dûyê cixareya min hilmek ji kesera te
wê rûdêna zêrîn ji asîmanê heftan
bi kenekî zarokane
ji nav xewnên vejane hildigire
û tîne li ber dilê bêzar datîne
ji dana rojê tîrêjek berxudarî
ji tenêtiya ne tenê re dibe hevalek mayînde
û naxwaze bi vemirîna cixareyê re
çavên ku li xêzên dûyê aliqîne
ji hilma tîna te ya giyanewer bêpar
bi tena pênûsa hibrşîn bimîne
25 Sibat 2001
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014