ji bîdat û xurafeyan xwe dûr bikin. Dema em li civaka xwe ya îro dinêrin ji ber ku dînê xwe ne ji pirtûkên Îslamê yên bingehîn û zanyarên olî digrin ev bîdat û xurafe di nav civakê de rûniştine. Vêca pêwîst e em di bin rêberiya aqil û ronahiya wehyê de li hember bîdat û xurafeyan têkoşînê bikin. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “Çi kesê gaziya mirovan bike bi bal şop û rêçeke qenc ve weke xêra wan kesên ku emel pê kirine jê re xêr heye bê ku ji xêra wan ên din tiştek kêm bibe û çi kesê gaziya mirovan bike bi bal şop û rêçeke xirab ve jî weke gunehên kesên ku pê emel kirine jê re guneh heye bê ku ji gunehên wan ên din jî tiştek kêm bibe.[3]

Mele Cewadê Girdarî-ÇANDNAME

[1]  El-Enam 153.

[2]  Buxarî silh 5.

[3]  Mislim Îlm 16. H.1373

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply