Belge û destnivîsên nû yên helbestvan Nalî hatine dîtin

Destnivîsxaneya Zanîngeha Soran a Başûrê Kurdistanê, di nav arşîv û belgenameyên osmaniyan de çend destnivîseke helbestvanê navdar ê kurd Nalî peydakirin, ku di wan belgenameyan de derbarê jiyana Nalî de zanyariyên nû hene. Di wan belgenameyan de aliyên veşartî yên jiyana civakî û wêjeyî ya helbestvan Nalî eşkere dibe.

 

Rêveberê Desnivîsxaneya Zanîngeha Soranê Dr. Hêmin Omer Xoşnav ji Rûdawê re ragihand; “Derbarê jiyana helbestvanê mezin ê kurd Nalî de hinek zanyariyên nû bidestxistiye. Govarekî akademîk a Tikiyê de rizaya weşandina wan hatiye wergirtin û dê rojên pêş de derbarê van belgenameyan de şiroveyek were belavkirin.”

 

Xoşnav amaje bi wê yekê kir, ku di pûxteya zanyariyên nav vê şiroveyê de dê behsa gelek nehêniyên jiyana Nalî bên kirin ku heta niha nedihatine zanîn. Herwiha dê behsa pirtûkeke nû ya Nalî were kirin.

 

Dr. Hêmin Omer Xoşnav got, ku di dirêjahiya sedsala derbasbûyî de, zanyariyên derbarê erk û wezîfe, meaşê Nalî, hevjîna Nalî, roj, meh û sal û cihê mirina wî bi awayeke dirûst nedihatine zanîn. Lê bi van belgeyan dê ev mijar tev de werin eşkerekirin, ku ev belge ji aliyê Zanîngeha Soran ve ji bo çapkirinê tê amadekirin.

 

Mele Xidirê kurê Ehmedê Şaweysê Alî Begê Mikayîl, bi navê din Nalî (1800-1856) yek ji kevirê bingeha avakirina Dibistanên Helbestê yê Baban e û herwiha yekemîn û bi navdartirîn helbestvanê şêwezarê kurmanciya navîn e. Nalî li gundê Xakûxol a deşta Şarezûrê jidayik bûye.

 

Nalî li Sine, Sablax, Helebce û Silêmaniyê xwendiye.

 

Mihemed Emîn zekî Begd dibêje; “Nalî di navbera salên 1880 û 1856ê de jiyaye.

 

Nivîskar Marûf Xeznedar û Kemal Fûad jî heman dîrokê destnîşan dikin lê nivîskar Eladînê Secdî dibêje ew di navbera salên 1797 û 1855ê de jiyaye.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply