Beriya Kurdî û Piştî Kurdî

Bi xwe dikarim bibêjim ku ev du sal in dest bi nivîsandina Kurdî kirime. Di demên serî de gelek kes bi şaşmayi û bi rexnegirî helwestên xwe didan. Ji ber ku  milet hê hînî bikaranîna Kurdî nebûye. Gelek sedemên vê pirsgirêkî heye û ev mijar gelek tevlihev e.

Lê ez ne siyasetmedar im û ji ber vê yekê jî nakevim siyasetê. Di demên serî de nivîsandina Kurdî baş nizanibûm. Lê tiştek hebû ku ez biryara xwe dabûm; ew jî rast nivîsîna Kurdî bû û min ê zimanê xwe bikira zimanê  xwe ya rojane..

Herwiha ez jî li hember helwestên xelkê helwesta xwe girtibûm. Êdî piştî pêjavoyekî dirêj ve dikaribûm ku zimanê xwe rast binivîsandama.

Niha jî di medyaya sosyalê de mamostetiya zimanê xwe dikim. Dê xwe wekî berê hîsnakim û her tiştî xwe bi gor Kurdî dijîm. Niha jî dibînim ku gelek nasên min dixwazin bi Kurdî binivîsin û ji bo vê armancê hewl didin. Gotinên min ew in ku divê em xwedî zimanên xwe derkevin û bi zimanên xwe bijîn. Ji ber ku em çiqas bi gor çanda xwe bijîn em ê ewqas biwesp bibin.

Êdî pirtûkên bi Kurdî dixwînim û nivîsên xwe bi Kurdî dinivîsim. Herwiha gelek kesan jî dibînim ku dibêjin “ ez dixwazim bi Kurdî binivîsim lê dema min tune”. Ez bi xwe bawerî van kesan nakim. Lewre ez dibînim ku kesên ku wisa dibêjin dersên bi îngilîzî an jî bi zimanên din hildidin. Herwiha ev tişt dibe nakokî. Niha ez jî dibêjim! Kurdo malnexirabo ma tu bi Kurdî nenivîsî, tu nexwînî kî yê binivîse û bixwîne. Heke ku em nebêjin “lê” û “lo” sed heyf û wax ji halê me re..

Ömer Faruk Özcan

Derbar Ömer Özcan

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply