Ev helbest di civata zarokan de tê gotin, di şevê zivistana yên dirêj, dema bav zarokan kom dike û ji wan re dixwîne.
Ev helbest bê awaz û mûzîk e tenê bi helbestkî tê xwendin. Ew jî pareke ji çanda Kurdî resen e di herêma Botan de tê xwendin.
Bi xêr hat kanûn e
Bi xêr hat û kanûn e.
Berfê serê çêl û çiya hêsûn e.
Kewgîrvan rûniştî ne.
Li halê xwe girî ne .
Şape di mala xudiyê kewê de bêto.
Kewê kaxez biriye welêto .
Çû pira xûlika .
Derbas bû pira celika .
Çû şkefta devrêzê .
Mam îsivê li ber pêzê .
Ji wî dipirsî ,kî rê xweş e kî rê nexweş e?
Heçiya riya nizarêye nerm e lê berfê girtiye .
Heçiya riya berojêye reş e lê hişk e .
Heçiya hêşetîne mirovin dirin.
Qûtî ji sêv û xiyara dikirin .
Qebalê tavêjin stûyê kewa dibirin .
Heçiyên ferxînin mirovin miskînin .
Samûrê zer hiltînin .
Qûtê kewa dimînin.
Kew çû newala rubestê .
Kewa kir qêrîn û qestê .
heçkî jina Melê nên bavêje teştê.
Kew çû newala bihêlê .
Heçkî jina melê nên bavêje ser sêlê .
Kewê got ez mêkew im mêkewa rengîn im.
Salê 25 ferxika dertîn im.
15 da did im 10an li welêt vedigerîn im.
Salih Elî
Têbînî:
Ev helbest hatiye gotin ser devê xudê jê razî bavê min Elî Sîs ji gundê Sewêdîyê başorê Dêrka Bota.
Û hatiye parastin di nav belgeyên birayê hêja Ehmed Reşîd ji gundê Quldûman ji sala 1980an ve .