Bi Kurdî Berhemên Klasîk

Koka edebiyata kurdî li welêt e, lê li diasporayê di şertên taybet de li durê welat şax da û fêkî girt. Wergêra kurdî jî li Ewropayê bi taybetî jî li Swêdê dest pê kir, hinek kemilî û vegeriya welêt. Niha li welêt hîn pirtir berhemên edebî li kurdî têne wergerandin.

Berhemên klasîk yên edebiyata cîhanê bi piranî li Swêdê ji alî wergêrên kurd ve hatin wergerandin û weşandin. Pirtûkên Dostoyevskî, Çexov, Tolstoy, Shakespeare, Hemîngway, Becket, Elîot, Joycke, Molîêr, Xeyam, Stenbeck, Hugo, Lagerlof, Strîngberg, Cîbran û gelekên din li Swêdê bi wergera kurdî hatin çapkirin. Ji bo weşana berhemên edebî yên klasîk yên edebiyata cîhanê weşanxaneyên kurdan yên li Swêdê, herweha weşanên Jîna Nû, Welat, Roja Nû, Apec, Helwest û Nûdemê kar û xebateke hêja pêk anîn û berhemên klasîk yên giranbiha bi kurdî gihaştin destê xwendevanên kurd. Bi kurdî xwendina berhemên klasîk gelek xweş e. Têde tehm û lezeta edebî û ya xwendinê heye. Min helbestên Mewlana bi tirkî xwendibû û niha min bi kurdî xwend, xwendina tirkî bi qasê ya kurdî bi min xweş nehat.

Werger kar û xebateke cidî ye û karê herkesî nîn e. Ji wergêrê re zanîna zimên û ya metodîk pêwîste. Gelek wergêrên kurd hene ku bi rastî jî gelek berhemên hêja wergerandina kurdî û edebiyat û zimanê kurdî dewlemend kirine. Ji wan wergêrên kurd yek jê jî Husein Muhammed e. Ew civanekî gelek jîr û berhemdar e.

Husein Muhammed bi kedeke giranbiha her meh bêrawestandin, bi rêk û pêk kovara ”Mehname”yê bi naverokeke dewlemend diweşand. (Niha çi heyf ku ev kovara elektronîk weke malpereke edebî –wêjeyî- çandî û hunerî bû, nayê weşandin.) Digel vê jî ew gelek nivîs û pirtûkên hêja werdigerîne kurdî. Wî sê pirtûkên nivîskar Xelîl Cîbran wergerand kurdî û hersê pirtûk jî di nav weşanên ”Helwest”ê de derketin. Navê pirtûkên ku wî wergerandibû ev in :

  1. Peyamber
  2. Baxçê Peyamber
  3. Baskê Şkestî

Piştî weşandina van hersê pirtûkan wî ji bo zarokên kurd bi navê ”Zarokname” ji çîrokên curbecur yên zarokan pirtûkek wergerand kurdî û ev pirtûk jî di nav weşanên ”Helwest”ê de hate weşandin. Wî pirtûkeka Anton Çexov ”Keşîşê Reş” jî wergerandiye kurdî û ew pirtûk jî li Almanyayê hate çapkirin.

Husein Muhammed bi wergerandina du berhemên klasîk yên edebiyata cîhanê carek din ji edebiyat û zimanê kurdî re xebateke hêja pêk anî. Herdu pirtûkên ku wî wergerandiye û li Stenbolê di nav weşanên Avesta/Nûdem de hatine çapkirin ev in :

  1. Hafiz Şîrazî – Sorgul û Bilbil
  2. Mewlana – Ev agirê evînê me dihelîne

Herdu pirtûk jî helbestên klasîk in.

Yê ku evîndar nebe, nizanibe hez bike, nikare helbest binivîse. Mewlana evîndar bû. Ew hem evîndarê Xwedê û hem ê Dîlbera xwe bû. Hezkirina ji dil wî kire berhemkarekî edebî û bi îlhama evînê wî helbestên bi tehmûlezet yên evînî û bêrîkirinê afirand e. Ji bo ku Mewlana li bajarê Konya’yê jîyaye û dergeha wî li wir e, hinek dibêjin qey ew tirk e. Na, ew tirk nîn e û bi eslê xwe afxanî ye, ji Afganîstanê ji ber êrişa Mongolên barbar reviyaye û hatiye li Konya’yê bi cih û war bûye.

Mewlana fîlozofekî sofî bû. Ew xwediyê ramanên felsefî yên taybetî bû. Felsefa wî berfireh bû û bexişkar bû. Ew dibêje ”Tu kî dibî bibe, were.” Dergaha wî ji hemû însanan re û ji gunehkaran re jî vekirî bû. Mewlana evînê, evîndarîyê pir bilind kiriye, bi qedr û qîmet kiriye. Wî herî pir rûmet daye evînê û evîndariyê. Ew evîn û evîndarîyê ji ser hertiştî ve digre û lewra jî dibêje :

  • Baş bizane ku/ aşiq / ne misilman e.
  • Di ilmê eşqê de / ne bawerî û / ne jî / bêbawerî heye.
  • Di eşqê de / ne beden, / ne hiş û / ne jî / can heye.
  • Kesê ev yek / ji van hebe, / ne aşiq e.

Hafizê Şîrazî jî helbestvanekî navdar ê Îranî ye,  ji bajarê Şîrazê ye. Ew jî fîlozofekî sofî û helbestvanekî evîndar bû. Helbestên wî li welatên rojavayê jî hatine wergerandin û weşandin. Helbestên wî li ser civaka wê demê ya Îranê û paşê jî li ser nivîskarên edebî yên cîhanê tesîr kiriye. Ji ber naveroka helbestên Hafizê Şîrazî û ramanên wî yên felsefî, desthilatdariya Şahê Aryan wî ji Tebrîzê sirgûn kiriye. Li gorê ku wergêrê jîr Husein Muhammed di pêşgotina pirtûkê de dibêje; ”Goethe, Gîde û hinek nivîskarên din yên mezin di bin tesîra Hafizê Şîrazî de mane. Goethe heyranê Şîrazî bûye û bi salan bi xwendina berhemên wî re mijûl bûye û li ser lêkolîn kirine.”

Naveroka helbestên Hafizê Şîrazî jî evîn e. Wî jî bi riya helbestê hîtabê evîndara xwe kiriye û ji bo evîndara xwe helbestên giranbiha afirandiye. Wî bi zimanekî lîrîk û îronîk helbestên xwe aniye zimên. Ew ji bo bêbextiya keçika evîndar ya li hemberê evîndarê wê di helbesta xwe ya bi sernavê ”Binêrin, evînê çi kir” de weha dibêje :

  • Te dît dîsan, / dilo, / evînê çi kir? /
  • Te dît wê mestkerê / dîsan çi anî serê/ dildarê dilsoz?

Hafizê Şîrazî li hemberê derd û xemên evînê di helbesta xwe ya bi sernavê ”Taliyê dê bigihi miradê xwe” de bersîva xemên evîndariyê dide û dibêje :

  • Rabe, meygêr, / meyê bike şûşeyê!
  • Axê bi ser / xemê werke”…
  • Bisebir be, Hafiz, / li ber derdên şev û rojan.
  • Taliyê, rojekê / dê bigihî miradê xwe.

Divê xwendevanên kurd berhemên klasîk yên edebiyata cîhanî bi kurdî bixwînin. Yên ku ji xwendina helbestan hez dikin, divê miheqeq pirtûka Mewlana û Hafizê Şîrazî bixwînin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply