Bi rastî jî 50 hezar gotinên pêşiyan ên kurdan hene?

Pirs zelal e; “Bi rastî jî 50 hezar Gotinên Pêşiyan ên kurdan hene, yan hema her tiştî em li ser navê gotinên pêşiyan qeyd dikin?” Niha xebateke nû bû sedem ku em vê pirsê bikin û bikevin dû bersivê. Em ketin dû, me lêkolîn kir û me ji pisporan jî pirsî.
Weşanxaneya Sîtavê li Wanê weşana bi kurdî dike. Heta niha gelek pirtûk weşandine lê niha xwe amade dike ku pirtûkeke nû ya Gotinên Pêşiyan ku ji 4 cildan pêk tê biweşîne. Pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu ve hatiye amadekirin. Weşanxaneyê ragihand ku di pirtûkê de dê 50 hezar heb Gotinên Pêşiyan hebin(1). Ji aliyek ve ger bi rastî 50 hezar gotinên pêşiyan hebin ev yek di dîroka kurdan de rekorek e, li aliyê din jî pirsa “Gelo” derket holê.

Pirtûkên Gotinên Pêşiyan

Heta niha gelek kesî gotinên pêşiyan dane hev û weşandine. Di yên hemûyan de hejmar pênc hezarî derbas nake. Mesela yê Abdurrahman Aydogdu 4500 heb têde hene. Yên ku me karî diyar bikin heta niha van kesan gotinên pêşiyan dane hev û pirtûkên wan derketine: Çiya Mazî (Berbang), Abdurrahman Aydogdu (Na), Abdulkadir Bingol (Na), Bêwar Diyadînî (J&J), Mehmet Oncu (Nûbihar), A. Balî (Pela Sor), Huseyîn Denîz (Kaynak), Abdurrahman Benek (Nûbihar), Mustafa Borak (Berfîn), Prof.Dr.Ordîxanê Celîl û Prof. Dr. Celilê Celîl (Wardoz), Mela Ûsivê Celalî (Sîtav), Occo Mahabad (J&J).

Di tirkî û almanî de hejmara gotinên pêşiyan

Berî em pirsên xwe li pisporan bikin me li yên xelkê jî nêrîn. Tirkiya Tirkiyeyê ev nêzî 100 salan e zimanê dewletê ye, lêkolîn li ser dibin, perwerdehî tê dayîn. Me lê nêrî, li ser mijara me di “Ekşî Sozluk” a tirkî de ji bo hejmara gotinên pêşiya wisa gotine: “Nurettin Albayrak hejmara gotinên pêşiyan ên di tirkiya Tirkiyeyê de 18.838 heb diyar kirine.” (2)

Almanya qala sedan hezaran gotinên pêşiyan dike. Germanîst û şair Karl Simrock di sala 1863’yan de pirtûkeke bi qasî 12.396 gotinên pêşiyan nivîsiye û gotiye hejmara gotinên pêşiyan wekî hejmara stêrkan e û tu kes nikare biqedîne. Li aliyê din di heman çavkaniyê de li ser Karl Friedrich Wilhelm Wander jî tê sekinîn û tê gotin ku wî di sala 1862’yan 5 rêzepirtûk amade kirine û ew îdîa dike ku 250 hezar (250 000) dane çapkirin. Di vê beşê de wisa tê gotin, “Her almenek bi kêmasî ve 300 gotinên mezinan (pêşiyan) dizanin û her zarokek alman kêmî sed î.” (3)

Dubendiya 50 hezar hene-tune ne

Di vî warî de 6 kesên li ser karê xwe hakim in me hilbijartin û ji wan pirsî. Pisporên kurdî yên dibêjin “erê hene” jî çêbûn, yên dibêjin “tune” jî. Yên dibêjin “hin kes biwêjan jî li ser navê gotinên pêşiyan belav dikin” jî û yên dibêjin “Ka bila derê, em binirxînin” jî… Mînak Roşan Lezgîn dibêje “ne mimkûn e”, lê Zeynelabidîn Zinar dibêje, “Di kurmancî de ne mimkûn e lê ger ji hemû zaravayan be, zêdetir jî dê hebin.” Niha em binêrin ka wan çi got û dê encam here ku… Fermo…

Zeynelabidîn Zinar: 50 hezar gotinên kurmancî ji min re giran tê

Dema qala lêkolînerên folklora kurdî bê kirin yek ji kesên ku pêşî nav bê bîra mirov jî Zeynelabidîn Zinar. Ev 40 sal in wî bi dehan pirtûkên foklorîk ên kurdî wekî çîrok, mamik, gotinên pêşiyan û hwd dane hev û çap kirine. Ew dibêje “Ger pirtûka Oncu li ber min ba min dikarî yek bi yek bigota ka ev gotinên pêşiyan e yan na” û van lê zêde dike: “Pêşî dibêjim ku hêjayê pîrozkirinê ye. Ez jê re serkeftinê dixwazim, bi hêviya gelek berhemên din… 

Pêşî dixwazim bêjim ku çar zaravayên kurdî hene û kurmancî jî yek ji wan e. Di wan çar zaravayan de, 33 devokên cuda hene. Di kurmanciya me de jî, yazdeh devok hene. Lê hebûna 50 hezar gotinên pêşiyan ên kurmancî, ji min re hinek giran tê dîtin. Lê dibe ku nivîskarî gotinên pêşiyan, biwêj, mamik û hin tiştên wisa tev gotinên pêşiyan hesibandibe. 

Îcar eger em bêjin ku di her çar zaravayên kurdî de 50 hezar gotinên pêşiyan hene? Dibêjim, belkî zêdetir jî hene. Lewra zimanê kurdî pir dewlemend e.

***
Roşa Lezgîn: 50 hezar ne mimkûn e. 

Dema kirmanckî (zazakî) tê gotin, yek ji kesên ku pêşî tê bîra mirov Roşan Lezgîn e. Wî ligel xebatên xwe yên din 20 sal îdyom û gotinên pêşîyan yên zazakî berhev kirine. Ew dibêje, “Ne mimkûn e 50 hezar gotinên pêşiyan hebin” û vana lê zêde dike:

“Min ji sala 1997’an heta 2017’an berdewam îdyomên (biwêj) zazakî berhev kirin. Yanî ji bîst salî zêdetir min berdewam îdyomên zazakî berhev kirin. Çapa pêşî ya Îdyomên Zazakî di sala 2005’an de weşîya, têde 2700 heb îdyom hebûn. Lê min ev xebat dewam kir. Axir çapa diduyan jî 2017’an de weşîya, di çapa dawîn de hejmara îdyomên zazakî yên ku min berhev kirine giha 5400 hebî. Di vê navberê de min gotinên pêşîyan jî berhev kirin, ez bawer dikim ji hezar hebî zêdetir in. Min hemî manayên wan nivîsîne, yanî bi terzê ferhengê amade kirine. Di zimanan de îdyom zêde ne, yanî di zimanên dewlemed de mimkun e ku bi qasî 10 yan 15 hezar îdyom hebin, lê gotinên pêşîyan ji dehan diduyê biwêjan ancax hene. Yanî eger di zinamekî de 15 hezar îdyom hebin, gotinên pêşîyan ancax 2000-3000 hebin.”

***
Zana Farqînî: Ka bila derkeve em binêrin

Zimanzan Zana Farqînî ev 30 sal in peyvên kurdî berhev dike. Di destpêka 2000’î dema Ferhenga Mezin a Kurdî  (Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) weşand kesî bawer nedikir ew qas peyvên kurdî hene. Farqînî dibêje “Warên xebatê yên li ser zimanê kurdî hîn taybetmendî ango spesîfîk nebûne, loma hîn pir hewce bi xebatên cur bi cur û berfireh ên têkildarî vê qadê heye. Hîn zengînî û kapasîteya zimanê kurdî baş derneketine holê û eşkere nebûneb” Farqînî wiha didomîne: “Gava ez li ser amadekirina ferhenga xwe ya pêşîn dixebitîm, baweriya gelek kesan ew bû ku bi qasî 50 an 60 hezar bêje di kurmancî de hene. Di ferhenga Kurdî-Tirkî de tevî berdewamiya serê madeyan ez gihîştim 166 hezarî. Ev xebat hîn berdewam e û ji 200 hezar madeyî bihurî ye. Dev ji biyaniyan berdin, kesên kurd jî heyirî diman û digotin min ku ‘Te ev kelîme gişt ji ku anîn, ma ew qas peyv di kurdî de hene?!…’

Ez bêm ser xebatên Mehmet Oncu: Ez wî pir ji mêj ve dinasim. Kedkarekî zimanê kurdî ye, xwedî ked e, mala wî ava. Ez pê dizanim ku bêyî rawestan zend û bend hildane û dixebite. Pirs li vir ev e; kalîte, naverok, pisporî û edîsyon… Ji gelek aliyan ve li ser xebatên wî mirov dikare raweste û nirxandina bike. Ev li aliyekî, li aliyê din jî ez bi gotineke pêşiyên me bibêjim “Gerek nedîtî meriv nebêje heft û nîv e.” Pêşî dîtina berhemê piştre nirxandina li serê… Tenê meraqa min ew e ku gelo gotinên pêşiyan û biwêj başebaş ji hev hatine veqetandin an na? Ji ber ku cudakirina wan a ji hev, pir dijwar dixuye, hewcehî bi hûrnêrînekê heye. Loma bala min pir li ser vê yekê ye.

Wekî gotina dawî, divê mirov ne li ser gotegotan lê li ser diyardeyan biaxive; nîqaşên xwe jî di vê çarçoveyê de bike. Li gorî tecrubeya xwe dikarim bibêjim ku zimanê kurdî behr e, berhemên wê yên devkî têra xwe hîn nehatine qeydkirin. Divê mirov ji bîr neke ku, nirxandin jî li ser zimanê nivîskî dibe, ne li ser yê devkî. Ka bila zargotina me bi temamî derbasî nivîsê bibe û derkeve ser kaxizan wê gavê Şam jî nêz dibe mişar jî. Ji bo xebata hêja Mehmet Oncu ez niha bi dilekî rihet dikarim van bibêjim.”

***
Dilawer Zeraq: hejmara wan, ji hêlekê ve, qet ne girîng e.

Dilawer Zeraq ligel çîrok û romanên ku heta niha nivîsandine tam bi temamî 3 cild Ferhenga Biwêjan (Weşanên Lîs) amade û çap kiriye, ku loma di vir de gotina wî jî muhîm e. Em niha berê xwe didin wî: “Ez ê nikaribim bi awayekî zelal û teqezî bêjim ka di kurdî de (digel devokên xwe hemû zarava) wekî hejmar, pêncî hezar gotinên pêşîyan hene an na. Mimkunî û nemimkunîya wê jî, li ser berhevkarî û vekolîneke dûrûdirêj eşkere dibe û piştî wê dîyar dibe. Herçî gotinên pêşîyan in; di hewan û darika zimanan de, hejmara wan, ji hêlekê ve, qet ne girîng e. Ji ber ku her yek ji gotinên pêşîyan, li ser ezmûn, tecrûbe û lêqewimînekê hatine gotin û afirandin loma jî ya girîng ew e ku; -ji bilî nuansên girîng- beranberî her rewş û alîyên jîyanê qet nebe gotineke pêşîyan hebe. Heke hebin yên dîtir ku bi heman wateyî û naverok in, ji mînanîhevbûnê pêvtir ne tu tişt in. Ev yek ji bo biwêjan jî wisa ye.

Îcar, bi taybetî di van salên dawî de, bi geşbûna medyaya civakî re, gelek kes, qalib û gotinên axaftinê ku di nava xwe lihevhatî ne, wekî gotinên pêşîyan belav dikin. Û digel wê jî, hin kes biwêjan jî li ser navê gotinên pêşîyan belav dikin. Ez dixwazim di vê dabaşê de balê bibim serê ku; li ser fam û zanîna min, gotinên pêşîyan û gotinên mezinan jî di hin car û kontekstan de ne wekî hev in. Carinan, hin gotinên mezinan ku bi qewlê Osman Sebrî ve, ‘gotinên şopewer’ in, li ser navê gotinên pêşîyan tên belavkirin.Wekî din jî, di her zimanî de, awayê sazbûna gotinên pêşîyan û biwêjan li ser gramer û hevoksazîya wî zimanî dîyar e û ya kurdî jî li ser qaydeyên taybetî xwe ye. Loma jî, pêwîst e em li ser dîyarkirin û tespîtkirinê pir bi hûrgerî û pûtepêdan kar bikin da ku karibin bi dilekî rihet û bi hişekî zelal bêjîn, tiştê me bihîstî, xwendî an jî berhevkirî gotinên pêşîyan e an jî biwêj e. Heke karê berhevkirin û belavkirinê bi vê hûrgerîyê li dar nekeve, em ê di nav hejmarên gotinên pêşîyan an jî di yên biwêjan de biçin û belkî jî tê de bifetisin.”

***

Çiya Mazî: Di kurmanciya Bakur de ew qas nîn in

Çiya Mazî heta niha ligel helbest û çîrokan, pirtûka Gotinên Pêşiyan jî amade kiriye û weşandiye (Weşanên Berbang). Mazî ku demekê li Enstîtuya Kurdî li ser folklorê ders dida xwendekaran li ser mijarê ji bo me wisa diaxive: “Pêşî dibêjim bila pîroz be. Heta mirov wê pirtûkê nebîne, ji bo wê mirov nikare tiştekî bibêje. Lê ku tu ji min re bibêjî ‘pêncî hezar gotinên pêşiyan ên kurdî hene?’ ew tiştekî din e. Heke mirov ji bo hemû zaraveyên kurdî, kurmancî, soranî, dimilî û heta hewramanî bibêje, belkî pêncî hezar gotinên pêşiyan hebin. Lê ji bo tenê kurmanciya bakurê Kurdistanê, hinekî zêde xuya dibe. Pîvan û taybetiyên gotinên pêşiyan hene, wekî tê zanîn. Hinek kes van taybetiyana nahesibînin û biwêj û gotinên pêşiyan wekî hev dihesibînin. Heta gotinên xweş û gotinên wekî wecîze jî gotinên pêşiyan dihesibînin. Divê ev jî di bîra mirov de be; wekî form an cureyên bilêvkirinê jî hene û li her herêmê bi awayên cur bi cur tên bilêvkirin. Hinek gotin hene bi deh cureyî tên bilêvkirin. Hûrlênêrîn jêre lazim e.”

 

***
Abdurrahman Aydogdu: Ji bo vê qadê rekorek e

Abdurrahman Aydogdu bi taybetî li ser gotinên pêşiyan ên Pirsûsê û Rihayê sekiniye, hinek jî li Amedê û pirtûka “Gotinên Pêşiyan” amade kiriye (Weyanên Na) û weşandiye. Di pirtûka wî ya ku niha çapa 3’yan kir de 4500 gotinên pêşiyan ên derdora Pirsûsê hene. Ew li ser meseleyê dibêje, “50 hezar Gotinên Pêşiyan ji bo vê qadê û vê mijarê rekorek e. Hejmarek pir zede ye û ez bawer dikim ji xêncî van 50 hezar gotinan hêj jî gelek gotinên me yên nehatine nivîsandin hene. Zimanê kurdî di Gotinên Pêşiyan de zimanekî pir zengîn û rengîn e.”

***

1- Nûçeya Diyarnameyê
https://diyarname.com/news.php?Idx=48329

2-Ekşî Sozluk:

https://eksisozluk.com/14648-tane-deyis-ve-atasozu-var–1710931https://eksisozluk.com/14648-tane-deyis-ve-atasozu-var–1710931

3- Di vê beşê de Zekî Ozmen ji almanî werger kir.
https://www.ovb-online.de/weltspiegel/politik/deutschen-ihre-sprichwoerter-7889892.html
***
Foto: Tabloyeke hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn

Cemil OGUZ
Diyarname.Com

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply