Dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye. Wiha digotin yên berê, wiha dibêjin yên niha û dê wiha bêjin yên bên. Herkes dora xwe dike û diçe.
Ev cîhan eynî mîna dika şanoyê ye. Dibe ku şanoya we qomedî, trajedî û an jî cureyeke din be. Ev yek bi piranî di destên mirovan de ye û bi qasî mirovan hukimdar jî bandorê li vê rewşê dikin. Lê îro em ê nekevin nav mijarên tamsar û em ê behsa hukimdaran zordaraya wan nekin.
Jîyana me li gorî tercîhên me şekil digire û li gorî wan tercîhan rêya me an dikeve rêya rast û xweş an jî rêya me dikeve rêya xirab û şaş.
Li gorî tercîhan an em ê bighîjin yaran an jî em ê bighîjin neyaran.
Can, yar û hogir in û her sê jî bi heman esil in. hemû di eslê xwe de heman peyv in. Ew in ku jîyana me rengîn dikin û bi saya waye pêşketina me.
Can in yên ku ava jînê didin me û me ji nû ve can dikin.
Her çiqasî havîrdorê me bablîsok û ececok bin jî stargeha me can e. Bi her awayî û di her xiabîyê de ya derî li me vedike û me dispêrê hembêza xwe dîsa can e.
Can e di her tengasî û zehmetîyê de destên xwe yên ji nûrê dirêjî me dike û me ji wê tengasîyê rizgar dike. Ya ku wekî tav û stêrka di jîyana me diçirise dîsa can e.
Hevalşirîkê jîyana me ye. Di her kêlîka xweş de û di her dîmenên rû biken de wekî dara efsûnî bi hemû heybeta xwe li kêleka me sekinîye.
Demek tê ku êdî her du can bûne yek û her du jî êdî mîna hev in. Di her wextî û di her gavî de ji bona hev cafeda ne.
Hem bi malê xwe û hem jî bi canê xwe herdemî bo hevalê xwe amade ne. Çendîn dereng û çendîn zû jî be bi rehetî meriv dikare here ber derîyê mala canê. Bê tirs û bê guman ew derî dê heta dawîyê ji me re bê vekirin.
Cana ku derîyê dil vekirî û em kirine mêvanê manevîyatê hêjayî hertiştê dinyayê ye.
Di van rojên îroyîn û di vê çerxa xirab de mixabin hejmara van cana kêm bûye û pir nayê dîtin. Lewma şevên me tarîtîr û rojên me bi ewrî derbas dibin. em ketine cihekî wisa ku havîrdor çeqel, dijmin û neyar in. Kesekî xêrxwaz û destgîr di nava wan de tune ye. Ji ber vê yekê gava we canek dît qîmetê wê bizanibin û li hemberî zordaran û di her tengasîyê de dest bidin hev û mil bidin milê hev.
Destên xwe bi hev re dirêjî rojê bikin û wan ewrên tarî biçirînin roja xwe xweş û şeva xwe geş bikin.
Mela Mihyedîn