Xwendekarên navenda zanist û hunerê ya mûşê ji devoka Mûşê ferhengokek nivîsin. Xwendekar ji ber ku tirk in û ji hevalên xwe fêhm nedikirin, hewl dan ku vê xebatê bikin. Xebata xwendekaran ji tubitak’ê xelat jî wergirtiye.
Derya Aykan ji Çorumê û Ercan Yilmaz jî ji Amasyayê hatine Mûşê.
Her du xwendekar dema hatin Mûşê li derve û dibistanê ji devoka hevalên xwe fêhm nedikirin.
Derya û Ercan li ser vê yekê hewl dan ku ji devoka Mûşiyan ferhengokekê amade bikin.
Xwendekaran bi alîkariya heval û mamosteyên xwe ligel gotinên pêşiyan û biwêjên ku li mûşê tên gotin ferhengokek amade kirin.
Her wiha xebata Derya û Ercan li Wanê di pêşbaziya TUBİTAK’ê de jî xelat girt.
trtnuce