Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin

Evîna şanoyê kengî li te peyda bû û te çawa biryar da tu yê bikeve ser şopa vê evînê? Kî di vê rê de ji te re bû rêber û alîkar?
A rast şano ji bo min ne evînek e. Belkî azwerî ye lê ne evîn. Helbet min jî di destpêkê de wiha binav dikir. Lê piştî demekê min fam kir ku binavkirineka wiha tenê romantîzm e. Romantîzm pirî caran hunerê derdixe asteka pîroz. Û tiştên pîroz, ji matematik û mantiqê hez nakin. Lêbelê şano heta astekê bi matematîkê xwe saz dike. Bi min huner ne tiştekî pîroz e. Şano bi awayekê tesadûfî hat ser jîyana min rûnişt û ranebû û bû pîşeya min. Di civakên mîna kurdan ku nû pêşdikevin de huner wek pîşeyekê nayê dîtin. Li gorî me huner yan amûreka sîyasî ye yan jî hobîyeke ku herkes dikare bike ye.
Îja werim ser meseleya vê tesadûfê. 1994 bû, her dawîya heftê min du xwişkên xwe dibir NÇMya Stenbolê. Her du xwişkên min jî di koroya zarokan de bûn. Li wir mamoste Şevîn hebû. Rojekê ji min pirsî got: “Tu çima nayê nakevî dersan?” Min got: “Nizanim”. Got: “Îro şûn da tu jî dikevî dersan. Koma ciwanan heye, dersên mîna şano û mûzîk û reqsên gelerî û zimanê kurdî hene, tê hez bikî”. Min deng nekir û min destpêkir. 14 salî bûm. Kurmancîya min jî qet tunebû. Cara yekem min li wir dersa kurmancî dît. Lê heya 21 salîya xwe min nedikarî kurmancî xeberbida. Ji bo min kurmancî tenê zimanê şanoyê bû û gava hewce dibû ku ez rolekî bilîzim min gotinên xwe jiber dikir. Lê telaffuza min pir xerap bû. Hêca jî zimanê xwe hîn dibim. Axirî, piştî salekê dema perwerdehîya me gihişt astekê, mamosteyên me me bi sertîfîkayekê mezûn kirin û gotin “ji we her yek dikare ji xwe re ji wan beşên ku we perwerdehî dîtiye hilbijêre û perwerdehîya xwe li ser wê hunerê kûr bike”. Ne şaş bim sertîfîkaya min hê jî li mala dê û bavê min disekine. Wê çaxê min şano hilbijartibû. Dû re min ji lîstikvan û derhênerên Teatra Jiyana Nû gelek ders girtin. Erdal Cevîz, Kemal Orgun, Kemal Ulusoy, Yildiz Gultekîn, Samye Tunç, Nîhat Oz, Murat Batgî, Muhlîs Asan hinek ji wan navan bûn. Di nava wan de herî zêde tesîra mamoste Erdal li ser min çêbûbû. Min li wir bi salan perwerdehîya lîstikvanîyê dît û di lîstikan de lîst.

Di damezrandina Şermola Performansê de tu cihekî qewîn digrî. Tu ji me re dikarî behsa avakirina sazîya Şermola Performansê bikî?
Di destpêkê de me navê koma xwe danîbû Destar Theatre (2008). Piştî ku me mekana xwe vekir (2010), di nav salan de navê mekana me zêdetir derket pêş. Navê mekana me jî Şermola Performans bû. Piştî demekê me dît ku du nav serê temaşevanan tevlîhev dike, me dev ji navê Destar berda û me bi navê Şermola Performans berdewam kir. Di 2008an de ez û Berfîn (Zenderlîoglû) me dest bi xebateke nû kiribû. Çi bû xebata me? Zêdetir xwendin, fikirîn, lêkolîn û afirandin bû. Mijarên me yên sereke êdî ne nasname û ziman û çand bû. Jixwe ev hesasîyet ji berê de di me de hebû. Mijarê sereke êdî pîşe bû ji bo me. Fikra me ev bû: Hostatîya pîşeyê çiqas xurt be hesasîyetên mîna nasname, çand û ziman jî ewqas xurt derdikeve pêş. A din jî me dixwest bi awayeke profesyonelî karê xwe bimeşînin. Yanê me dixwest bi rîya şanoyê debara xwe jî bikin. Gelek asteng û kêmasî li ber me hebûn lê heta astekê em serkeftî jî bûn. Şermola Performans cihê xeyalkirinê û fikira firandinê ye û her sal xeyal û fikrên me gav bi gav bi ruh dibin. Helbet gelek hevkar û hevalên me hene ku ked û hêz dane wan xeyalên me. Di şanoyê de ji xeynî nivîsandînê tu tişt bi tenê nabe. Hertim hevkarî û havaltî divê. Heger tu tenê bi bimînî tu nikarî. Spas ji bo hevkar û hevalan ku heta vî çaxî Şermola Performans tenê nehîştin. Min dil hebû hemû navan bijmêrim lê bi rastî jî gelek in û rûpel têrî nake.

Di lîstikên xwe de bêhtir ji kîjan ekolên şanoyê feyz digrî?
Ez li ser vebêjîyê û şanoya fîzîkî dixebitim. Kîjan ekol, kîjan feylesofî, kîjan forma gelerî ku fikir dide min, ez ji wan hemûyan feyz digirim.

Bêhtir kîjan şanoger û nivîskar li te bandor kirine?
Ji şanoya Kurdî bandor û keda Erdal Cevîz li ser min gelek e. Ji şanoya cîhanê jî gelek kes hene ku bandor li min kirine, lê bi taybetî ez bala xwe didim xebatên şanogerên mîna Jerzy Grotowskî, Antonîn Artaud, Eugenî Barba, Pîna Bousch, Vsevolod Meyerhold, Tadashî Suzkî û Rîchard Schechner. Ji alîyê din jî feylesofên mîna Arîsto, Platon, Gîle Deleuze, Mîchel Foucoult, Jacques Rancîere, Johan Huîzînga, Franz Fanon, Daryush Shayegan, Jon Berger, Zygmunt Bauman, Georg Lukacs, Alaîn Badîou, Byung-Chul Han, Agamben bala min dikişine û bandora wan li ser xebatên min hene. Lîste hê dirêj e. Lê ev navan îro di rojeva min de ne.

Dema tu lîstikên xwe dinivîsî bêhtir ji kîjan behra kurdî (çîrok, stran, dîrok, destan û hwd.) feyzê digrî?
Dikarim vê bêjim, bi ya min nivîskarîya şanoyê sedî 60-70 karekî teknîkê ye. Bi salan e ji bo ku wan teknîkan hîn bibim û bikaribim bi hêsanî bikarbînim dixebitim, hêca jî hîn dibim û dixebitim. Di xebata min de helbet behra kurdî xwedî cihekî taybet e. Hemû cûreyên edebîyata devkî her tim di rojeva min de ye. Ji wê derê yan feyz digirim yan jî di nav strukturekê de bikartînim. Wek mînak, vê dawîyê min bi navê Antî-Kilama Têlîyê lîstikek nivîsî. Min ji kilama Têlîyê ku gelek dengbêj strîyaye feyz girt û min teksteke arkaîk û performatîf nivîsî û tekst çîroka jineka jinhez (lezbîyen) ji xwe re dike mijar.

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply