Bi pakêteke cixare mirov dikare 10 nanî bistîne

Li Tirkiyeyê di nav salekê de ji bo cixareyê 20 milyar dolar tê xerckirin. Her sal li dinyayê 6 milyon, li Tirkiyeyê jî 110 hezar kes ji ber cixarekişandinê dimrin.

Nûçegihanê AAyê agahiyên der barê cixarekişandinê de yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aboriyê (OECD) û Xerckirina Tûtina Mezinan a Kurewî berhev kir. Li gor agahiyan li Tirkiyeyê di nav salekê de ji bo cixareyê 20 milyar dolar tê xerckirin. Her sal li dinyayê 6 milyon, li Tirkiyeyê jî 110 hezar kes ji ber cixarekişandinê dimrin.

Salê bi bihayê 2 milyarî nan zayî dibe û li Tirkiyeyê bi bihayê pakêtek cixarê 10 nan dikare bê kirîn. Bi vî pereyî herî kêm 10 kes têr dibe.

Ji nifûsê dinyayê ji çar paran yek cixareyê dikşîne.

Li Tirkiyeyê di 9ê tîrmeha 2009an de qanûnek hat derxistin ku cihên sergirtî yanî li hundir kişandina cixareyê bê qedexekirin. Ji wir pê ve kişandina cixarê hinekî kêm bû, lê dîsa jî di nav welatên cixare zêde tên kişandin de Tirkiye di rêza 11emîn de ye.

Di sala 2008an de rêjeya kesên ku cixareyê dikşînin ji sedî 32 bû. Ev rêje di sala 2012an de dakete ji sedî 27an. Di sala 2015an de jî ev dakete ji sedî 24an.

Rêjeya mêrên ku cixareyê dikşînin ji sedî 48ê dakete ji sedî 41ê. Ev rêje di nav jinan de jî ji sedî 15an dakete ji sedî 13an.

Jêder: aakurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply