Bi Serokê Komeleya Nûbihara Ya Şaxa Wanê Re

 

B.WANî:Em dixwazin di serî de we bi kurtasî nas bikin, serokê Nûbihara Şaxa Wanê, yanî Mamoste Henifi TAŞKIN kî ye?

 

Mamoste H.TAŞKIN: Ez xelkê Panûsê, ji gundê Taşxûna me. Min dibistanaseretayî li gundê xwe xwend. Çar salan di medreseyên heremê de dersên erebî xwendin, ji alîyekî din ve min beşa îmam Xetîba Panosê xwend.Piştê dibistana amadehî(lîse)yê, min li zanîngeha YYÛ’ya Wanê, beşa mamostetîya wêneyê xwend. Pîşt re jî di sala 1998’an de min destpêkirina mamostetîye kir, niha jî li Wan’ê, didibistanekê de mamostetîyê dikim. Ez xwe wek xwendekar û hezkirîyekî Nûbiharê dibîn im. Hêjî ez di Komeleya ŞaxaWan’ê de caran dibim mamoste, caran jî dibim xwendekar. Ez salane abone û xwendevanê Nûbiharê me.

Ez zewîcîme, sê heb(lib) jî zarê min hene.

 

B.WANî: Belê Mamoste, em pênasîna we pir kêfxweş bûn, niha jî em dixwazin hûn ji me re, eleqeya; komele, kovar û weşanên Nûbiharê çi ye, ev her sê nirx yek in an cuda cuda ne? Geşedana van her sê nirxan çawa çêbû ye, yanî kîjan jî yên dîn re pêşengî kiriye?

 

Mamoste H.TAŞKIN:Kovara Nûbihar di sala 1992an de dest bi weşana xwe kiriye. Piştî wê Weşanxaneya Nûbiharê hatîye damezîrandîn. Eleqayek organîk dinavbera komele û kovarê de tune ye. Komeleya Nûbiharê di sala 2011 de ji alîyê xwendekar û dildarên Nûbihar’ê ve navenda wê li Amed’ê hate damezirandin .Piştê damezirandina wê me jî ji bo ku ev xebatên pîroz li bajarê Wanê jî bên kirin me jî heman demê de li Wanê şaxa Nûbiharê vekir. Jixwe Komele navê Nûbihar’ê ji Nûbra Ehmedê Xanî standîye. Nûbiharê li qontara çîyayê Gîlîdaxê, dema ji alîyê zanayên mezin Ehmedê Xanî ve gul çawa hatibû çandin û bi wî awayî ew gul hêjî, çêdibe û bi navê xwe ve jî mezin dibe. Nûbihar bû kovar, Nûbihar bû komele, Nûbihar bû weşanxane… Nûbihar wek qevdî qevdî bi xwe, xwe zêdekir. Binyeta xebata Nûbihar’ê, bi alîkarîya Xweda, xizmeta bawerî,çandî û hûnera gel e. Em xebatên xwe bi vê hişmendiyê ve didomîn in.

 

B.WANî: Mamoste, çend şaxên komeleyên we hene, li kuderê xebat dikin, navenda komelaya Nûbîharê kîjan e?

Mamoste H.TAŞKIN: Niha navenda Komeleya Nûbiharê li Amed’ê ye, bilî Amed’ê; li vir (Wan), Mêrdîn û Êlîh(Batman)ê jî şaxên komeleyên me hene. Ev her çar komele bi hev re têkildarin.

 

B.WANî: Armanc(mîsyon û vîzyon)a Komeleyên Nûbîharê çî ne?

Mamoste H.TAŞKIN: Qest û mebesta komeleya me ew e ku wek bibe xerç di nav çand û hunera Kurdî de. bibe pir di navbera do û îro de. Em gelek caran dibe ku panel û seminer dibe ku jî atolyeyên Zîmanê Kurdî, Wêjeya Kurdî û hwd. xizmetê dikin. Yanî Komeleyên Nûbihar’ê ji bo geşadana ziman,çand û hûnera Kurdî xebitîye û dê xebatên xwe jî bi vî awayî bidomîne.  

 

 

B.WANî: Bi rastî em dikarin bibêjin warê Wêjeya Kurdî de weşanên Nûbîharê pir xebat û xizmet kirine, li hemberê van tiştan xebatên komeleyê çi ne, an jî em bibêjin heta niha gorê we xebata komeleyê ya herî gîrîng çi bûye?

 

Mamoste H.TAŞKIN: Jixwe karê çand û hûnera Kurdî de heta niha çi hatibe kirin, hemû jî girîng in. Em van hemû xebatan girîng dibînin. Hûn jî zanin ku, çand u hunera Kurdî bêxwedî mabû, di halê xwe de dihela, em jî bi muqabilî vê bişavtînê ji nû ve lib û lib gulîlkê Nûbihar’ê diçînin. Em dema xebat dikin em du helwestan ji xwe re wek zagonekê dibînin. Yek ew e ku; hewceye karê em dikin gorî bawerîya îslamê be, ya duyem jî ew e ku; dema em xebatekê dikin, hewceye di nav gelê Kurd de ne bibe sedema levxîstîn û dîjmintîyê, ev her du tişt prensîbên komelaya me ye. Ev prensîp ji Kovara Nûbihar’ê jî diecibînîn xwe re prensîp digrin.

Em dixwazin bibin wesileya silhê, biratîye, aştîye. Jixwe girîngî û ferqa Komeleya Nûbihar’ê ya herî mezin ev e.

 

 

B.WANî: Ji hêla Fêrbûna Zimanê Kurdî, li komeleya we çi xebatan dike, di salêkê de kêmzêde çend xwendekar li komeleya we hînî Kurdî dibin?

Mamoste H.TAŞKIN: Me heta niha gelek panel,konferans û semîner pêk anîne. Em ê ji ve pişt re jî van xebatan bidomînin. Me sala berê dîvana Melayê Cizîrî û Mem û Zîn’aEhmedê Xanî xwend. Îsal jî em ê pîrtûka hz.Bedîûzzeman, asarî bedîye yanî dersên civakî, her haftê wek seminerekê bîkarbînin. Di salên pêşîyê de me komê wêneyê ji bo zarokan avakiribûn û atolyeyên Zîmanê Kurdî vekirî bûn. Li komeleya me heta nîha 10-15 komên atolyeya Zimanê Kurdî bi serkeftî bidawî hat. Di her komên Zimanê Kurdî de me deh û pazdeh kez hînî zimên kir. Heta niha bi berhevî 200 kes, di asta yekem, duyem û ya sêyemîn de serkeftî bûne me jî bawername daye wan.

 

B.WANî: Dema hûn xebatên xwe dikin, hûn gelê Wan’ê çawa agahdar dikin. Gelê Wan’ê çi qas haydar e?

Mamoste H.TAŞKIN: Dema ku em panel û semîneran organîze dikin, em bi broşûr û pankartan mileti pê agahdar dikin bilî vî jî, jixwe malpera me (www.komanubihar.org) jî heye, em li ser vê malperê jî hemû xebat, daxuyanî û agahdarîyên xwe biweşînin.

 

B.WANî: Mamoste, em hatin dawîya roportaja xwe, peyam û daxwaza we, ya herî dawîyê çî ye?

Mamoste H.TAŞKIN: Eger karê em dikin ji hêla gelê me ve jî bê ecibandin em jî pê gelek serfîraz dibin. Înşeallah gel xebatên me razî dibe. Bi piştgiriya xwendekar û dildarên Nûbihar’ê em ê van xebatan bi gîhîne astake bilind.

Armanç û xwesteka me ya herî girîng ew e ku, aştî û aramî bi keve nava gelê rojhilata navîn. Bi taybetî, em ji bo gelê Kurd re jî, dua dixwazin.

Navnîşana komeleyame; libeşyola (riya armûşê)îpekyolê, Tîcaret xaneye Nedîm Odabaşî, qata 6’emîn e. Em li vir xebatên komeleyê di domînin. Derê me ji herkesî re her tim vekiriye. Yê ku bixwazin, di kare bê komeleya me, sohbetê bike, pirtûkan bixwîne, çayeke me vexwe… jixwe gelek caran bi taybetî jî aboneyên kovara Nûbiharê tên rûdinin, dîwan û sohbet dikin, lihev dibînin; em jî bi van tiştan gelek kêfxweş dibin. Disa em dibêjin; derê me jî herkesî re vekirîye…

Ez ji bo van xebatên we spas dikim, di karê we de jî serkeftinê dixwazim.

 

B.WANî: Ez jî ser navê xwe û ser navê malpera me (www.kurtdîlîedebîyatî.com) ji we re spas dikim. Di xebat û xizmetên we de serkeftinê dixwazim, Xwedê alîkarî we be…

Bedreddînê WANî – WAN – 18.12.2016

Kurdiliedebiyati.com

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply