Êş, keder, xemginî, nexweşî û destêşî tenê ne wesfa/hesleta însên e, lewra ajal jî êşê dikişine, xemgîn dibe û bi êşa laşê xwe dikeve cenceretek mezin..
Gelo tenê wesf û hesletên însaniyetê çi ne û li ser jîyana însên bi çi şêweyê/şeklî diyar dibe?
Ev pirs hem hêsane/asan e hem jî zor e.
Rastiya vê gotinên me de heqîqetek ê gelek girîng û bi wate heye. Sedema afirandîbûna însan, di Qur’an’a Pîroz de peşkeş kirin û vê qonaxê de meriv dizane ku, em ji heywanat û nebatatan cûdanin û çêkirina hemû tiştên xuya û tiştên bi çav nayê dîtin, bi poz nayê bêhnkirin, bi guh nayê bîhistin û bi destên bûjenî nayê girtin, ji bo me ne.
Çima hebûna însan evqas girîng e?
Bersiva vê pirsê him asan e û him jî zor e. Çawa?
Yên ku berê xwe dide Xweda yê mezin û dilovan, ji wan re ev pirs asan e û ji aliyê van, bersiva vê pirsê bi dilekî germ, dilekî aramî û bi kelecanek e mezin tê dayîn..
Lê ji bo bi tevahî bi aql, hiş, rih û bedena xwe, ji Xweda yê ‘‘ yên tên dîtin û yên nayê dîtin’’, vegeriye, evan bersiva vê pirsê nikarin bidin û di vê astê de bê çare dimînin û direvin…
Direvin.. Direvin û xwe dispêrin bûjeniyê, xwe dispêrin hezkirin û daxwazên nefsê…
Çareseriya yekem ya însan ji vê dojehê xilas be, ‘‘Însan’’ bi xwe ye. Ya dûyem remz û nîşanê li ser însaniyetê ye û tiştên ku însaniyetê diyar dike…
Di Qur’an-a Pîroz de, xilasbûna însên hatî nîşankirin û bi lefza Xweda yê mezin hatî tesdîq kirin/pejirandin û mizgînî hatî ye dayîn..
Bê hêvî nebin..
Tenê xwe bidin li ser rêya Pîroz û ji riyên ‘talî’ dûr bikevin…
Nivîskar: MÎR MILANÎ