Bi minyatûran çanda Kurdî vedijîne

Bi destpêkirina modernîzmê re şêwaya jiyana rojane ya mirovan jî bi hemû awayî hat guhertin û civak roj bi roj ji kevneşopiyên xwe dûr dikeve. Çanda Kurd ku qurmên wê bi hezaran salan vedigere dîrokê, ketiye ber pêla jiyana modern. Niha çanda kurdî li ber vê pela modernîzmê têkoşîna man û nemanê dide.

Cilûbergên kurdî jî ji vê pêlê bêpar nemaye.  Lê belê hin kes hene ku ji bo mana çanda kurdî hewl didin, vê çandê di jiyanê de digrin û nahêlin wenda bibe.

Çira Ergoşî yek ji van kesan e, niha li Kelha Hewlêr a dîrokî cîlûbergên netewî yên kurdî vedijîne. Ergoşî dizaynera cîlbergên kevneşopî ye û kare xwe bi awayeke profesyonel dike.

Bajarê Hewlêrê ku bi dewlemandiya çand, bîr û baweriyan û şaristaniyan tê naskirin, bi kelha xwe û bi pêkvejiyana xwe balê dikişîne.

Di vî bajarê rengîn de hemû ziman, netew, ol û pêkhate bi rengekî azad dijîn. Yek ji ji van reng û nîşaneyên bajêr jî kelha dîrokî ya Hewlêrê ye. Di nav vê kelayê de mûzexaneyên ku çand û hunera Kurdî didin nasîn, hene.

Çira Erguşî jî i Kelha Hewlêrê xwedanê mûzexaneya karê destan û cil û bergên Kurdî ye. Ew dewlemandiya çanda Kurdî li ser mînyaturan pêşkêş dike.

Erguşi derbarê hunera xwe û çanda Kurdî de ji Rûdawê re axivî.

Dîzaynera Kurd ragihand ku çanda Kurdî ber bi tunebûnê ve dice û got: “Ji bo xelk hişyar bibin û çanda Kurdî tune nebe, min dest bi vê xebatê kir. Dema ku xelk têne li vê derê û van xebatan dibînin û dibêjin; ‘Ev ya herêma min e’. Piştre jî stîl û motîfên di destên xwe de ji min re dişînin. Mirov li ber vê xweşik û ciwaniyê mat dimîne.”

Erguşî: Dema top û tangan derbas bû

Çira Erguşî destnîşan kir ku bi dil û can xwe bi vê karê re girêdaye û diyar kir: “Ciyawazbûna cil û bergên Kurdî  nîşan dide ku jiyana rojane li Kurdistanê çend dewlemend û rengîn e. Cil û bergên her herêmê ji hev cûda ne. Ev jî tê wateyê dewlemendbûna Kurdî. Ji bo çi em hewl nadin ku çanda xwe di jiyanê de bigirin? Xebatên ku em ji bo hişmendiya xelkê xwe dikin, bi rûmet in.”

Herwiha Erguşî tekez kir ku ev dem ne dema top û çekan e, lewre dem dema şoreşa çandê ye û wiha axivî:

“Hemd û sena bo Xwedê em xwedanê çandeke dewlemend in. Ev ne dema çek û topan e. Pêwîst e em bi xebatên çand, huner û entelektuelîzmê tekoşîna gelê xwe birêve bibin. Ji me re dibêjin markayeke çêbikin, ka em çawa çêbikin? Em ji Dubey, Tirkiye û welatên din her tiştî distînin. Pêwîst e em her tiştên xwe bi xwe çêbikin û ji cîhanê re bêjin; ‘Em jî xwedî çand in û em jî tiştên xwe çêdikin’.”

Aydin Bayram – Emrah Akbulak-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply