Bi kurdî navên 12 mehan

Di kurdî de navên mehan pirsgirêkeke mezin e. Ji derî zaravayên soranî û kirmanckî (dimilî-zazayî) di zaravayê kurmancî de hema hema her dem û dezgeh an jî nivîskar li gor herêm an jî dilê xwe nav li mehan kirine û dikin.

Ji ber vê yekê salnameyên curbe cur hene û navên 12 mehan tevlihev in. Min xwest balê bikşînim ser mijarê ka kîjan dem û dezgeh navên 12 mehan çawa bi kar tîne, di vê tabloya jêrîn de destnîşan bikim. Pêwîst e ku em kurmanc li ser nevên mehan li hev bikin û lîsteyeke hevpar amade bikin. Ev kar jî dikeve ser milê dem û dezgeh û zimanzanên kurdan.

Dema mirov bi baldarî li tabloya jêrîn dinêre, dibîne ku gelek dem û dezgeh ji derî mehek du mehan hema hema wek hev dinivîsin. Qet nebe yên nêzîkî hev li ser wan mehan bi hev bikin. Bi hev bikin dê qiyamet rabe, çi dibe an dê prestîja wan bişike? Tiştekî ecêb lîsteya NÇM, Enstîtûya Amed û Îstenbolê û Azadiya Welat, ROJ TV û Newroz TV ne wek hev in. Heman kes ji çend mehan carekê ciyê karê xwe diguhêrin. Dema li gor dem û dezgehan ciyê karên wan tê guhertin, herweha salnameya wan jî tê guhertin. Dibe ku yê/ya ku emîr dide şefredaktor e û her kes pêwîst e wek şefredaktorê xwe navên mehan bêje û binivîse! Gelo şefredaktor bi awayekî otomatîkî dibin salnameredaktor jî?

Zarava û sazî Soranî Kirmanckî (zazakî) Kovara Hawarê Înstîtûya Parîsê,
Înstîtûya Brukselê,
Kurd1,
Newroz TV
NÇM,
Înstîtûya Amedê,
Înstîtûya Stenbolê
Azadiya Welat,
ROJ TV
Komkar,
Roja Nû,
Dema nû
Koma Mamosteyên Kurdî li Swêdê
meha 1em rêbendan çele kanûna paşîn çile rêberdan çile çileya paşîn
meha 2yem reşeme sibate, gucige sibat sibat reşeme sibat sibat
meha 3yem xakelêwe adare adar adar adar adar adar
meha 4em gulan nîsane nîsan nîsan avrêl nîsan nîsan
meha 5em cozerdan gulane gulan gulan gulan gulan gulan
meha 6em pûşber hezîrane hezîran hezîran pûşber hezîran hezîran
meha 7em gelawêj temmuze tîrmeh tîrmeh tîrmeh tîrmeh tîrmeh
meha 8em xarmanan tebaxe tebax tebax gelawêj tebax tebax
meha 9em rezber êlule îlon îlon rezber îlon îlon
meha 10em gelerêzan oktobre çiriya pêşîn cotmeh kewçêr kewçêr çiriya pêşîn
meha 11em sermawezt teşrîne çiriya paşîn mijdar sermawez mijdar çiriya paşîn
meha 12em befranbar kanûne kanûna pêşîn kanûn berfanbar kanûn çileya pêşîn

Bersiv û dîtin:

Raîf Yaman
Fîlolog û nivîskar Raîf Yaman dibêje: “Li gor dîtina min koma Enstîtûya Parîsê rasttir û baştir e. Ji ber ku ev dezgeheke me ya herî kevn e û li ser rêça Bedirxaniyan dimeşe.”

APEC
Xwedî û berpirsê weşanxaneya APECê Elî Ciftcî bi riya telefonê ji A. Tîgrîs destûra kopyakirina nivîsê xwest ku di hejmara nû ya Bîrnebûnê biweşîne.

Fevzî Ozmen
Dem baş Mamosteyê hêja,
Birastî mijara ku tu balê dikişînî ser, gelekî girîng e. Ne tenê ev mijar, di hemû zaravên zimanê kurdî de wek tu jî dibêjî gelek tevlihevî hene. Em di vê heynê de nikarin dest bavên hemû zaravan û hemû mijaran, lê em dikarin di zaravayê kurmancî de çend gotinan li ser navên mehan bibêjîn. Wek tu jî dizanî di vê gavê de saziyeke me ye netewî a desthilatdar nîne ku biryareke mîsoger bide. Em mecbûr in wek sazî û kesên heyî, li gor rastî û pir bikaranînê tercîhên xwe bidin. Ango li kîjan herêman, kîjan nav pirtir tên birkaranîn, an jî kîjan saziyên me nêzîktirînî hevdû ne, bidin ber çavan. Li gor dîtina min, ew herdû komên saziyên me yên jêrîn, gelekî nêzîkî hev in. Di navbera wan de tenê navê meheyekê cihê ye. Ew jî “Cotmeh” e. Bi raya min, cotmeh baştir e. Kew li her herêmê, di her meheyê û demsalê de dikare biçêre, lê cot di her meheyê û her demsalê de, nayê kirin. Li piraniya herêmên Kurdistanê, di demsala payîzê de, di vê mehê de cot tê kirin. Lewma “Cotmeh” li gorî dîtina min duristir e. Ez bi xwe vî navî bi kar tînim. Lê dijminê navên din jî nînîm.
Eger bi awayeke demokratî ji min were pirsîn, ez dengê xwe didim komeleyên jêrîn. Li gel rêz û silavên havînî.

Fevzi Ozmen

Enstîtûya Parîsê,
Enstîtûya Brukselê,
Kurd1,
Newroz TV
Azadiya Welat,
ROJ TV
 Çile  Çile
 Sibat  Sibat
 Adar  Adar
 Nîsan  Nîsan
 Gulan  Gulan
 Hezîran  Hezîran
 Tîrmeh  Tîrmeh
 Tebax  Tebax
 Îlon  Îlon
 Cotmeh  Kewçêr
 Mijdar  Mijdar
 Kanûn  Kanûn

Amed Tîgrîs ji e-weje.com hatiye girtin

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

2 Şîrove

  1. gelo hun cire zimane sorani u kurmanci tevli hev dikin, yan yekcar sorani binvisin yan ji kurmanci,
    kerema xew zimane me nekin keledus

Leave a Reply