Çarşem , Pûşper 19 2019
Destpêk / Wêje / Hevpeyvîn / Berken Bereh û Rewşenbîriya Kurdî

Berken Bereh û Rewşenbîriya Kurdî

Bi alikariya Xerzî Xerzan  

 

Mirov di pêvajoya jiyana xwe de gelek kesan û fikran ji bo pêşeroja xwe mînak digre û dinyaya xwe, mêjîyê xwe û her warê jiyana xwe bi raman, nêrîn û sekna wan kesên hêja dixemilîne. Ev kes carna dê û bav in, carna mamoste ne û carna jî rewşenbîrên binavûdeng in. Dê û bav û mamoste, di destpêkê de, anku di serdema têgihîştinê de xalên herî giring in. Lê her diçe zarok mezin dibe, ji bo naskirina dinyayê, civakê û ji bo naskirina xwe û cewhera xwe pêdivî ya wî bi xwendinê dibe. Di vê demê de jî bi taybetî rola rewşenbîran û berhemên wan dertên holê.

Rewşenbîr ew kes e ku, rêya gelê xwe ronî dike, bi gotin, kirin û berhemên xwe tarîyan diçirîne, dibe bersîva pirsên mêjî û hişmendîyên mirovan û carna jî dibe çira, ê ku ji bo ronîkirina rêyan û pêşeroja gelê xwe, xwe dişewitîne. Bi rastî, hejmarên rewşenbîrên ku li jor hatine danasîn kêm in û ev wesf jî nê ji hêla rewşenbîr bixwe, lê ji hêla gel ve tê dayîn.

Bêguman û teqez yek ji rewşenbîrên gelê kurd, Berken Bereh e. An jî bi binavkirina civakê, nivîskar-helbestkaran û wêjenasan ve; Mîrê Helbesta Kurdî…. An, weke romannûs û hevserokê Komeleya Niviskarên Kurd Omer Dilsoz dibêje; Çiyayê Helbesta Kurdî

Li bakûrê welat, dema ku navê kurd û kurdî qedexe bû, ne ku nivsandina wê, lê axavtina wê sedema kuştina mirovan bû, Berken Bereh li gel hevalên xwe, bi wêrekîyeka bêhempa helbestên kurdî dinivîsand û di kovaran de belav dikir. Têkoşîna wî a zimanê daykê, hê di wê demê de nav dabû û em dikarin bi hêsanî bibêjin ku, ev helwest û sekna wî, xwe di helbestên wî ên biwate, kurdewar û resen de xweş xweya dikirin û hê jî dikin…

Berê çendeyekê, li ser înternetê em li rastî hevpeyvîneka Berken Bereh hatin. Vîdeoyeka dirêj bû û beşek ji bernameya “Lênûsk “ a Jiyan TV-ê bû. Amedekarê bernameyê nivîskarê kurd Sîdar Jîr bû û mêvanê wî ê giran jî Mamoste Berken Bereh bû. Me dest bi temaşekirina bernameyê kir û bernameya ku ji saetek zêdetir bû, di bêhnekê de qedîya. Berken Bereh bi kesayeta xwe a dilnizm û henûn, zimanê xwe ê zengîn, bi gotinên xwe ên mafdar û di cih de û bi hostetîya xwe a peyvan wiha kir ku, me saetek sax çahvên xwe nekarî bida ti alî. Piştî temaşekirinê, û piştî bandora gotinên Seyda, ên ku di mêjîyê me debi mafdarî cihê xwe girtin, me biryar girt ku em ew hevpeyvîn bikin bingeha gotarek û li ser rewşenbîrîya kurdî gotarek amade bikin û rastîyên rewşenbîrekî kurd bi nivîskî jî tomar bikin. Ev gotar bi vê mabestê û wiha hate amadekirin….

******************

Pirsa yekem a Sîdar Jîr, kurteçîroka dema nivîsandin û weşandina helbesta Berken Bereh a kurdî ya ewil bû. Bersîva Berken Bereh wiha bû; “ Di sala 1978-an de ez têgihîştim ku ez kurdek im û zimanê min ê daykê jî kurdî ye. Min xwe berpirsyar dît ku bi zimanê xwe ê daykê, ez hestên xwe, xewnên xwe, êş û kulên xwe vebêjim. Bêguman, di wan deman de –ne ku ez wek serbilindîyek ji bo xwe dibêjim- lê bi rastî karekî gelek zor û zehmet bû. Dest ji nivîsandinê berde, kesê ku kurmancî biaxivîya weke kesek ji rêzê, nezan, gundî dihate hesibandin. Lê weke xortekî hişmend û zana min got “ Na, divê ev bê rûxandin, ev nezanîn be jî nezanîna min e, ev gundîtî be jî gundîtîya min e û ez bi vê serbilind im… “ Her ku berê min û çavê min li wan afîşên ku li ser camên qahwexaneyan bi tirkî hatibû nivîsandin; “ Bi tirkî biaxive, gelek biaxive, xweş biaxive ” diket, êş û kula min bêtir, xedartir dibû. Bi wê hişmendîyê min bi kurmancî nivîsand. Lê gelo tiştên min nivîsandine bi rastî helbest bûn, nebûn nizanim lê min dinivîsand, wek rik û inyadekê wek sekneke hember wê zilm û zordarîya li ser ziman, çand û jiyan û kultura me. Di tarîxa 1979-an de Kovara Tirejê, a ku yekem kovara xwerû bi kurdi ye hate weşandin, helbesta min a kurdî a yekem jî tê de hate weşandin. Ji wê rojê heta îro ez û helbest û kurmancî weke sê dostan di laşekî de dijîn….”

Li vira giringî û pêdivîya bikaranîna zimanê daykê xweş xweya ye. Berken Bereh, hê wê demê
têgîhiştibû ku zimanê kurdî di xetereya wendabûnê de ye û wek rûmeta xwe xwedî li zimanê xwe derketîye. Ev helwest û hewldanek hêja ye. Û divê hemû rewşenbîrên kurd ev helwest mînak bigrin û li ser vê rê bimeşin. Lewra derfetên wê demê û dema me ne weke hev in û vêga rewş bi saya têkoşîna gelê kurd û berxwedana 40 salên dawîn, asteka bilind de ye. Rê li ber zimanê kurdî vebûye û kesê ku xwe nede zimanê xwe ê daykê, bi tenê xwe dixapîne. Ne ku kesên din… Em vegerin li hevpeyvînê; Piştî qala pêvajoya Tîrêj û Rewşenê, li ser rewşa helbestkarîya kurdî û nifşên nû, Berken Bereh nêrînên go wiha rave dike; “….Rewşenbîr, helbestvan, nivîskar û hunermend divê bibe xwe, bibe weke xwe…” ( Piştî rêzkirina hin helbestvan û nivîskarên berê, wiha domand – M.Boran); “ Nifşa ku li dû wan hat, ji dêvla ku reng û dengê xwe peyda bikin, hineka xwe şiband Ehmed Huseynî, hineka xwe şiband Kawa Nemir, hinekan gotin ez ê bibim Rênas Jiyan ê duyem.. Lê nikarî, bibe xwe, bibe weke xwe…

Li vira giringîya wekxwebûyîn, xweserî û resenî tê destnîşankirin. Şûna teqlîdkirina hin kesan, divê helbestkar an jî nivîskar di pêşî de bibe weke xwe, wek xwe û berhemên serbixwe, berhemên xwe, anku tarz û şêwaza xwe biafrîne. Ev yek, ji bo rênîşandayîna ciwanan û niviskarên kurd ên nû re, şîretên xêrê, di cih de û sûddar in helbet….

Dîsa em guhê xwe bidine Mamoste;

“….. Nifşa nû divê klasîkên kurdî baş bixwînin. Ji ber ku klasîkên kurdî ne tenê ezmûne û tecrûbeya kurdan e, klasîkên kurdî di heman demê de ezmûne û tecrûbeya coxrafyeyekê ne, ya şaristanîyeka rojhilatê naverast e….

Li vira şîrove ne hewce ye. Kesê ku bi kurdî bixwîne û binvîse, di serî de divê hay ji klasîkên kurdî hebe. Lê na, ew kes nikare rih û giyanê kurd , kurdî û Kurdistanê têbigîhîje. Ev di warê helbest, roman, çîrok de wiha ye û her wiha di warê çand, huner, dîrok û felsefeyê de jî pêwîst e.

Pirsa din a Sîdar jî ev bû: “ Di rewşa heyî de, li her çar perçeyên Kurdistanê, li gor raya te siyasetmedarîya kurdî, siyasetmedarên kurd çi qas nêzî helbesta kurdî ye û wekî helwest çi qas nêzî edeba kurdî ye?

Berken Bereh hinek xemgîn wiha bersivand;

“ Yanî, mixabin. Ez nikarim bersîva vê pirsê awayek erênî bidim. Haya wan jê tine ye…”

Dema ku bersîva xwe got, Berken Bereh bi dengek sitembar û bêdil axivî… Bi dengekî nizm… Te digot ku nedixwest ku dengê wî here ti kesî, li ber kurdî, li ber edebîyata qedîm a gelê xwe diket û helbet nedixwest ku rewş ev be, lê weke ku li jor hatîye nivsandin bi peyva “ Mixabin “ dest pê kir.

Sîdar Jîr dewam kir; “ Yekî Faris dibêje; weke ku Şîrazî nivîsandîye, yekî tirk dibêje; weke ku Mewlane gotîye û didomîne.. Lê min nedîtîye ku siyasetmedarekî kurd gotîye “ Cizîrî wiha gotîye, Xanî wiha nivîsandîye an jî Cegerxwîn wiha gotîye… “

Berken Bereh gazinên xwe careka din got;

“ Bêguman… Hûnera kurdî ji ber vê nikare xwe nû bike. Divê civat xwedîtîya xwe lê bike. Civat kê ye, civat siyasetmedar e, xwende ne, dewlemend e, karsaz e, mamoste ye, parêzer e, yanî nifşa ku zikê xwe têrkirî û heyîna wî ku êdî bikaribe ji hunerê fêm bike, pêdivîya wî hunerê hebe. Mixabin ne ku nivîskarên me berhemên baş naafrînin, baş tê afirandin lê ew xemsarî heye, berê xwe nadinê ( civat nadê – M. Boran). Ez bang li siyasetmedarên me dikim, di vê pêvajoya hilbijartinê de ji bona Xwedê, dema tu hatî Diyarbekir te mitîng li dar xist, bibêje “ Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir…” Çi qas tiştek xweş e, ew civat wê coş û beroj bibe, wê bêtir ji te hez bike, wê bêtir te hembêz bike, bibêje “ ez im ez, ew ez im…! “, Wê bêtir xwedîtîya xwe li wê helbestê û afîrînerê wê helbestê jî bike…. “

 

Hê ku tu akterekî li vê şanoya derew

Em vegerin li rastiya xwe

Li sîrîk û soryaz, li govend û kilama

Ji nû ve vejînin kelama serdemên kesk

Û dîsa peyv ya Berken Bereh e, raman û nêrînên wî ên li ser rewşenbîrê kurd û rewşenbîrîya kurdî ;

“ …Wêjeya dûrî civaka xwe nikare pêş bikeve. Niviskarê ku ji civaka xwe dûr ket, nikare biafirîne. Nivîskar ew kes e ku, wijdana gelê xwe ye. Eyneya gelê xwe ye, dil û hiş û giyanê gelê xwe ye. Îro em dibînin ku, cıvata kurdan civatek çalakger e. Wek Ferêt diherike, wek lehîyê li ber xwe dide, dibe.. ( Li vira tê dîtin ku Berken Bereh bixwe van peyvên xwe dijî, bi jestên xwe, bi dengê xwe radibe govendê – M.Boran) Her roj em şaş û metel dimînin li hember berxwedana gelê kurd. Di her warî de…. Divê nivîskarê kurd jî tiştên ku diafrîne, bi wê hestyarîyê, bi wê jidilbûnê, bi wî hiş û giyanî ve, yanî dema ku tu wê helbestê, çîrok û romanê bixwînî , bike ku tu rabî pêdarê.. Bibêje; “belê ew hêza min heye ez dikarim vê jiyanê biguherînim…” Ne ku her cûtina êşê, êşê , êşê..…. Me cût, ew benîşt genî bû çû.. Divê em ew biavêjin. Divê em bibêjin “Ez nûhat im, ez ê biafirînim. Ez dadimezrînim, ez ê damezrînim.. “ Heger te bi vê îdeolojî û hestiyarîyê nivîsand, tu ê bikaribî pencereyek nû bibî, tu ê bikaribî rêyek nû bibî. Problema me ev e. Ez dibêjim em li pêşîya civatê bin, ne ku em li pey civatê bin. Mixabin îro em bi çend gavan li pey civatê ne. Em civatê dinêrin, şaş û metel dimînin, civat di hêlekê de mafdar e ku te neşopîne. Heger tu nebî deng û rengê wê civatê, ew civat xwe te de nebîne, çênabe… Yanî tu êşa Alanê Kurdî, ê ku behra Egeyê de xeniqî hîs nekî, tu venebêjî, tu berxwedana Kobanî hîs nekî, tu nikarî…. Tu trajedîya Şengalê nebînî, tu nebî berdevkê wê, çênabe… Tu ê nikaribî bibî neteweyî, tu ê nikaribî nivîseke, berhemeke bi rastî jî bikaribe bibe berhem binivîsî, problem ev e. Bi ya min, ewil divê em têgîhiştina xwe miqate bin. Em li xwe vegerin. Paşî teknîk te…. Tu çi qas bikaribî bibî resen û xweser ê xwe, tu ew qasî dibî nawdewletî jî… “

Sîdar Jîr dîsa pirseka balkêş û di cih de pêşkêş kir; “ Em lê dinêrin çepgir û şoreşgerên navdar weke Denîz Gezmîş û Che Guevera hene… Em bala xwe didinê, tiştên ku ew wê demê kirine û ciwanên kurd ên vê demê dikin… Hûn çi dibêjin?”

Berken Bereh dîsa li xwe da û weke di govendê de mirov dertê pêş, dest û pêyên xwe jidand û got;

“ Her yek ji wan e, her yek… Her yek, her neynûkek yek ji wan e… Dinya, ji bilî me ev yek têgîhiştîye… Em tênegihîştine hêj… Problem problema me ye, problema nivîskarên kurd e. Bi rastî, Kobanî şeref û rûmeta mirovahîye bû… “

Ma tu şîrove divê gelo piştî van gotinan… Helbet na.

Sîdar Jîr dîsa pirsî; “Helwesta rewşenbîrîya kurdî li hember qewimîn û berxwedanên dawîn çi bû, çi kir û dê çawa bibe?”

Berken Bereh axivî;

“ Rewşenbîrîya kurdî mixabin ne xwedî hişmendîyek zelal e, wek rexnexwegirtin dibêjim. . Divê rewşenbîrê kurd xwedî hiş û bîreke zelal bibe. Pîvanên rewşenbîrîyê di xwe de bihewîne, heger bi rastî rewşenbîr be. Xwedî seknekê be. Kesê ku sekna wî tine be, nikare afirîner be. Nikare veguherîne.. Heger tu xwe veneguherînî, nikarî cîranê xwe veguherînî. Divê derîyê dilê te vekirî be ji cıvata te re. Tu ew civat bihewînî. Min di risteyek xwe de gotiye; ” Min dixwest bibim dilopek, ku deryayek daqurtînim..”. Divê tu di wê kelecanê, bi wê jidilbûn û bawerîyê, bi wê seknê li hember rûdan û qewimînên çi xwezayî, çi civatî, çi îdeolojîk , çi pratîkî li hember wan derkevî… Mixabin, ji ber ku em hê nebûne rewşenbîr, em hê nebûne entellektûel,… Bêguman ev sûc ne tenê yê me ye, ez vê wek zeafek, kêmasîyeka nivîskarên kurd nabînim. Divê hinek civat jî, me dehf bide lo, hinek destê xwe di serê me re bigerîne, ji me re bibêjin “ eferim ji we re “ jî.. Ev jî heye, heta ku zikê te birçî be, tu nikarî mejîyê xwe jî bişuxilînî… “

Piştî van gotinan vêca rexneyên xwe ên li ser sazî, nûnêr, ziktêr û zengînên kurd diyar dike û wiha didomîne;

“Divê berhemên hemû kedkarên wêjeya kurdî li civatê bên belavkirin. Bi belaşî, li taxan, li malan bên belavkirin. Divê her ziktêrek kurd ku ne birçî ye, lewra em dizanin ku kesê ku hunerê eleqedar dibin zikên wan têr e, dema zikê wî têr dibe êdî pêdivîya wî bi tiştên din heye. Pêdivîya wî bi huner heye.. Ha, ev insan, ev karsazek kurd, êdî divê helbesta kurdî bixwîne. An na, gunehkar e. Dema ku çû şeraba xwe daqurtand, bila çîrokek Sîdar Jîr bixwîne, bila risteka Rojen Barnas bixwîne, bila ya Arjen Arî û Cegerxwîn bibêje… Divê civateke bi rih û giyana xwe kurd çêbibe. Ez li bajarên me dinêrim, elhemdilillah xanîyên me ji Ewropa lûkstir in. Lê mejî, lê dil…. “

Gotina wî a dawîn jî ev bû, weke ku lê dihat; “ Bijî zimanê kurdî… “ û hevpeyvîn qedîya…

Ji bo têgihîştina raman û nêrînên Berken Bereh, bi ya min gotina herî giring û xweş, gotina ” Min dixwest bibim dilopek, ku deryayek daqurtînim…”e… Dinyaya wî, nêrînên wî di vê gotinê de veşartî ne..

Lewra Berken Bereh naxwaze bibe “ deryayek ku dilopek an dilopan daqurtîne” , dixwaze bibe dilopek ku deryayek daqurtîne. Ev ne xwebiçûkdîtin e, ev mezinahî ye. Ev yek dilnizmî ye, henûnî ye, xwestina hewandin û qepaçekirin(hembêzkirin) e, ev yek birçîbûna agahdarî, zanîn, têgîhiştin e, xwesteka fêhmkirina dinyayê ye, ev piştrastkirina gotina “ tiştê ku ez dizanim ev e ku, ez ti tiştî nizanim “ e, û di taybetîya xwe de daxwaza fêhmkirin û nirxdayîna kurd, kurdî û Kurdistanê ye. Em xwedî şans in ku rewşenbîrên me, rûspîyên me û mezinahîyên me yên weke Mamoste Berken Bereh hene… Weke cenabê wî, gelek rewşenbîrên kurd yên xwedî tecrûbe, zanîn û ferasetê hene. Em bi wan serbilind in û divê em hêjayî wan bibin, weke ew dibêjin tevbigerin û biafrînin. Ev berpirsyarîyeka dîrokî ye….

Em dixwazin bi gotineka Beethoven dawî li gotara xwe bînin û ev gotin diyarî Berken Bereh bikin… Vêca bê şîrove, peyv têr dikin; 

  ” Di mirovan de, ji bilî qencîyê tu serdestî napejirînim. Cihê ku tê de kesayet tine be, hûnermend û tekoşerê mezin jî tine nin. Tiştên ku li wir in, afirîdeyên pûç û vale ne, ên ku dem wan mesaxtîye. Tiştê rast, ne mezinxuyakirin e, bi rastî mezinbûn e…”

(BEETHOVEN)

 

______________________________

Berhemên Berken Bereh yên çapbûyî

Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)

Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)

Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)

Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)

Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)

Ji Dûriyê re, Helbest, Weşanên Lîs (2013)

 

amidakurd.net

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Hamid Omerî: Ez jî nikarim debara xwe bi zimanê xwe bikim

Rexnegir û helbestvanê ji Bakurê Kurdistanê Hamid Omerî di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re behsa …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *