Bi Pocketê Xwendinê Hêsantir bike!

Wê rojê min di dilê xwe de digot, xwezil çend sal berê min ev sepan bizanibûya. Ez behsa applîkasyonekê dikim: Pocket. Carcar, meriv pirtûkan peyda nake û dixwaze bloge an jî malperekê veke, bixwîne. Ji ber ku bingeh û çêkerên wan cuda ne û carna jî formata xwendinê bo telefonê bi dest nakeve, heta ku meriv dixwîne çavên meriv pê re kor dibe, meriv pê re danavî dibe. Ez bi xwe werê me û dibêjim bila ev nivîs biqede ez jê xelas bim, bi ser de jî reklamên ku serê kêlîyekê carê xwe ber re dikin û dîqqeta ku kêm e bi yekcarî têk dibin. Îcar vê axirîyê berî ku ez biçim kar, wekî xuy sê-çar nivîsên bi îngilîzî dixwînim û serîkî li blogerên kurmancî didim ku van dawîyan dewsa malperên qerase dagirtine yên ku berê kara bûn û weşana xwe didomandin. Xêncî malperên nûçeyan ku dilê meriv bi kurmancîya wan dixele, blog bi hest û ramanên takekesî û bi samîmîyeta xwe bûne weşanên xweşik di vê dewra xerab de. Hin blog birêkûpêkîya xwe û fontên xwe delîveyên xwendineke baş pêşkêş dikin lê mixabin hin ji wan bo telefonan hetta bo kompûterê jî pêkan nîne ku başebaş xwe bidin xwendin. Lewra bo min baş bû ku ez bi sepana Pocketê hesîyam û dixwazim çend dengan li ser wê bikim bo hewe!

Pocket çi ye û çima bikarbînim?

WENE 3

Pocket, sade û xweşik xuya dike.

Pocket, yekem car ji alîyê Nate Weiner ve di sala 2007an de hatîye damezirandin bo ku meriv nivîsarên balkêş, vîdeo û tiştên din li kêlekekî tomar bike da ku dema wext çêbû meriv bixwîne. Piştî ku te carekê nivîs tomar kir di pocketê de, êdî kengê bixwazî di telefon, tablet û komputera xwe de dikarî vebikî û bixwînî herçiqas offlîne bî jî.

Berê min carna lînka nivîsar û hevpeyvînên xweşik ji xwe re wekî e-mail dişand da ku ji bîr nekim, bixwînim. Bi taybetî bi îngilîzî bi hezaran malper hene ku meriv nikare navnîşana wan di hişê xwe de bihêle. Tu tiştekî xweşik jî bibînî, wexta te tune be ku tu wê gavê bixwînî ji dest diçe û hew peyda dibe. An jî, dema ku tu dixwînî ji nişka ve tê bîra te ku xwarin li ser ocaxê ji bîr kiriye, tu xwarinê bi bîr tînî lê nivîsa ku te dixwest bixwînî ji bîr diçe. Lê Pocket, rêgirîyê ji vê metirsîyê re dike û nahêhe ku nivîsa ku tu dixwazî bixwînî an jî jê istifa de bikî di nivîsareke xwe de, di deryaya bêbinî ya înternetê de bin-av be.

Dixwazî îngilîzîya xwe bi pêş bixî?

Ev sepana (application) tomar-bike-bo-paşê, vê gavê xwedîyê 30 mîlyon bikarhênerên tomarkirî ye û bi sedan sepanên din re entegrekirî ye yên wekî Flibboard, Twitter û Zitte. Herweha bo alav û platformên wekî iPhone, Android, Mac, Kindle Fire, Kobo û Firefoxê jî berdest e.

Sepana Pocketê hînbûna zimanên beyanî wekî, îngilîzî, almanî, tirkî bi rêya xwendin û guhdarîkirinê pêkan dike. Di iPhone xwe de nivîsara îngilîzî dikarî bi deng guhdarî bikî. Bo kesên ku îngilîzîya wan heta astekê bilind e û bi rêya xwendinê dixwazin xurt bikin Pocket vê derfetê pêşkêş dike. Nivîsara ku te li lîsteya xwe ya xwendinê zêde kirîye vedikî û bi deng hem dixwînî (sepan bi xwe nivîsê li gorî xwendinê bi pêş de dibe) hem jî guhdarî dikî. Ev guhdarî kirin bo zimanê tirkî jî pêkan e lê mixabin bi kurdî guhdarîkirin tune ye. Lê li kuderê bixwazî dikarî nivîsên blogên kurdî ên wekî înanolo, perxudres, xewşeriqî, esrakê û perwerdîayê bixwînî. Lê ji bîr nekin, divê hûn xwe bi emaila xwe ve lê tomar bikin. Bi hêvîya xwendinên xweş.

Ji Google Playê daxîne:

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.ideashower.readitlater.pro 

Li Google Chromea xwe zêde bike:

https://chrome.google.com/webstore/detail/save-to-pocket/niloccemoadcdkdjlinkgdfekeahmflj?hl=en

Ömer Delikaya
https://perwerdia.wordpress.com/tag/pocket/

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply