Bêzimaniya Mirov

Zarokên ku zimanê xwe napeyivin sêwî, xortên ku zimanê xwe hez nakin nezan, jinên ku zimanê xwe xwedî dernakevin dilhişk, zilamên ku zimanê xwe nizanin bêrûmet in. Lewra ziman, dê û bavê zarokan, hiş û evîna xortan, hez û jiyana jinan, şeref û namûsa zilaman e.

Ziman ji dayik bûn e, jîn e û mirin e. Jiyana bêziman mêjiyeke vala, laşeke bêgiyan e. Yên ku zimanê xwe nizan in, weki ku zimanê wan lal, çavên wan kor, guhên wan ker in. Lê ew kes, her çiqas lal, kor û ker jî bin, ku bixwazin dîsa jî dikarin zimanê xwe hîn bibin. Bes ku ne bêmejî bin.

Birastî bêmejîbûn jî ji bo hînbûna zimanê ne engelek e. Ma di derdora me de dînên ku zimanê xwe dizanin tune ne? De were û kesên ku zimanê xwe nizanin, binav bike!..

-Roja zimanê zikmakî ya cihanê pîroz be-

Cundullah Türkan/Candname

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply