Bi Rûmet Onur Kaya re hevpeyvîn – Vedat Yeler

Sînemaya Kurdî hebûna xwe li ser ziman û jiyana Kurdan ava dike. Divê mirov têkîliya gelê Kurd û Sînemaya Kurdî, li ser van bingehan û li gorî guherîna cîhanê bifikire û binirxîne.   

Li Ser Sînemaya Kurdî û xebatên Sînemaya Serbixwe bi edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Onur Kaya re hevpeyvina Vedat Yeler.

Ez ê bi edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Onur Kaya re di vê hevpeyvînê de li ser çend mijarên Sînemaya Kurdî û xebatên Sînemaya Serbixwe bisekinim. Ez van mijaran bikurtasî bi sê aliyan ve girêdayî dibînim. Yek gel e, yek kedkarên sînemaya kurdî ne û yek jî bindestî ye. Û li ser van û wekî van, gelek mijar û pirsgirêkên ku em pê biaxivin hene. Ez pir zêde dirêj nekim. Gotinê ji edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Onur Kaya re bihêlim. Bila ew me bi xebatên xwe ve ronî bike.

 PIRS: Bi awayek dîrokî û rojane di nav hunerên kurdan de Sînemaya Kurdî cihekî çawa girtibû û digire? Ji ber vê yekê tu têkiliya gelê Kurd û Sînemaya Kurdî çawa dixwînî? 

BERSIV: Wekî ku tê zanîn, sînema ango “Hunera Heftemîn” li gorî hemû hunerên bingehîn, hunereke ciwan e. Û di nav xwe de hemû hunerên nûjen û qedîm dihewîne û  ji bo hemû zanistan jî qadeke bêhempa û girîng diafirîne. Di heman demê de, li erdnîgariya rûyê erdê sînema ji bo îfadekirina fikr, hest û ramanan, huner û amûreke herî bandorker e. Di nava hunerên kurdan de jî “Sînema” li gorî hunerên din hunereke nû û ciwan e. Nêzîkî ev sî salan e Sînemaya Kurdî derfeta pêşveçûnê dîtiye û gelek fîlmên serbixwe yên Kurdî li seranserê cîhanê di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî de têne nîşandayîn û di gelek beşan de xelat werdigirin. Pêşveçûna hunera heftemînê bi girêdayî endustrîya fîlman e, Sînemaya Kurdî jî wekî hemû sînemayên cîhanê, bi pêşveçûna endustrîya fîlman ve pêşdetir bikeve. Ji ber xwezaya xwe Sînemaya Kurdî, weke dîrokî û rojane li bandorê dengbêjî, muzîk, mîtolojî û hunerên din ên kurdî, çand û jiyana kurdan de dimîne û ji aliyekî din bi bandora teknolojî û modernîzmê fîlmên bajarî jî têne kişandin û wekî din hin derhêneran fîlmên cur bi cur jî dikişînin. Loma, Sînemaya Kurdî hebûna xwe li ser ziman û jiyana Kurdan ava dike. Divê mirov têkîliya gelê Kurd û Sînemaya Kurdî, li ser van bingehan û li gorî guherîna cîhanê bifikire û binirxîne.

P: Bi kurtasî di dema niha de pêşketin û kêmasiyên Sînemaya Kurdî ên herî girîng çi ne û bi çi ve girêdayî ne? Tu vê çawa dibînî û çawa dinirxînî? 

B: Nêzîkî sî salan e, Sînemaya Kurdî bi fîlmên serbixwe ve, ji bo pêşveçûna xwe derfeteke mezin peyda kir û fîlmên kurdî li seranserê cîhanê di gelek festîvalên fîlman de birserketin û serdikevin. Di dema niha de pêşketinên herî girîng ên Sînemaya Kurdî, fîlmên ku ji aliyê derhênerên serbixwe û bi ruha amator ve hatine kişandin e û bi bandora wan derhênerên biserketî; gelek derhênerên ciwan jî fîlmên nû û resen dikişînin û li welêt û hemû cîhanê beşdarî festîvalên fîlman dibin û xelat hildigirin. Her çar parçe kurdan û diyasporayê de, bi taybetî li Başûrê sektora sînemayê bi pêşde diçe, fîlm û rêzefîlmên nû tê kişandin û li gelek bajarên kurdan festîvalên fîlman ên navneteweyî têne li darxistin; ev rewşeke dilxweşker û hêvîder e. Kêmasiyên herî girîng ên Sînemaya Kurdî ev in ku endustrîya fîlman ango sektora sînemayê, ji ber hin sedeman, li gorî gelek dewletên din, bi giştî pêş neketiye û yek jî, gelek fîlmên kurdî nikarin ji bilî bernameyên festîvalên fîlman salonên nîşandanê peyda bikin.

P: Di çar aliyê Kurdistanê de tu, rewşa Sînemaya Kurdî çawa dibînî anjî dinirxînî? Bandora sînoran li ser Sînemaya Kurdî bi çi awayê derdikeve nav holê û tu, cudatiya vê çawa dinirxînî?

B: Di çar parçêya Kurdan de li gorî demên berê, Sînemaya Kurdî ji bo pêşveçûna xwe derfetên girîng peyda kir û nêzîkî sî salan e fîlmên kurdî li hemû cîhanê di festîvalên fîlman de têne nîşandin û xelatên fîlmê baştirîn, derhênera/ê baştirîn, senaryoya baştirîn hwd. werdigirin. Ji bo Sînemaya Kurdî bandora sînemaya derhênerê mezin ê kurd Yilmaz Guney gelek girîng e. Û li dû Yilmaz Guney, di Sînemaya Kurdî de gelek derhênerên xelatgir û biserketî yên wekî Behmen Qubadî, Nîzamettîn Ariç, Hiner Saleem, Şewket Emin Korkî, Mizgîn Mujde Arslan, Kazim Oz, Huseyin Karabey û Erol Mintaşî derketin û derhênerên ciwan û nû jî derdikevin, bi fîlmên xwe li seranserê cîhanê tên naskirin. Helbet sînoran bandorên neyînî li ser Sînemaya Kurdî dike, lê wekî berê jî nîne, bi saya teknolojîyê sînemageran dikarin bi hêsanî têkevin têkiliyê û bi saya festîvalên fîlman, televîzyonên kurdî û malperên vîdyoyê dikarin fîlmên hev temaşe bikin û berhemên xwe bigihînin temaşevanên xwe. Ji ber vê yekê jî di dema me de bandorên neyînî yên sînoran her ku diçe kêmtir dibe û bi saya teknolojîyê di navbera mirovan de sînoran radibe.

P: Gelek hunermend û derhênerên Kurd ji ber bindestî û nasnameya Kurdî hunerên xwe bi zimanên din derdixin nav holê. An jî di nav hunerên wan dê Kurdî gelek kêm e. Tu vê pirsgirêkê çawa dibînî? Û tu van huneran ji bo sînemaya kurdî çawa dibînî û dinirxanî?

B: Rast e, hin hunermend û derhêneran ji ber gelek sedeman û bi taybetî jî bi bandora zimanê perwerdehiyê berhemên xwe bi zimanên din diafirînin û derdixin holê. Zimanek dema ku bi taybetî di warên perwerdehî û aborî de zêdetir tê bikaranîn wê demê bipêşdetir diçe û vê yekê li bandorê hemû qadên jiyanê jî dike. Divê zimanê Kurdî li hemû qadên jiyanê bêhtir were axaftin û were hîn kirin, û divê bazara zimanê geş bibe. Sînema, hunereke bihatir û bandorker e. Wekî ku hemû cîhanê, ji bo sînemaya Kurdî jî pêşveçûna endustrîya fîlman pêwîst û girîng e.

P: Dema ku ez li xebatên Sînemaya Serbixwe dinhêrim; bikurtasî ez dibêjim: Sînemaya Serbixwe  ji bo Sînemaya Kurdî platformek dewlemend e. Ji ber vê ez dixwazim hinekî li ser armanca Sînemaya Serbixwe û rewşa wê bisekinim. Sînemaya Serbixwe bi armancek çawa derket nav holê û îroj bi angorî rewşa Sînemaya Serbixwe tu vê armancê çawa dinirxînî/dibînî? 

B: Ez, ji çend salan vir de li ser nûçegihaniya çand-hunerê dixebitim û di derbarê sînemayê de nivîsan dinivîsim û nûçeyan çê dikim. Min berê Fanzîna Sînemaya Serbixwe’yê malpereke bi navê  “www.sinenuce.com”ê vekiribû û weşana vê malperê jî ji ber sedemên aborî salek berdewam kiribû. Piştî navberekê em fikirîn ku kovar an jî fanzîneke sînemayê derbixin, û hest û ramanên xwe yên li ser sînemayê bi vî awayî bînin ziman. Di dawiya sala 2018’ê de hejmara yekem a fanzîna me weke dîjîtal derket li pêşberî xwendevanên xwe û di Îlona 2019’an de jî malpera me dest bi weşanê kir. Di warê nûçe û nivîsên çand-hunerê de, bi taybetî jî di mijara malpereke sînemayê ya bi kurdî de kêmasiyek hebû. Armanca me jî ev e ku nûçeyên fîlm û xebatên derhênerên kurdî û yên cîhanê çêbikin, li ser sînemayê gotar, nivîs û hevpeyvînan amade bikin û biweşînin, fîlm û xebatên hunera heftemînê derbixin li pêşberî sînemahezan.

P: Tu, îroj dirûşma Sînemaya Serbixwe “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema…” li ku derê dibînî?  Bandoriya vê hevokê bi xebatên Sînemaya Serbixwe ve ji bo Sînemaya Kurdî îroj tê çi wateyê?

B: Me weke fanzîna “Sînemaya Serbixwe” bi dirûşma “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema…” re dest bi weşanê kiribû. Ji ber ku sînema, him ji bo civakê û hunerê him jî ji bo jiyanê tê kirin. Vê dirûşmê bi ya min kurtasîya hunera heftemîn’ê ye û rengê dilê wê dide der. Ji zû de ye ji bo hemû huneran nîqaşeke li ser vê mijarê tê kirin û hin kesan dibêjin; “sînema ji bo hunerê ye,” hin kesan jî dibêjin; “sînema ji bo civakê ye.” Sînema jî wekî hunerên din di heman demê de dikare bibe hunerî û civakî. Û ew li gorî nêrina derhêneran û ji ber şert û mercên jiyanê jî diguhere. Sînema, weke hunerek bi formên civakî û hunerî ve zimanê xwe diafirine û hebûna xwe ava dike û xwe nû dike. Bandoriya hevoka “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema…” bi xebatên fanzîna me ya Sînemaya Serbixwe ve ji bo Sînemaya Kurdî û sînemaya cîhanê îro tê vê wateyê ku sînema, divê him ji bo civakê û him ji bo hunerê be. Bi ya min hunera heftemîn; çi hunerî, çi civakî be ferq nake, divê her tim li pey rastînê be û divê xwe bi formeke estetîk û resen biafirîne.

P: Pirsên min li vir qediyan. Ez ji bo keda Sînemaya Serbixwe ji dil de gelek spas û pîroz dikim. Bi vê hevpeyvînê jî bêhtir kêfxweşbûm. Gelek spas û serkeftin. Û gotina dawiyê jî ji te re dihêlim heval Rûmet Onur Kaya. 

B: Gelek sax bin û zor spas dikim, ji ber vê hevpeyvîna xweş ez jî pir kêfxweşbûm. Di vê navberê de amadehiyên hejmara nû ya fanzîna me ya “Sînemaya Serbixwe” didome û hejmara me ya 3yemînê jî di demeke nêzîk de derbikeve li pêşberî xwendevanên xwe û sînemahezan.

Çavkanî: nupel.net

https://candname.com/sinemaya-serbixwe/

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply