Di asoyên rêk û peyarêkên dûr
Xewna gewre û geramî bi ev nûr
Li wan çavên avzelalî ji mêjû
Hiş û mejî bi can dibe bi ev nûr
Li jiyanê xewna hişyar li ev rêk
Bi rêk û pêk bo nûdestpêk bi ev nûr
Ku çerx û dem hatibin parvekirin
Çerx û dema te ye berxo bi ev nûr
Dengê roja hilata te li dijmin
Tirs û doja bobelat e, bi ev nûr
Lê li dostan şad û cejn e xweştirîn
Li serzemîn şadûman e bi ev nûr
Xewna asoyê lê asê qet namîn
Li parzemîn hilê yeqîn bi ev nûr
Bo min rêzan der û dergê bextewer
Ji xweş bextê dê her û her bi ev nûr
Mustafa Rêzan
Amed – 11.06.2017