Bi Xelatan Roja Xwe Reş Nekin

Bêguman zarok  pêşeroj, hêvî û bingeha netewa ne , neteweyên ku qedir qîmet didin zarokên xwe mezin û şaristanî ne; yên zarokên xwe piştguh jî dikin, di nav şaristaniyê de wek însanên hoveber (îlkel), wek nezan û belengazan dijîn. Helbet qedirdayîna zarokan ne  tenê bi serguh û kinc in, hestên wan , ramanên wan, fikra wan hwd.  Divê van hemûyan bidin berçavan.

Gelo di nav şaristaniyê de kurd çiqas qîmetê didin zarokên xwe û çiqas pêşeroja xwe ronî dikin?

Ez zarok bûm nû diçûm dibistanê, min gava di malê de bi kekê xwe an apê xwe re peyvên tirkî xeberdida rûyên wan geş dibûn, li xweşê wan diçû bi tirkiya min. Min her dema didît ez tirkî dîpeyvim malbata min kêfxweş dibe, min xwe zêdetir berve tirkî dikişand ji ber ku peyvên tirkî êdî ji bo min rêya hezkirinê bû. Min xwe gelek motîve dikir ez zûtirîn hînê tîrkî bim û ji bo, di nava hevalan de fortan biavêjim û bêm çavan.

Û heta merheleyekê jî wisa bû, ez heta zanîngehê bêyî ziman, bêyî fikir û bêyî raman hatim. Jixwe min hin hevalên kurdîhez û welatparêz nasnekira dibe ku ez niha MIRÎ bûma! (bê ziman, bê jiyan e) Eferim û hezkirinên malbata min yên ji bo zimanê tirkî,  ji bo pêşeroja min û pêşeroja malbata min jehr bû! Her çiqas digotin: Eferim lêbinerin kurê min çiqas xweş tirkî diaxive, ez ewqas jehrgirtî dikirim û ewqas pêşeroja min dikirin mij û dûman.

Psîkologê navdar yê psîkolojiya tevgergeriyê Skîner dibêje: ‘organîzmayek çi karî dike bila bike bê destekkirin, organîzma zûtirîn wê tevgerê hîn dibe.’ Vêca zarokên kurda her dema peyvên tirkî bikartînin û bi eferim û rûgeşbûnê têne xelatkirin, vê kirinê zûtir hîn dibin û zêdetir xwe bervê didin. Helbet nabêjim zarokên we her dema peyveke tirkî bikaranîn lêdin û bitirsînin, heke hûn zarokan bitirsînin dibe ku zarok bi rikê we ve be jî xwe zêdetir berva tirkî bikşîne. Lê hûn dikarin her dema zarokên we peyveke tirkî bikaranî jê re rastiya wê ya bi kurdî bêjin û her dema zarokên we tiştekî kurdî xweş got xelat bikin û rûyekî geş bextewariya xwe nîşan bidin. Ji ber ku, di hînbûnê de organîzma bi xelatan zûtir hîn dibe, ceza jî ji bo organîzmayê ne tiştekî baş e.

Ji bîr nekin, berxa çê ber kozê çê ye. Hê zarokên we xwe zimanên biyanî motîve nekirine dest biavêjin pêşeroja xwe, pêşeroj (zarok) wek masiya ne, carekî destên we de şimitî êdî zû bi zû venagere. Bi hêviyeke pêşerojeke ronî û zelal, bi hêvîyeke zarokên bi fikir û ramanên xwe bi kurdî.

Rêzan Erzirom felsefevan.org

30.03.2016

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply