Bi Xêra Mîr Celadet Bedirxan

Bi xêra Mîr Celadet Bedirxan

 Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê

Erê Mîro! Bi xêra serhildan Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin..

Belê, bi xêra mîr Bedirxanê mezin, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî ji me re hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hatiye danîn, zimanê me bûye xwedî alfabeyek xweser.. Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.

Erê, bi xêra herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan; Hawar û Ronahî û Stêr û Roja Nû yên birayê wî Dr. Kamîran Bedrixan nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hişyar..hwd. Hem jî bi weşana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin.

Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin.. Ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.

Mîr Celadet yê ku gotiye: Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e.

Mîr Celadet Bedirxan

 

Bi vê helkeftê ji mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan re dibêjim:

Ezbenî Sînemxan! Bav û bapîrên te bingehê kurdewariya resen ji bo me Kurdan danîne û wek ku kurdan gotiye: Heçî berê gula zerê.. Ez jî, gulek ZER wek zerbûna roka ku di nav rengên ala me Kurdistanê de diçirisîne, pêşkêşî cenabê te dikim. Û her wiha silavên gerim ji bajarê Cizîra Mîr Şeref û medreseya Mîr Evdal.. Ji çiyayê Cûdî û keleka Nûh pêxember.. Ji Melayê Cizîrî û Baxê Îrem.. Ji medreseya Sor û qutabiyên wê.. Ji Îsmaîl Ebû Elizê Cizîrî û afirandinên wî.. Ji Seqlanê Mema û peravê çemê Dicle.. Ji çiyayê Herekolê Azîzan û pezkoviyên wê.. Ji Burca Belak û Şaneşînê.. ji te re pêşkêş dikim..

 

Konê Reş

www.candname.com

Derbar Konê Reş

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply