Belê ez Îtalî me, lê ne ware wara min e

Elena Ferrante*

Ji welatê xwe hez dikim, lê ne xwediyê rihekî welatparêz im û ne jî bi neteweya xwe qure me. Heta ez pîzzayê jî bi zorê dixwim, spagettiyê kêm caran dixwim, bi dengê bilind qise nakim, wextê qisedanê dest û lepê xwe li ba nakim, xuyê min ji mafyayê tê, nabêjim “Mamma mia!”  Mijara taybetiyên neteweyî karê xwerûkirinê ye ku divê were nîqaşkirin. Îtalîbûn, li gorî min, bi axaftin û nivîsandina îtalî dest pê dike û diqede.

Gava ku wiha qal dikim heçko ne zêde tiştek e lê bi rastî gelek tişt e. Ziman kurtebêja dîrokê ye, xakê ye, kurtebêja jiyana dinyewî û rihanî, başî û nebaşiyê ye. Ne bi tenê ji bo ên ku îro pê diaxifin lê ji bo ên ku bi sedan salan pê axifîne. Peyv, rêziman, hevoksazî tev qelemên peykersaziyê ne ku hişê me dişêwînin. Ne ji bo qalkirina çanda me ya wêjeyê, parzûngeheke ezamet a serpêhatiyên xam heye ku bi sedan û sedan salan e dixebite. Embara hişmendiyê heye û teknîkên derbirînê. Ev e, çanda ku ez saz kirime û çanda ku ez serbilind im ku pê çê bûme.

Gava ku dibêjim îtalîbûna min ji ber axaftin û nivîsandina îtalî ye, tê maneya ku ez serdapê îtalî me. Lê bi tenê ew îtalîbûna ku dixwazim ji xwe re bikim nasnameya neteweyî. Kêfa min ji wekî din re nayê, pê ditirsim. Nexasim gava ku (îtalîbûn) dibe netewperestî, şovenî, emperyalîzm. Û gava ku zimên wekî dîwar li dor xwe dipêçin, an bi çandina reseniyeke bêkêr ê nemimkûn, an jî bi ferzkirina zimên bi destê sîlehan û desthilatdariya aborî. Ev bûye, dibe û dê bibe jî. Xirabî ye ev ku dike cudatiyên me ji me bibe. Û loma me hemûyan qels dike.

Ji bo  destpêka diyalogê ez netewebûna lînguîstîk çêtir dibînim. Ev hewldanek e ji bo binpêkirina xetan, ji bo temaşekirina bêyî sînorê – bêyî hemû sînoran, nexasim ên zayendî. Lewre lehengên min ên sereke wergêr in (Nemaze ji hunermendên wergera hemdem [simûltanî] hez dikim.) Ji wan wergêrên ku di ser de xwînerên dildar bin û bi xwe werin wergerê pêşniyar bikin pirtir hez dikim. Spas ji bo wan ku îtalîbûn li hemû cîhanê digere, wê dewlemend dike û cîhan bi çendîn zimanên xwe di nav îtalîbûnê re derbas dibe û wî diguherîne. Wergêr neteweyan bar dikin dibin ji bo neteweyên din. Ewil ew bi cureyên biyanî yên hestan re rû bi rû dibin. Heta ku xeletiyê wan jî îspata hêzeke erênî ye. Werger rizgariya me ye. Ew me hildikişîne derdixe ji bîra ku em bi pîşadî tê de ji dayik bûne.

Yanê belê ez îtalî me, bi temamî û bi şanazî. Lê ku min bikaribûya ezê biketama nava hemû zimanan û minê bihişta ku giş daxilî min bin. Heta ew wergera Google Translate a xirab jî dikare ber dilê min bide. Em dikarin ji hebûna xwe ya heyî pir û pir zêdetir bibin.

*Têbiniya Diyarnameyê: Orjînala nivîsê bi îtalî ye û Ann Goldstein ji bo îngilîzî wergerandiye û roja 24.02. 2018’an de di Guardianê de hatiye weşandin. Hatîce Kiliç ji îngilîzî ji bo kurdî wergerandiye. Me ji bloga wê “xecamamo.wordpress.com” girt. Sernavê nivîsê “Belê ez Îtalî me, lê ne ware wara min e, dest û lepên min nalîzin û kêfa min ji pîzzayê re nayê” bû, dirêj bû, me kurt kir.

Diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply