Bi Çavekî Zanistî Gerdûn û Em

Komên galaksîyan ji 50 heta 1000 galaksîyan pêk tên.

Tê pêşbînîkirin ku galaksîya me û galaksîya bi navê Andromeda di nava 4 milyar salan de bihigên hev, li hev bikevin û piştî lihevketinê ji ber hêza rakêşê jî ew her du bibin yek galaksî. Ji ber ku Andromeda bi 396000km/saet lez ber bi galaksîya me ve tê û rojbenda me jî bi 1098000km/saet lez ber bi wê ve diçe. Li ser vê mijarê çend fikrên cuda hene, lê nayê zanîn ka dinyaya me hingê xira dibe yan jê difelite.

Ji bo sîmûlasyona Kadizê û Andromedayê lê binêrin: https://youtu.be/4disyKG7XtU

Lê dîsa jî hûn vê yekê ji xwe re nekin xem, ji ber ku emrê me têra dîtina vê tiştê nake. Mirov dikare bêje çawa ku em rojekê tên dinê, piştî zarokatîyê mezin dibin û ber bi mirinê ve diçin; gerdûnê jî bi teqîna mezin dest bi vê rêwîtîyê kir û niha ber bi mirinê ve anku xirabûnê ve diçe, lê emrê wê hinekî ji yê me zêdetir e. Belê, di gerdûnê de her tişt ji hev dûr dikevin û em jî ber bayê gerdûnê ketine û her ku diçe ji hev dûr dikevin. Bi hêvîya rojeke ku em jî weke Kadiz û Andromedayê bigihên hev û bibin yek…

Xalid Celalî Sibat 2019

Jibo piştgirîya peyvan: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.wqferheng

Jibo wêne û zanyarîyên teknîkî:
https://www.wikipedia.org
https://www.kozmikanafor.com
http://www.zamandayolculuk.com

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

2 Şîrove

  1. Sadiq Reşwan

    bijî Xalidê ezîz, te her tişt pir xweş şirove kirîye û min jê sûd wergirt. spas birayê min. bidomîne 😉

  2. xebata te xweş dilê me pê geş…li ser înstagramê serekê mi jî bidin û ji kerema xwe mi bişopînin jî
    @gerdun.cosmos

Leave a Reply