Berxê Kêrê- Cankurd

Berî niha bi demekê, di paşiya xwaringeheke Kurdan de, ez û Necoyê Kêlê li hev rûniştin û me bi hev re firavîna xwe xwar..Neco gellekî xemgîn bûbû, mirûzê wî tal û tirş bûbû..bêdeng li min temaşa dikir; ez çawa berçavkên xwe paqij dikim, lê tiştek nedigot. Min dizanî, ku rewşa wî hêja nîne, daxwaza penahberiya wî û malbata wî ya, ku ji çar kesan e, ji zû ve têk çûye, ew ji bo wê yekê dilteng dibû, nizanî bû çi bike, lê vê carê tozekê bêhtir xemgîn bûbû, ne mîna carên berê bû. Min perda bêdengiyê wilo çirand:

– Xwarineke baş bû, ne wilo ye?

Bi çavin nîvgirtî li min temaşa kir, pozê wî yî mezin hate tenga eniyê min, simbêlên wî yên gilgilî bi tiliyên destê xwe yê rastê dûz kirin û got:

– Tu bi rastî dixwazî, îro dilê min tiştekî navê, lê ez ewqas birçî bûm, ku min nikarî bû xwe bigirta..
Min pirs kir:

– Çi heye Neco!
Baweriya Neco ji zû ve bi min çê bûbû, dikarî ji min re ya dilê xwe bigota, lê hinek tirsiya bû, ku kesek dengê wî bibihîse, lew re bi nermî û dizîka got:

– Divê ev rewşa bite guhartin, êdî bese lo..piçekî bêdeng ma û pişt re got:

– Welleh ev pirs ne pirsa Kurdîniyê ye..Êdî mirov ditirse, ku sibê zarokên wî li ber çavên wî winda bibin..Bi Xwedê ez ji ber vê yekê newêrim vegerim welêt..Bira! Evana tên zarokên te dibin û venagerînin..Pişt re bi çend mehan tên, bi def û zurne, bi silogan û bang û gotinên mîna “şehîd nemirin”, derbaz dibin mala te û te agah dikin, ku zarokê te di şerekî de li hember dewleta Misto şehîd ketiye..Çi zû û çawa?
Hêdî-hêdî min dît, ku çilpikên xwîdanê bi ser enî û guliyên wî ketin û dest û lêvên wî lerizîn..Min dizanî, ku ew pêrgî tiştekî nebaş bûye, ku bi vê şêweyê dipeyive..Lew re min pirseke din kir:
– Ma tu îro bi kesekî re pev çûyî?

– Na..na..Ez?! Ez hîç nakevim pevçûnan..Tu min dinasî..Ez ne ew kesê har û zimantûjim, ku mirov ji min bixeyidin..

– Meger?!

– Îro ez û çend kesan çûn bajêrekî li jêriya Almaniya bo serîxweşkirina dostekî, ku ji wî re agahiya şehîdbûna kurê wî yê heştdeh salî hatibû. Ew li vir ji dayîk bûye, li vir çûye dibistanê û di mal de jî bê bira û xûşik bû, bi tenê xwe bû.

– Çawa ew kurê bi tenê biribûn?

– Carekê li gel zarowên hevseran çû bû şeveke kurdî û bi ser wê de hiş û mejiyê wî xwarin, ew bi dizî çend caran birin û anîn, pişt re birin çadirgeheke havînê li Holanda û li dawiyê jî ew şandin Kurdistanê..Ez nizanim wilo hatiye gotin..Bav û dayîka wî şêt û dîn bûbûn, lê newêrî bûn tiştek bigotana..Gava li kurê xwe dipirsîn, ji wan re dihat gotin, ku ew heştdeh salî ye û bi xwe çûye, biryar ya wî bû û ew mêrekî azad e..her wilo digotin.. Min destmaleka kaxêdî da dostê xwe, lê wî tenê carekê di ser rûyê xwe
Re bir û avêt ser masê..Di wê navê de ji me re çayê hat, me dest bi
Vexwarina çayê kir, bû şîngşînga kevçiyên biçûk û firfira dostê min î, ku êdî ji xeyda xwe rast werimî bû..hêdî-hêdî nema bi dizîka dipeyivî, dengê wî bilindtir dibû û dest û lepên xwe jî dilivandin..min gotê:

– Gava hûn çûne ba day û bavê wî xortî, rewşa wan çawa bû?

– Bira! Ez çi bêjim..?! Rewşa wan? Xwedê nîne serê kesekî..Lê bi Xwedê em nikanîn baş bi wan re rûniştana..Bira! Obek ji xort û keçan bi wê ortê ket, dîlan girtin û bû hump-humpa û rump-rumpa wan, te digot; qey dewatek di mala wan kezebsotiyan de heye..Her gavekê bi hev re diqîrîn:Şehîd namirin! şehîd namirin! Bijî Serok! Bijî Serok! Û lîlî dikirin û her wilo..Bi rastî wan bizava xwe kirin, ku nehêlibin kesek bigirî û çend caran lebitîn, ku bav û dayîka lêwik jî tîxînin dîlanê..Ewana rakişandin, lê nikarîn..Êdî tewata min nema û min got: Ji Xwedê bitirsin! Ma we rewşa dayîkê nedîtiye?..

 

Neco rewşa xwe ji bîra kir, loranî me hev û din dîtibû, ku ez ji wî re hinek kaxedên fermî yên bi zarê almanî bixwênim û jê re bibêjim, ka çi ji wî hatiye xwastin.. Min jî dixwast, ew li ser wê serlêdanê ji min re bipeyive, ka çawa bû û di rewşên wilo de Day û bav çi dikin û çi dibêjin..Eve jî bo nivîskarekî çêrokan pir giring e..Min got Necoyê Kêlê:

– Gelo! Ma mela an Şêx li wir hebûn?
– Bira! Hebûn..

Melayekî kurd hat, ku bi histobariyên olî rabe, nehêştin, gotin: Ev berê di saziyeke Turkan de dixebitî..Pişt re melayekî xwe anîn, lê her bawer bike, ew yek ji wan bû, nizanî bû du ayetên Qurana pîroz bê şaşî li pey hev û din bixwêne..Dêm û rûyê wî
Bê…Welhasil..Ez çi bibêjim?! Gava serîxweşkirekî li ser Kaa’bê axifî kesekî navsalî, ku li gel wan hatibû gotê: Heval! Ê me Kaa’be mirovê me ye! Mirovê me yî, ku di bendexaneyê de Kaa’beya me ye..Yekî dî jî gotê: ola me şoriş e û melayên me jî serekên hêza şervananin..Ew hejarê, ku dixwast li ser Kaa’bê bipeyive, êdî devê xwe girt û bû kundê şikêr, nema deng jê hat..

 

Gava Necoyê Kêlê ev çêrok ji min re dibêjt, hişê min çû, gelek dûr çû, ez bi xwe re hilgirtim birim li ber ava gundê me danîm..Êdî min nedibihîst Neco çi dibêje..dengê wî dihat guhên min, lê di ber xumxuma avê re, ku di ser beneke bilind re dihat xwarê, li zinaran diket û belav dibû, tev li mehmeha berxekî yeksalî, ku ber bi min ve dibezî, tev li dengê Neco dibûn û di nav kefa wê avê re ez derbas dibûm cihana zarotiya xwe..Ez î duwanzdeh salî bûm, di germa havînê de çû bûm ber berxikê xwe yê, ku zengilekî biçûk di qirka wî de bû, postê xwe yê sipî, germik, paqij û her şuştî mîna hevrîşmê, li kabên min dihêla û dixwast bi min re bilîze..Carina ew li pey min dihat û bi qoçên xwe yên taze li nava min dida û carina jî ji dûr ve bi lez û bez ber bi min ve dihat, min destê xwe vedigirt, ku ew qoçekê lê bide, ew dîsa bi şûn ve diçû û careke din dibeziya û li destê min dida..Ez û berxikê xwe ji sibê de ta bi êvarê bi hev re li ber avê digeriyan, min zikê wî ji çilowê darên biyê û teziyên zer ên gezê têr dikir, pişt re gava ez hildikişîm ser dara tûyê, ku zikê xwe ji tûyên şîrîn û yên mîna
Tiliyên zarokan tijî bikim, ew li bin darê radiket û keyîk dikirin. Me di ser cowên avê re yên, ku li paş aşê avî bûn, gav dikir û em herdu jî têdigihîştin hev û din, ka daxwaza yê din çiye..Bi rojava re, dema aso sor û mor dibû, em vedigeriyan mal, ew hêdîka diçû kozikê xwe û min jî dibezîm ser xewana xwarinê û piştî demeke kin, ez diwestiyam û radiketim..

Rojekê jî ez ji xew rabûm, ku dîsa berxê xwe bibim çêrgehê, min bang lê kir, lê mehmeha wî ya hercar nehat guhên min, min xwe ji ser sewkiyê avêt û daketim xwarê, da wî ji kozikê derbixînim..Ez çi bibînim?! Kurê meta min dest û piyên xwe vemalane, kêreka mezin û tûj bi dest de ye, hinek çilpikên xûnê li ser cilên wî yên sipî reng vedane..Ew ber bi min ve hat û got:

– Cejna te ya Qurbanê pîroz be!..Bavê min jî her mîna wî li ber dîwarê rawestiya bû û leşê berxê min bi lingan hatibû daliqandin û zik hatibû qelaştin..Bavê min dizanî, ku ezê serjêkirina berxê xwe nepejirînim, ji ber wê yekê bo min negot..Min dizanî, ku di roja cejna qurbanê de, dê qurbanekê bidin, lê min nizanî bû, dê berxê min be ewê ku bite serjêrkirin…Min jî wê sibê tew ji bîr kiribû, kuew roj cejne… bavpîrê min î, ku li maxekê Qurana pîroz dixwend, ji maxê derket, ez hembêz kirim, ramûsî çavên min û got:

– Kurê min! Divê tu fêr bibî, ku
Berxê nêr bo kêrê ye..berxê nêr bo kêrê ye… wan gotinên bavê dayîka min û tiştên, ku Necoyê Kêlê bo min digotin tev li hev dibûn û hêdî-hêdî ez ji gera xwe ya dîrokî vegeriyam û min di nav dûmanê cigarê re dêmê Neco careke din dît, ew dîsa bêdeng bû û li min temaşa kir û pirsî:

– Ma tu dibihîsî ez çi dibêjim?…

– Bibore..Dêna min çû ser tiştekî dûr.

– Tu çi dibêjî?

– Ez dikarim tenê tiştekî bibêjim…Berxê nêr bo kêrê ye…

Em ji ciyê xwe rabûn û me herdukan jî tew ji bîr kir, ku ez kaxedên Neco bixwênim û ji wî re rave bikim, lê berxê min her li ber çavên min e û pêjna wî ji min ve xweya dibe, çawa keyîk dike, çawa fiş dike û çawa bi qoçan li dest û nava min dide û di çavên wî de hîn pirsek heye, piseke bê bersiv mayî:

– Ma we ez kirim qurbanê kê?!.

Cankurd

 

Derbar ziman

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply