Lawikî ji diya xwe re got:
-Dayê ka du lîreyan bide min.
-Ê gava dî min da te kurê min. Dîsa tu dixwazî bestenî (dondurma) yê bikirrî, ne wusa?
-Na dayê na, li wê dera hanê zilamekî extiyar heye, ez ê bidim wî.
-Canê dayika xwe, min gote qey tu yê dîsa besteniyê bikirrî.
Diya wî du lîreyan dide lawê xwe û paşê dipirse:
-Ka ew zilamê extiyar li kuderê ye, lawê min?
-Li serê kolanê ye dayê, besteniyê (dondurma) difiroşe.
Abdulkadir Bingöl