Berf di Adarê de av digire û giran dibe, riwêkên wek gunî di bin wê giraniyê de ditewişin, dipelişin. Dixwazin rojekê pêş de ji wê giraniyê xilas bibin. Berf jî bi xwe pir bawer e, wer zen dike ku wê tim zivistan be! Serma û seqem be!
Dewran tenê li gor daxwaziya wê bigere, ew ê her serwer bimîne.
Lema bi pozbilindî ji gunî re dibêje:
“Hey biko guniyo guniyê li binî, tu çi rîşê xwe di bin min de dihejînî, ez bi teql im bi seqem, serma û giranî. Êdî tu yê ticar bihar û azadî nebînî.”
Gunî bi jîrî û tinazî dikene û dibêje:
“Hey berfa ji rewşan rewşeke buxar û avan e, tim wiha nagere ji bo te dem û dewran e, Wê were ji mehan meha Nîsan e, Roja pîroz bireşine ser me tîrêjan e, wê li te de, te têke virtika san e.”
Fêrgîn Melîk Aykoç